Rojnameya Ronahî

Li Gabarê 7 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk didin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla  daxuyanî da. HPG’ê diyar kir gerîlayên YJA Starê li leşkerên Tirk ên li herêma Gabarê derketin operasyonê dan. Di çalakiya sabotajê de 7 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên YJA Starê li leşkerên Tirk ên li herêma Gabarê derketin operasyonê dan. Di çalakiya sabotajê de 7 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla ev daxuyanî da:

“Artêşa TC a dagirker sibeha 11’ê Mijdarê li qada Gelî ya herêma Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 12’an li Girê Deriyê Seqetê li yekîneya operasyonê xistin. Di vê çalakiya sabotajê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe bi helîkopteran ji herêmê rakir.”