Rojnameya Ronahî

Akadimiya Bês Nehrîn li Hesekê

Ferîşte NEZÎR

Bi saya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê gelek akadimiyên perwerdehî û zanistî vebûn, ku ev akadimî di pêşxistina asta hişmendiya û pêşveçûna civakê û taybet jinê ku xwe û mafê naskirin de xwedî rolek girînge. Yek ji van akadimiyan, Akdimiya Bês Nehrên a Suryanî li Kantona Hesekê bi armanca ku rol û misyona ciwana Sûriyan bi hêz û xurtir bike hate vekirin.

Têkîldarê mijarê Rêveberiya Akadimiyê Sîham Qiryo derbarê armanc û xebatên akadimiyê ev tişt bi rojnemaya Ronahî re berve kir. Û diye kir ku Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi tabetmendiya guhertina û veguhertina siyasî, civakî, aborî û çandî hatiye teyisandin. Ku jin bi tevahî rola xwe di avakirina civakel exlaq û polîtîk de lîst.”

Sedemê vekirina akadimiyê

Rêveberiya Akadimiyê Sûriyanî Sîham Qiryo anî ziman ku di encama şerê ku li Rojava û Bakurê Sûriyê di qewimê, jin rastî gelek zextên derûnî, bedenî û civakî hate, da ku em van zextan sivik bikin û bibin bersiv, bi însiyatîfa Yekîtiya Jinên Sûriya akadimiya Bês Nehrîn a Sûruaynî vekirin. Ku Akadimî di 11’ê Cotmehê li Kantona Hesekê ji hêla jinên ciwan ku peceyek sereke ji Yekîtiya Suryanin hate vekirin. Bi vê wesîleyê keçên Suryan jî beşdarî xebat dibin û qabilyetên xweyî hunerî û zanistî bi hêzdikin, her wiha ji bo pêşxistina kesayet û hişmendî semînerên fikrî, siyasî, dîrokî û aborî hatin dayîn. Ku di encama yekemîn dewreya de  ser heftiyekê 25 jin perwerde bi dawî kirin, her wiha tê payîn ku di demên pêşde dê ku dewreyên girtî jî bên destpêkirin.”

Akadimiya Meslekî û ramyarî ye

Sîham destnîşan kir ku di akadimiyê de beşên cûda wekî Dirûtin, kûwafor, zimanê Ferensî û Engilîzî û kombiyuter hatine vekirin û wiha dom kir: “Ku piştî van perwerdehiyan bawernameya Akadimiyê werdigrin da ku ser bingeha vê bawernameya xwebat bikin. Her wiha di pêşxistin û xizmeta civaka xwe de xwedî rol be û hebûna xwe bi karê xwe dide nîşan. Di akadimiyê de perwerdeyên teyorî û semînerên ramiyarî, siyasî û çandî  jî têne dayîn, dê mîna van perwerdeyan bingeha gav avêtina ber bi raman û jiyanek azad û demokrasî ye. JI ber ku bi semîneran de gele mijarên wekî (Doza azadiya jin û dîroka wê, naskirina dîroka gelê Suryanî û dîroka têkoşîn û berxwedaniya gelê wê ku ji sala 1988’an de destpêkir, her wiha semînerên ser Netewa Dîmokratîk û Rêveberiya Xwesr jî tê dayîn.”

Girîngiya Perwerdê ji bo wan

Sîham bal kişand ser girîngiya perwerdehiyê û wiha got: “Mîna van perwerdeyan hevaltî û zanistê zêde dike, her wiha jinên Suriyan di lêhurbûn û lêkolînan de kûr dibin û wiha rola xwe di milê aborî, civakî û siyasî de pêşdixin. Jinên Suriyan dikarin bi hêz û baweriya xwe asta civakê di milê fikrî û zanistî de pêşbixe, di heman demê de jî pirsgirêkên jin û civakê di riya gotubêj ku di hola semînerê de têne kirin; bi kurahî têne nîqaşkirin. Di encama van nîqaş û pêşniyaran de dighêjin çareseriyek guncaw ku jin karibe bermaberî wan pirsgirêkan çareseriyekê avabike.”

Tekoşîna me ji bo azadiya jinên ye

Rêveberiya Akadimiyê Sîham Qiryê da zinşn ku tevî ku akadimî nû vebûye jî lê tevlî bûn jinna heya astekê başe, her wiha ya girîniya vê akadimiyê ku ev yekemîn akadimiya xweser a jinên Suryan li Hesekê hatiye vekirin. Û di dawî de Sîham Tekezkir ku bila jina Suryan bizani be ku tekoşîna me di pêla yekemîn de ji bo azadî û xweseriya wê ye.”