Kesên ku tev li Danûstanên Sûrî-Sûrî bûne, di nirxandinan der barê destûra Sûriyê ya heyî û avakirina destûreke nû de pêşniyarên xwe kirin.
Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li navçeya Eyn Îsa, bi dirûşmeya “Danûstandin ji bo avakirin û pêşketina Sûriyê” di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Di beşa duyemîn a nirxandinan de beşdaran der barê destûra pêşerojê ya Sûriyê de pêşniyarên xwe kirin.
Pêşniyarên ku ji aliyê beşdaran ve hatine kirin, wiha ne:
– Destûreke nû ji bo Sûriyê were avakirin û mafên hemû pêkhate, ol û mezheban biparêze.
– Kesên ku xwe ji bo serokatiya Sûriyê pêşniyar bikin, ne pêwîst e misilman bin, bi tenê welatiyên Sûriyê bin.
– Girêdayî mijara jinan, divê jin û mêr wekhev bin, ji bo maf, piştgirî û pêşketina wê bê ferq û cudatî destûr werin danîn.
– Welatiyên li Sûriyê divê li gorî nasnameya xwe werin naskirin, ne li gorî hemwelatîbûna Erebî.
– Navê Komara Erebî El-Sûriye, bibe Komara El-Sûriye.
– Şeklê destûra Sûriyê bi erêkirina gelê Sûriyê çêbe û destwerdanên ji projeyên derve ku dewletên derve pêşniyar dikin, çênabe. Rengê destûra Sûriyê divê li gorî daxwazên gelê Sûriyê be.
– Destûra heyî li Sûriyê parastina desthilatdariya heyî (desthilatdariya Baasê) dike, ew mafê gelê Sûriyê naparêze.
– Hemû zimanên pêkhateyên Sûriyê wek zimanên sereke bên qebûlkirin.