Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê wê ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK’ê, nîjadperestî û qanûna polîsan a ku hikumet dixwaze bîne, roja 1’ê Kanûnê li paytext Berlînê xwepêşandaneke hevpar li dar bixin.
26’ê Mijdara 1993’an di dema hikumeta Helmût Kohl de PKK li Elmanyayê hatibû qedexekirin. Qedexe dikeve sala 25’an. Di sala 25’an de ji bo bandor û xisara vê qedexeyê li milyonek Kurdên li Elmanyayê û li demokrasiya Elman dike bê bibîrxistin, konferans, çalakî û xwepêşandanên protestoyî tên organîzekirin.
Yek ji van xwepêşandanan jî roja 1’ê Kanûnê li paytext Berlînê tê lidarxistin. Ji bo vê çalakiya hevpar, gelek saziyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bang kirin. Meş û mîtîng wê bi dirûşma “Daxwaza azadiyê nabe ku were qedexekirin – têkoşîna hevpar li dijî qanûna polîsan, qedexeya li ser PKK’ê û li dijî nîjadperestiyê” pêk tê.
Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin, Elmanya û Tirkiye welatên sereke ne ku li dijî tevgerên azadiyê şer dikin. Hate bibîrxistin ku ji roja PKK hate qedexekirin û vir ve bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin destgîrkirin, serdegirtin li mala bi dehan kesî hate kirin û ev bang hate kirin:
“Em ji hikumeta federal dixwazin ku qedexeya li ser PKK’ê tavilê rake. Ev siyaseta antî-demokratîk a li dijî tevgera azadiyê tê kirin, divê êdî biqede. Me gelek caran dît ku civaka li Elmanyayê jî qedexeya li ser PKK’ê qebûl nake. Hem dema Kobanê, hem di xwepêşandanên G20 de, hem jî di dema çalakiyên ji bo şermezarkirina qanûna polîsan de me dît ku PKK ji bo demokrasiyê, aştî û azadiyê têdikoşe.
Em dixwazin 1’ê Kanûnê dakevin qadan û li dijî hevkariya hikumeta Elman a bi rejîma dîktator a li Tirkeyê re peyameke xurt bidin.”
Meşa girseyî wê 1’ê Kanûnê roja Şemiyê saet 12:00 li meydana Alexanderplatzê ji cihê Neptûnbrûnnenê dest pê bike û tê payin ku li gel alîgirên demokrasiyê komên femînîst û antî-faşîst jî tevlî bibin.






