Rojnameya Ronahî

Çav li şanoyê digerin

Hozan Seyîdxan

Şano, xwe dîtin û ji nû ve naskirine. Di heman demê de şano hunera ruhê  zindî yê gelan e û hunera pêşxistina civakê ye. Rastiya tîne ziman û riya civakê ronî dike.

Şano çalakiya liv û tevgera qerekterên di çîrok, serpêhatî û qewimandinan de diyar bû ne  bi riya ramanê derbasî ser dikê dike. Şano ji hemû beşê hunerê sûd werdigire. Fikir û ramanê di çarçoveya li hevanînê li gorî rêgeza xwe ya xweser derbasî çalakiyê dike.

Tê gotin ku hunera şano yê ji destpêka dîroka mirovatiyê ve heye. Tê payîn ku hemû  liv û tevgera mirovan hunera cureyên şano yê bû ye.

Li gorî çavkaniyên zanyaran yekem car cure yê şanoya tragêdiya û komêdya di sed sala 5’emîn û 4’êmîn de serdema xwe ya herî pêşketî de bû ye.

Ji wan serdema ta roja me, şanogeran bi riya şano yê mirovatî ji bûyerên dîrokî, civakî, netewî û siyasî agahdarkirine. Rê li pêşiya serkeftinan vekiriye.

Berê li gelek welatan şano ya li kolanan dihate lîstin, girseyên gel ji ber  bandora wê li dijî bindestiyê, zordariyê, dagirkeriyê radikire serhildanê. Di vê sed sala dawî de modernîte ya kapîtalîst pêşdaxistina  çand û teknîka îndistruyalîzmê re bandor li hunera şano yê kir. Vê çandê hişt ku hunermendên şanoyê muhtacî populîzmê û diravan bibe.

Êdî şano li gorî daxwazên hin derdoran bi mijarên ne ji rêzê, tenê ji bo xîtabî ajoya wan bike tê bikaranîn.

Naveroka mijarên şano ya îro bûne mijarê çawa girseyan bidim kenandin, kêfa wan bînim, laqirdiyan bi wan bikim û hwd. Bi kurtî şano ji riknê xwe, rastiya xwe û exlaqê civakê  hatiye dûr xistin.

Ev rastiya di kanalên tv yan de bas tê dîtin.Bi riya rêze filmên pembe pirsgirêkên civakan ji nedîtî ve dibînin.

Bi riya van rêze fîlman nirxê civakan dejenere dikin. Jinê wek obje bikartînin. Girseyên gel bi xewn û xeyalên sexte û rijî dixapînin.

Raste dîroka şanoyê di nav kurdan de hewqas dûr û dirêj nîne. Kurdan di dawiya sed sala bîstan de li derveyî welat bi riya şanogerên amator hin kurte skêç û şanoyan lîstin. Armanc  û hewildana wan hunera şanoyê pêsbikeve bû. Bi taybet salên 80 de xebatên şanoyê bi amatorî be jî hate destpêkirin û heta salên 90’î bandorek mezin li girseyên gel dikir.

Dîsa di salên 90’î bi şûnde NÇM’ê li metrepolên Tirkiyê hunera şanoyê derbasî asta profesyonal kir û gelek şanoyên ji naverokê ve bi hêz afirandin.

Di van salande eleqeya ji şanogeriyê re pir bi pêş ket. Bi beşdarkirina bi dehan komê şanoyê re festîvalên şanoyê hatin çêkirin. Ji komê şanoyê re turneyan dihatin amadekirin.

Belê çi bû sedem û hişt ku ev xebata şano bê rawestandin. Li welat berê şoreşê berfereh û mezin bû, dem deman derfetê bi rêxistikirina xebatên hunerî hate bidestxistin, gelek saziyên çandê hatin sazkirin, başe kî an jî çi sedem ev derfetên zêrin  ji dest hunermendan revand? Çima hunermendên  şanoyê ji saziyên çandê û komeleyan bi dûr ketin?

Rêvebirên saziyan  li gorî pîvan, rêgez û perwerdeyê erka xwe bi cih neanîn. Derfetê xebatên kolektîf ne afirandin. Ji xebatkarên hunerê re atolye yên hunerî  saz nekirin. Li ser bingeha zanista hunerê derfetê perwerdeyê nehate dayîn.

Belê ev rewşên diyarkerin. Ji ber van egeran bi dehan hunermendên şanoyê ji sazî û dezgeyên me yên hunerî bi dûr ketin û hesîdin  jiyana şanogeriya post modernîst. Ango dika şanoya biyanî ji wan re balkêş dihat. Hesidîn rêze filmên pembe, da bibin aktorek an jî fîguranek ji wan.

Eger îro şanoya kurd di asta herî jêr de be û xebatên şanoyê hatibe tevizandin, pêwiste rola sazî û rêvebirên saziyên me li ber çavan bê nirxandin.

Çawa şoreş û tekoşîn bê çand nabe, wisa jî çand an jî şoreş , an jî neteweyek demokratîk bê şano nabe. Napolyon, di derbarê şanoyê da wiha dibê je . Kî saziyek şano  bide min, ezê artêşek ji leşkeran bidimê.

Ji ber ku hunera şano, di nava giştî hunera netewa demokratîk de stuna ronahîkirina civakê ye.