Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ne tenê gefê li jiyan û mafên mirovan dixwe. Her wiha metirsiyeke li ser xwezayê. Zeytûn tên dizîn, tên talankirin û dar bi dozeran ji kokê ve tên rakirin.
Piştî ku dewleta Tirk 20’ê Çileyê li Efrînê dest bi êrîşan kir û 18’ê Adarê jî dagir kir, ji hingî ve li herêmê bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê terorê li ser welatiyên herêmê dikin. Bi rêya malbatên çeteyan ên ji deverên din anîne, demografiya herêmê diguherînin, dest datînin ser mal û milkên gelê xwecihî, sivîlan direvînin, êşkenceyê li wan dikin û înfaz dikin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di raporên xwe de yên nava salê weşandin, bal kişandin ser van sûcên şer.
Êrîşên rejîma Tirk a dagirker ne tenê li dijî sivîlan û binesaziya cih û warê sivîlan e. Di heman demê de êrîş li çavkaniyên debarê yên şêniyên herêmê û xwezaya herêmê tên kirin.
Bi taybetî, zeytûnên Efrînê tên talankirin ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên debarê ye. Darên zeytûnan tên birrîn û zeytûnên wê jî tên dzîn.
Beriya niha bi demeke kin eşkere bûbû ku rejîma dewleta Tirk bi çeteyan re li hev kiriye û plan kiriye ku dewlemendiyên herêmê li welatên herêmê û welatên Ewropayê bifiroşin.
Herî dawî çavkaniyekî ji Efrînê bi rêya telefonê dîmen kişand û şand. Di vî dîmenî de tê dîtin bê darên herêmê çawa tên rakirin û talankirin.
Cihê ku tê talankirin, herêma Maseka ya navçeya Raco ye. Darên zeytûnê bi rêya dozeran ji binî ve tên rakirin.