Rojnameya Ronahî

Ciwan xwe ji bo Kongreyê amade dikin

Kongreya Ciwanan a li ser asta Sûriyê wê di 9’ê Mijdarê de were li dar xistin. Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) civînek bi amedebûna dehan ciwanên Kobanê, Sirrînê li navenda xwe ya li Kobanê li dar xist. Endamê rêveberiya YCR’ê Çiya Kobanê da zanîn ku armanca kongreyê avakirina yekîtiya ciwanên Sûriyê ye.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yê Kobanê amedekariyên beşdarbûna Kongreya Ciwanên Sûriyê dikin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) civîneke bi amedebûna dehan ciwanên Kobanê, Sirrînê li navenda xwe li dar xistin. Civîn bi armanca xwendina rêziknameya Tevgera Ciwanên Welatparêz ku wê di kongreya ciwanan a li ser asta Sûriyê de di 9’ê Mijdarê de were li dar xistin, were pêşkêşkirin. YCR civînên xwe hem li Navenda Kobanê hem jî li navçeyên wê li dar dixe.

Endamê rêveberiya YCR’ê Çiya Kobanê da zanîn ku armanca kongreyê avakirina yekîtiya ciwanên Sûriyê ye û got: “Em ê ciwanên xwe bi rêxsitn bikin da ku em bi hêza ciwana şoreşa xwe bi ser bixin. Loma jî girîngiya vê kongreyê zêde ye.”

Piştre rêzikname bi zimanê Kurdî, Erebî hat xwendin û ciwanên amede pêşniyarên xwe kirin.