Rojnameya Ronahî

Malbatên Şehîdan biryara DYE’yê şermezar kirin

Nerazîbûnên li dijî biryara Emerikayê ya di derbarê sê Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de didomin. Di vê çarçoveyê de li Rojavayê Kurdistanê jî çalakiyên şermezar kirinê tên lidarxistin. Malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer biryara Amerîkayê ya li dijî Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê  bi meşek girseyî şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer biryara Amerîkayê ya li dijî Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê  bi meşek girseyî şermezar kirin.

Di çarçoveya helwestên li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî sê Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer meşek li dar xistin û biryara Amerîkayê şermezar kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên wekî “Biryara Amerîkayê komkujiyên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd rewa dikin” hatin bilind kirin.

Kesên beşdarî meşêbûn  li kolana sereke ya bajarokê Çilaxa kom bûn û dirûşmeyên li dijî biryara Amerîkayê qîriyan. Kesên tevlî meşû bûn di nava kolanên bajarok re geriyan û li qada bajarok meş veguherî kombûneke mezin. Li wir daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê Endama Meclisê Şahînas Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara Amerîkayê ya derbarê Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de  hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên sermayedar hewl didin fikra azad tune bikin da ku rê li pêşiya azadiya gelan bigirin. Her wiha bang li gel û pêkhateyên herêmê hate kirin ku li dijî vê biryara Amerîkayê çalakiyan li dar bixin û vê biryarê şermezar bikin.