Rojnameya Ronahî

PDK, baregehên dagirkeriyê diparêz e

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Kamûran Berwarî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku armanca Tirkiyê ne PKK ye lê hemû Kurd in û got, “Dewleta Tirk di bin çavdêriya PDK’ê de baregehan ava dike û pêşmerge jî wan diparêzin. Feydeya vê li PDK’ê jî nabe.”  Berwarî diyar kir ku li dijî êrîşan divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Kamûran Berwarî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk di bin çavdêriya pêşmergeyên PDK’ê de tên avakirin û pêşmerge parastina baregehan dikin. Berwarî got,  “Ew nêzîkatiya PDK’ê pêşaroja gelê Kurd dixê bin metirsiyê û PDK ji van nêzîkatiyên xwe tu berjewendiyê bi dest naxe.

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî tekildarî mijarên lidarxistina kongreya neteweyî, êrîşên li ser Kurdistanê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrîşan axivî.

Kamûran Berwarî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt anî ziman: “Ji sala 1991’an heya niha dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Armanca wan êrîşan jî deskeftiyên gelê Kurd in û xurtkirina bingehên dagirkeriyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

Berwari diyar kir ku bicihbûna leşkerên artêşa Tirk li axa başûrê Kurdistanê, derveyî vîna gelê herêmê ye û li ser daxwaza desthilatdariya hikumeta Iraqê ye. Berwarî wiha dewam kir: “Hikumet û parlamentoya Iraqê ji sivîlên ku di heremê de hatine qetilkirin, berpirsyar in.”

Berwarî wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya peşmergeyên PDK’ê de tên lêkirin û baregehên leşkerên Tirk peşmerge diparêzin. Ew nêzîkatiya PDK’ê jî pêşeroja Kurd û Kurdistanê dixe metirsiyê û PDK dê ji wan nêzîkatiyên xwe wê tu berjewendiyan bi dest nexe.”

Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk dijberiya gelê Kurd dike û wiha dewam kir: “Dijminatiya dewleta Tirk têkiliya xwe li gel PKK’ê tune ye. Ew hinceta dewleta Tirk a dagirker e ku niha jî li ser dagirkeriya axa başûrê Kurdistanê dibêjin PKK li wir bi cih bûye, lê ev yek ji rastiyê dûr e. Ew hincet Ji bo xapandina gel û avakirina zemîna dagirkeriya dewleta Tirk ji axa başûrê Kurdistanê re ye.”

Berwarî girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê jî bîr xist û wiha pê de çû: “Lidarxistina kongreya Kurdistanî ji bo sekinandina êrîşan girîng e. Nexşeya rê ji bo pirsgirêkên siyasî, aborî, perwerdeyî, bazirganî, leşkerî, dîplomatîk û îdarî deynin.”

Berwarî diyar kir ku partiyên siyasî ji bo kongreya neteweyî ya Kurdistanê ji ber berjewendiyan nabin yek û wiha got: “Hin ji wan partiyan berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bi cih tînin.  Partiyên ku naxwazin di kongreya neteweyî de cih bigirin ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê tev nagerin. Em bang li wan hêzan dikin ku dev ji wan siyasetên xwe yên qirêjî berdin. Ji ber ku ew siyaset xizmetî siyaseta dagirkeran dike.”

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî di dawiya nirxadina xwe de destnîşan kir ku hêzên navneteweyî li dijî dagirkeriya li ser  Kurdistanê bê deng in û wiha dewam kir: “Gelê Kurd ji xwe bawer tê dikoşê. Her dem dewletên navneteweyî ji komkujiyên ser gelê Kurd re bê deng mane û niha jî bêdengiya xwe diparêzin. Ew bêdengiya dewletan, bêwijdaniya wan diyar dike.  Gelê Kurdistanê rê nade siyaseta dijberiya Kurd bi ser bikeve. Bêguman kesên ku îxanetê li vîna gelê Kurd dikin, wê dîrok wan efû neke.”…ANHA