Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Herekol wê ji dijmin re bibe goristan

25/10/2018
in ROJEV
A A
Herekol wê ji dijmin re bibe goristan
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandar Egîd Garzan li ser êrîşên li dijî Herekolê axivî û got, “Dijmin tenê çû ser çend girî û li wir êsîr ma. Herekol wê her tim ji wan re bibe goristan.”
Berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk dewam dike. Fermandarê Herekolê Egîd Garzan êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herekolê nirxand û da zanîn, artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla gelekî tengav bûye. Fermandar Egîd Garzan bal kişand ser rewşa nebaş a psîkolojîk a leşkerên Tirk û got, “Leşkerên Tirk di tarîtiya şevê de dema ku çav li kevirekî dikevin, ji tirsa gerîla bi sedan fîşekî li kevir direşînin. Rewşa psîkolojîk a leşkeran xera bûye.”
Fermandar Garzan li ser şerê leşkerên Tirk û gerîla yê li Herekolê agahî da û wiha dewam kir: “Dijmin ji bo propagandayê dibêje ‘Em ketine filan cihî, me filan cih kontrol kirine’. Lê belê operasyoneke wan a bi vî rengî li herêmê nîne. Dewleta Tirk mîna her carê şerê taybet dike.”
Fermandar Egîd Garzan anî ziman ku 26’ê Tîrmehê êrîşa li ser Herekolê hinekî din hatiye berfirehkirin û wiha dewamkir: “Dijmin qadên Kulind, şehîd Sorxwîn û şehîd Canxurt kontrol kir. Bi vî rengî çû ser çend girî. Dijmin digot, ‘Em ketine her devera Herekolê, me her der kontrol kirine’, lê tiştekî bi vî rengî tine bû. Xwest bi rêya van derewan şerê taybet bike.”
Fermandar Garzan bi bîr xist, ji roja ku dewleta Tirk li Herekolê dest bi operasyonê kiriye û vir ve gerîla çalakiyên xurt dikin û got, “Di çalakiyên gerîla de nêzî 40 leşker hatin kuştin. Dijimin dixwaze derba ku li Herekolê xwariye veşêre, lewma hejmara kuştiyên xwe jî nade. Me di vê operasyonê de jî dît, dewleta Tirk nikare li dijî gerîla şer bike. Leşkerên wan li ser sînor di nava tinebûnê de ne. Leşkeran di operasyonê de pişta xwe bi teknîkê û balafiran germ kirine. Ne ji balafirên keşfê be nikarin razên û rabin. Psîkolojiya leşkerên Tirk li pêşberî çalakiyên gerîla xera bûye. Li girê ku xwe gihandine ser, bi 100 metreyî jî nikarin bi pêş ve biçin. Li ser giran çikiyane.”
Egîd Garzan işaret bi bandora gerîla ya li ser leşkerên Tirk kir û bi bîr xist ku 35 sal in ew têkoşîna çekdarî dikin: “Me daxuyaniyên dijmin jî şopand. Dibêjin, ‘Herekol ji bo me cihekî stratejîk e’. Bi salan e bi vê rêbazê tevdigerin. Ji bo gerîla her çiyayekî Kurdistanê stratejîk e û haya dijmin ji vê heye. Dijminê ku dixwaze bi propaganda gemarî vî şerî bidomîne, nikare bikeve nava Herekolê.”
Fermandarê Garzan diyar kir, artêşa Tirk mehekê li ser çend girî ma û 40 leşkerên wan hatin kuştin û got, “Hevalan li girê Şehîd Berxwedan çalakiyek kirin û hemû leşkerên li wir reviyan. Dijmin dest ji wî girî berda û reviya cihekî din. Dijmin ber çalakiyên gerîla nikare bi rehetî li çiyayên Kurdistanê be.”
Fermandar Egîd Herekol li ser propaganda gemarî ya dewleta Tirk û medyaya wê axivî û got, “Gerîla niha li hemû çiyayên Kurdistanê derbên giran li dijmin dixîne. Dewleta Tirk jî vê rastiyê ji raya giştî vedişêre.”
Fermandarê Herekolê Egîd Garzan diyar kir, bi operasyona Herekolê re hatiye fêhmkirin ku dijmin nikare çiyayên Kurdistanê kontrol bike û herî dawî got, “Herekol wê di vê operasyonê de jî ji wan re bibe goristan. Gerîlayên azadiyê wê li dijî êrîşên dijmin timî xwe biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.