Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirk li Efrînê negihişt armanca xwe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir, dewleta Tirk tevî tifaq û pêkhateyên xwe hemûyan hewl da temamiya Kurdistanê ji nû ve dagir bike, Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û got, “bi berdêlên giran pêşî li vê hate girtin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat. Karayilan bûyerên ku di sala 2018’an de qewimîn nirxand û got, “Sala nû li Rêber Apo, gelê me û gelên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ku di sala nû de têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bibe û bibe sala çareseriya pirsgirêkan.”

Karayilan bal kişand ser komkujiyên ku li gelê Kurdistanê tên kirin û got, “Beriya sersalekê Komkujiya Roboskî kirin. Beriya niha bi 7 salan 34 ciwanên me ji aliyê çeteyên Erdogan û dewleta Tirk a dagirker ve bi zanebûn hatin kuştin. Şehîdên Roboskî û di şexsê wan de hemû şehîdên me bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim.”

KONSEPTA REJÎMA QIRKER

Karayilan sala 2018’an nirxand û got, “Gelê me bi berxwedana Efrînê dest bi sala 2018’an kir. Piştre jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan û şerekî mezin hate kirin. Bakurê Kurdistanê bi temamî bû qada berxwedaneke mezin.”

Karayilan anî ziman, rejîma Enqereyê ya mêtinger-qirker a bi serkêşiya Erdogan dest bi konsepteke nû kir û got, “Di çarçoveya vê konseptê de xwestin li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û destketiyên gelê Kurdistanê ji holê rakin. Li gorî derfetan xwestin destê xwe dirêjî Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Konsepta nû ya rejîma Enqereyê ya faşîst bi kurtasî wiha ye. Di çarçoveya vê konseptê de êrîşî sê parçeyên Kurdistanê, Şengalê û Mexmûrê dike.”

PÊŞÎ LI KONSEPTÊ HATE GIRTIN

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk negihiştiye armanca xwe û wiha dewam kir: “Belê dibe ku Efrîn dagir kiribe, lê belê li Efrînê şer hîn dewam dike. Zehmet e ku mirov bêjin dewleta Tirk bi ser ketiye, ya jî Efrîn bûye malê dewleta Tirk. Nexêr, berxwedan û şer dewam dike. Hîn ne diyar e bê aqûbeta rejîma Enqereyê ya faşîst a li Efrînê çi be. Ji bilî ketina nava Efrînê dewleta Tirk tiştek bi dest nexistiye.”

Karayilan bi bîr xist ku di nava salê de hilbijartinên 24’ê Hezîranê pêk hat û got, “Encamên hilbijartinê nîşan da ku gelê Kurd û hêzên çep demokratîk ên li Tirkiyê di helwesta xwe de bi israr in. Di encama vê helwestê de HDP’ê bi siyaseta xwe ya demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdeyî 11 ji sedî yê dengan wergirt. Yanî di nava gel de şikestinek nîne, gel xwe venagire.”

DEWLETA TIRK NEGIHIŞT ARMANCA XWE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan işaret bi berxwedana gerîla ya sala 2018’an kir û got, “Sîstema me ya gerîla niha li hemû eyaletan bi rê ve diçe. Rast e, me hin derb xwar, li hin deveran valahî çêbûn lê sîstema gerîla li ser piyan e. Dijmin nekarî sîstema me ya gerîla parçe bike. Nekarî li Îmraliyê bi Rêber Apo paş ve gav bide avêtin. Nekarî Şoreşa Rojava bifetisîne. Xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike û hat heta Lêlîkanê. Lê bi berxwedana li Lêlîkanê, çiyayê Govendê, Tepê Xwedê, girên Xeregol û Koordîne yên li Zapê, nekarî ji vir û wêde biçe. Dema ku mirov li van daneyan rewşê binirxînin, tê dîtin ku dewleta Tirk a qirker negihiştiye armanca xwe.”

500 ŞEHÎD HATIN DAYIN

Karayilan anî ziman, di berxwedana mezin a gerîla de bêguman berdêlên giran ahtin dayin û wiha dewam kir: “Sala 2018’an hejmara şehîdên me derdora 500 e. Salek beriya wê nêzî 600 hevalên me şehîd bûn. Lê belê îsal gelek hevrêyên me yên fermandar ên bi salan ked dan şoreşê şehîd bûn. Hevrê Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Ronî, Kemal Garzan, Welat Gever, Rizgar Gever, Çetîn, Cûma Mardîn, Medya Mawa, Vedat Amed, Tarik Artvîn, Cûdî Zaza bi berxwedaneke lehengî gihîştin asta şehadetê. Dibe ku li vir em nikaribin navê hemû hevalan bînin ziman, lê şehadetên îsal rû dan hemû ji bo me giran e. Bêguman bi saya vê lehengiyê şerekî mezin hate kirin.”

Karayilan anî ziman, di şexsê Avesta û Karker de bi berxwedana Efrînê re dîrok hatiye nivîsandin û diyar kir, di Berxwedana Serdemê de nêzî hezar şehîd hatin dayin.

SALA 2019’AN BIKIN SALA SERKETINÊ

Karayilan da xuyakirin, sala 2018’an ji bo wan bi dersên girîng dagirtî ye û bi dersên ji sala 2018’an derxistî ew dixwazin sala 2019’an bikin saleke ji serketinên mezin.