Rojnameya Ronahî

Emê bi rihê fedayî Efrînê rizgar bikin

Şervana bi navê Amara Alîna ya ji  Efrînê diyar kir armanca wan rizgarkirina şêniyên herêmê, tunekirina terorê û bidawîkirina koletiya jinan li Sûriyê ye. Her wiha Amara da zanîn ku ew ê bi rihê fedayî Efrînê jî rizgar bikin.

20’ê Çileyê salvegera yekemîn a destpêkirina Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriya Tirk e.

Şervana YPJ’ê ya bi navê Amara Alîna li rex bi hezaran jinên ciwan tev li YPJ’ê bûye û niha cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digire.

Amara li ser armanca xwe ji tevlêbûna Pêngava Bagera Cizîrê axivî û destnîşan kir ku bi armanca rizgarkirina şêniyên Dêrazorê yên ku ev 4 sale ji zilma DAIŞ’ê êşê dikişînin ew tev li pêngavê bûye û wiha got: “Armanca me tunekirina terorê û azadiya gel e.”

Amara destnîşan kir ku ew wek YPJ ji bo bidawîkirina koletiya jinan ya li Sûriyê ew têkoşînê dikin.

Amara behsa bajarê xwe Efrînê kir û ev tişt anî ziman: “Niha em çeteyên DAIŞ’ê di navenda wan a dawîn de tune dikin. Bi heman rihê fedayî em ê Efrînê jî rizgar bikin.”…ANHA