Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn civîna xwe ya asayî bi desteyên xwe re lidar xist û pilansaziya xwe ya hefteyekê derxist.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn civîna xwe ya asayî bi desteyên xwe re lidar xist. Di civînê de pirsgirêk û astengiyên li pêş kar û xebatan derdikevin hatin gotûbêj kirin û pilansaziya heftane hate derxistin.
Di civîna ku li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa hatiye lidarxistin de hevserokên Meclîsê Ebid Hamid El-Muhbaş û Bêrîvan Xalid û hevserokê desteyan amade bûn.
Di civînê de pirsgirêk û astengiyên li pêş xebatan hatin gotûbêj kirin. Her wiha li ser pêwîstiya civînên di navbera deste û komîteyan de hat sekinandin.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heftane civînên xwe bi desteyan re lidar dixîne û kar û xebatên xwe ji bo xizmeta welatiyan didomîne…ANHA






