Rojnameya Ronahî

Hemû hesabên xwe li ser êrîşa li dijî Rojava kirine

Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy got, polîtîkayeke Tirkiyê ya ji bo hilweşandina desthilatdariya Esad nemaye û diyar kir, hemû hesabên xwe li ser êrîşa li dijî Rojava kirine.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp biryar da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, gefên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku du aliyên van bûyeran hene û got, “aliyekî wê ew e ku Erdogan bi nîşandana mînaka Efrînê re dixwaze nîjadperestiyê li dora xwe kom bike û bi vî rengî bi ser bikeve. Aliyê duyemîn jî ew e; Erdogan ji bo aramiya siyasî, aramiya aborî û aramiya civakî nikare soza tiştekî bide Tirkiyê, lewma dikeve nava hewldanên bi vî rengî.

Oszoy got, “Bi dirûşmên şerxwaziyê hewl dide hêza netewperest û nîjadperest li dora xwe bihêle û bi vî rengî tevlî hilbijartinê bibe. Bi MHP’ê re tifaq kiriye. Ev tifaqa berfireh, plan û amadekarî kiriye ku hemû destketiyên Kurdan ên li Sûriyê ji holê rake û ev yek jî weke polîtîkayeke giştî daniye ber xwe.”

EV GEF RÊ LI BER HÊRS Û NEFRETÊ VEDIKE

Hişya Ozsoy anî ziman, li Tirkiyê niha hêzeke neteweperest û faşîst heye ku destketiyên Kurdan ên li Sûriyê weke pirsgirêka man û nemana dewleta TC dibînin. Tirkiye ku êdî polîtîkayeke xwe ya ji bo hilweşandina desthilatdariya Esad nemaye, hemû hesabên xwe yên li ser wê derê, li ser êrîşa li dijî Rojava kiriye. Wê hewl bide êrîşî wê derê bike, weke mînaka Efrînê. Dibe ku Erdogan vê yekê ji bo hilbijartinê weke serketinekê ji xwe re dibîne, lê belê tovên hêrs û nefretê di nava Kurd û Tirkan de diçîne.”

Ozsoy diyar kir, Tirkiye bi binpêkirina sînor re sûc dike û işaret bi aciziya Kurdan a ji ber van gefên Erdogan kir. Ozsoy diyar kir Kurdên li Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê ji vê yekê aciz in û wiha dewam kir: “Kurd vê qebûl nakin û weke dagirkeriyê dibînin. Bêyî biryara Konseya Ewlekairyê ya Neteweyên Yekbûyî û bêyî êrîşek ku ji aliyê din ve hatiye kirin, bi yekalî dixwazin bikevin nava xaka gelekî din, xaka welatekî din.”

Ozsoy işaret bi zext û zordariya li ser Kurdan a li Tirkiyê kir û got, “Ev welat êdî ne ew welat e ku mirov dikarin nerazîbûnên xwe vekirî nîşan bidin. Dewlet veguheriye makîneyeke şer, lê belê kes vê qebûl nake. Kurd vê qebûl nakin. Tiştekî bi vî rengî jî heye: dîrok hinekî bi rengekî balkêş bi rê ve diçe, yanî bûyerên ku Kurdan nêzî hev dikin, wan dikin yek jî diqewimin.

Kurd di encama êrîşên giran de li hev dicivin. Li Helebçeyê bi vî rengî bû bû, Kobanê hemû Kurd kiribû ye, Efrînê Kurd di hest de kir yek. Êrîşên bi vî rengî yên li dijî Kurdan wê hesta neteweyî ya Kurdan zêdetir û xurtir bike.”