Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rastiya Kurd -3-

14/12/2018
in QUNCIK NIVÎS, Ramanê Rêbertiyê
A A
Hevjiyana Azad -7-
Share on FacebookShare on Twitter

Abdulah Ocalan

Bi awayekî giştî têkoşîna civakî têkiliya xwe bi lêgerîna heqîqetê heye. Çi têkoşîn dibe bila bibe, wexta bixwaze pirsgirêkeke civakî çareser bike, eger heqîqeta civakî îfade neke nikare bi ser keve. Ji ber ku heqîqeta civakî îzafî ye, gelekî xisletên wê yên kategorîk hene. Têkiliya xwe gelekî bi zeman û mekan re heye. Dema mirov di çarçoveya heqîqetê de binirxîne, PKK’ê hebûna Kurd a li ber tesfiyeyê, ne bi tenê îspat kir, bi giranî wê heyî jî kir. Jixwe bi awayekî klasîk tevgera rizgariya neteweyî nedimeşiya. Ne rewşa hebûnê ya xwe disipartê, ne jî serwextî û bîrbirina heyî têra vê yekê dikir. PKK’ê weke çalakî Kurd kir heyî. Kurdîtiya di sedsala 20. de, Kurdîtiyeke wisa bû, divê berê bibe heyî û paşê bê rizgarkirin. Ya PKK têde bi ser ketibû ew bû, Kurd kiribûn heyî. Eger tiştek pirsgirêka xwe ya hebûnê hebe, berê pêşî divê mirov ne ku wî tiştî rizgar bike, wî bike heyî. Bi temamî rewşa Kurdan ew bû ku diviyabû mirov wan bike hebûn. Têgînên mîna rizgarî, azadî û wekheviyê ji bo hebûnên pirsgirêka xwe ya heyînê çareserkirine maneyekê îfade dikin. Çalakgeriya PKK’ê ji aliyê xwe yê rizgarkeriyê zêdetir, aliyê xwe yê rê li ber heyînê vedike gelekî girîng e. Tevî hemû kêmûkurtiyên xwe yên di warê avahî û serwextbûnê de jî ji sedî sed PKK ji bo Kurdan bike heyîn bi roleke heyatî rabûye. Ev pirs girîng e: Gelo bêyî çalakgeriya PKKê hebûna Kurdan dikarîbû bibûya xwediyê rewşa xwe ya heyî? Zehmet e ku mirov ji vê pirsê re bibêje, erê.
Berî ku em pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriyê guftûgo bikin, şert e ku em xwe di mijara hebûnê de zelal bikin. Mebesta me ji zelalkirinê ew e, em di mijara hebûna pêwendîdar de bi heqîqetê re rûbirû bibin û wê nas bikin. Heqîqet jî hedefeke wisa ye ku mirov ji bo wê têkoşîneke mezin nemeşîne nikare xwe bigihîniyê. Heqîqet ne rastî ye, ew rewş e ku mirov li rastiyê serwext dibe û bîra wê dibe. Rastiya bêheqîqet, rastiya razayî ye. Rastiya razayî jî pirsgirêka xwe tineye. Heqîqet ew rewşa rastiyê ye ku ji xewê hatiye hişyarkirin. Rewşa Kurdan a xewê ewqasî kûr û nêzî mirinê bû, eşkere bû ku şerê ji bo heqîqeta wê gelekî tevlîhev û zehmet bûya. Piştî rewşa xwe ya sîhûpênc sal berê, berê xwe didim heqîqeta gelê Kurd (tevî hemû şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê ji arezû û heyecana xwe min tiştek kêm nekirî), ev yek ji rola wan a rohnîker a di dema şeveqa şaristaniyê de gelekî manedar mîna rohniyê dide biharekê. Haya min ji min heye ku ez bi awayekî romantîk li mijarê temaşe dikim. Bi awayekî romantîk nêrîn, bi herhalî ji nêrîna îronîk a heqîqeta bûye xwelî û ti hêviyê nade, bêhtir bang li mirov dike û vedixwîne ew heqîqeta ku hê zîlên teze ye. Heqîqetên der barê rastiya Kurd û pirsgirêka wî de cara pêşî ye ku li pêkhatina hêviyên azadiyê şahidiyê dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.