Melek DEMÎRTAŞ
Dema ku dagirkeriya Tirkî di armanc û pilanên xweyî qirêj de dixetime,serî li rê û rêbazên qirêj dide. Ku êrîşên di dema dawî ser Bakurê Sûriyê jî yek ji van pilanan ku sivîl û rojnemevanan hedef digre, ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li himberî berwxedaniya QSD’ê têk diçin, tê wateya têk çûna pilanên Erdoxan û ser ketina projeya Netewa Demokratîk. Girêdayî mijarê niştecihên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên Tirkî bertek nîşandan û diyar kirin bi rihê berxwedana Kobanê û Serdmê dê pilanên Erdoxan têk biçe û tekoşîna azadiyê ser bikeve.”
Parstina cewherî bersivdayîna êrîşa ne
Dayîka bi navê Semîra Ekî destpêkê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê taybet Kobanê û Girê Spî û li himberî van kiriyaran bê dengiya navdewletî û hedefgirtina sivîlan şermezar kir û wiha got: “Erdoxan di hemû pilan û polîtîkeyên xwe tenê yek armanc hedef dike, Felsefeya Netewa Dîmokratîk û jiyane hevbeş e. Ji bo wê her tim rê li peymanên cûda dixe da ku aramiya herêmê xirake.”
Semîra bal kişand ser parstina cewherî û wiha bi dawî kir: “Pêwîste gel her tim piştevaniya hêza xwe bikin û asta parastina civakî û cewherî xurtir bikin.”
Erdoxan dewletek yek renge dixwazê
Endama Rêveberiya Zaningeha Rojava Sîpan Çeto anî ziman ku êrişên faşîzma Tirk ên bi ser Kobanê û Girê Spî ve berdewamiya êrişên bi ser Efrînê ne û wiha got: “Armanca Erdogan ku dewletek nejdaperest û yekrengî bi qirkirina gelên resen yên herêmê ava bike. Lê Tirkiyê çi dike bila bike, nikare qira Kurdan bîne, jiber ku Kurdên îro xwedî felesefeya jiyanê ne û di berwxedaniya Kobanê û Efrînê de vê yekê piştrast dike.”
Sîpan Çeto wiha bi dawî kir: “Pêwîste gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar bin û di hemû milî de tekoşîna xwe xurt bikin. JI ber yekbûyîna me tekçûna Pilan û faşîzmeya Erdoxan e.”
Tenê jiyanek azad hildibijêrin
Bengîn Beyzê jî got: Êrîşên dagirkeriya tirkî ser Kurd û taybet ser Sûriyê ne nûyê, Bi sedê salane ku tirkiyê êrîşî kurd û sûriyê kiriye, Erdoxan di xwaze Osmaniya xwe vegrîne, her wiha çeteyên xwe, ji derbeyên YPG’ YPJ’ê û QSD’ê biparêze.”
Bengîn Beyzê di dawiya axaftina xwe de got: “Li bermaberî van êrîşên dagirkeriya Tirkî ser Bakurê Sûriyê helwesta navneteweyî şermezar dikin. Pêwîste aliyên ku çavên xwe li ser hovîtiya Erdogan digirin baş zanibin ku ew jî hevkarê sûcê wî ne. Gelên Sûriyê ji bilî jiyaneke azad ti jiyaneke din na hilbijêre.”






