Rojnameya Ronahî

Dîzayî komkujiyên dewleta Tirk rewa dike

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzayî ji bo ku êrîşên dagirker û komkuj ên dewleta  Tirk rewa bike, ji bo ku kuştina sivîlan a li Amediyê ya bi destê dewleta Tirk meşrû bike dîsa weke her carê di dewrê de ye. Dîzayî li şûna ku li ber van êrîşan rabe îdia kir “PKK hincetê çêdike ku Tirkiye hin deverên Başûrê Kurdistanê bombe bike” hewl da ku êrîşên dagirker û komkuj ên Tirkiyê rewa bike.

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzayî ji bo kuştina sivîlan a bi destê dewleta  Tirk rewa bike kete dewrê.

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzayî ji bo ku êrîşên dagirker û komkuj ên dewleta  Tirk rewa bike, ji bo ku kuştina sivîlan a li Amediyê ya bi destê dewleta Tirk meşrû bike di dewrê de ye.

Dîzayî ji bo ku bombekirina jîgehên sivîl ên Amediyê ya ji hêla dewleta Tİrk ve û kuştina 2 jê pêşmerge  û 3 sivîlan rewa bike dîsa kete dewrê. Dîzaî piştî daxuyaniyên sosret ên Konsolosa Hewlêrê yê Tirkiyê, daxuyaniyeke bi sûcdarkirina PKK’ê da.

Piştî bombekirina dewleta Tirk endamê şerê taybet Hakan Karaçay, Konsolosê Hewlêrê derxistin ser televizyona K24’ê û hê dema ku cenazeyên du pêşmerge û sê sivîlan li erdê, daxuyaniyek da û îdîa kir ku artêşa Tirk naxwaze ziyanê bide sivîlan.

Dîzayî jî bi îdîaya, ”PKK hincetê çêdike ku Tirkiye hin deverên Başûrê Kurdistanê bombe bike” û bi vê hewl da ku êrîşên dagirker û komkuj ên Tirkiyê rewa bike.

Dîzayî bi vê jî nema û got ji bo ku PKK ji herêmê vekişe gelek caran ‘hişyarî’ dane lê PKK’ê guh nedaya vê.