Rojnameya Ronahî

Derbarê DAIŞ’iyên girtî de civîn hat lidarxistin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeyeke dîplomasiyê ya Emerîkayê re li ser rewşa çeteyên DAIŞ’î yên li cem QSD’ê girtî roja 7’ê Mijdarê li hev civiyan. Hate diyar kirin, di civînê de hatiye nîqaşkirin ku divê çareseriyeke guncaw ji bo çeteyan û malbatên wan were dîtin.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku li gel QSD`ê girtî ne, 7`ê Mijdarê bi şandeyeke diplomasiyê ya Amerîkayê re civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer, cigirê wî Fener El-Keît û Endama buroyê Raniya Xelîl pêk hat. Şandeya diplomasiyê ya Amerîkayê jî ji nûnerê buroya serokatî ya taybet a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê William Robak û Endamê Wezareta Karên Derve yê Amarîkayê Max Martin pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her du aliyan rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî û malbatên wan ên li gel QSD`ê girtî ne, nîqaş kirine. Lê derbarê hûrguliyên civînê de tu agahî nehatin parvekirin.

Daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê çareseriyeke guncaw ji bo çeteyan û malbatên wan were dîtin.