Rojnameya Ronahî

Ji Şêx Meqsûd heya Efrînê xeta berxwedanê

Idrîs HENAN

Fatma Cemîl Xelîl Endama Rêveberiya Komîn Şehîd Celal li taxa Şêx Meqsûd derbarê berxwedana gelê Efrînê de got: Gelê Efrînê ji ber dunyayê li hemberî terora cîhanî ya dewleta Tirk li ber xwe da. Em vê berxwedana gelê Efrînê pîroz dibînin û berz dinirxînin. Fatma tekez kir ku gelê Efrînê baş dizane dewleta faşîst a Tirk dijminê gelê Kurd e û ew dagirkerî ne bi rêbazên berxwedanê be nayê xwarê û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Piraniya nişteciyên taxê ji şêniyên Efrînê ne. Gelê Efrînê tevî pêkhateyên taxê beriya êrişên dewlet Tirk li ser Efrînê tabloya berxwedanê li Şêx Meqsûd xêz kiribû. Ji ber vê jî gelê Efrînê gelekî berxwedêre dizane çawa li hemberî vê dagirkeriyê berevaniyê bike. Fatma dewam kir: Heman gelê ku li Şêx Meqsûd li hemberî çeteyên Tirkiyê li ber xwe daye, wê li Efrînê bi ruhê Berxwedana Serdemê vê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibe.
BI ŞERVANAN RE
BIBIN YEK BEDEN
Fatma sekna gelê taxê di rojên berxwedanê de bi bîr anî û bi gelê Efrînê yê ku li Şehbayê li ber xwe dide re bi van gotinan parve kir: Gelê taxê bi her awayî li kêleka şervanên xwe bû. ti carî ne dihat xefkên derûnî yên çeteyan. Her kesî erkên xwe pêk dianîn. Hinekan xwarin amade dikirin. Hinekan xetên paşiyê diparastin. Hinekan jî tevlî çeperên destpêkê yên berxwedanê dibûn. Ti kes li taxê bê kar nedima. Gereke gelê Efrînê ku niha li Şehbayê duyemîn qonxa Berxwedana Serdemê dijî bi şervanên azadiyê re ku niha di hundirê Efrînê de li ber xwe didin û rojane çalakiyan li dar dixin, bibe yek beden û yek parçe.
LI ŞÛNA KURDAN
ÇETEYAN BI CIH DIKE
Fatma wiha dirêjî da nirxandinên xwe: Mayîna gelê me li Şehba ji bo serketina berxwedana Efrînê bi xwe misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye. Fatma Cemîl Xelîl Endama Rêveberiya Komîna Şehîd Celal li taxa Şêx Meqsûd di dawiyê de got: Bila gelê me neyê bangên xapînok ên faşîzma Tirkiyê. Niha li Efrînê dewleta Tirk di nav hewldanên guherîna demografîk û qirkirina çandî a dîroka Efrînê de ye. Çeteyên Idlibê û malbatên wan vediguhezînin gundên me û li şûna Kurdan bi cih dikin. Pêwîste gelê Efrînê asta berxwedaniya xwe di heyama seferberiya hatiye ragihandin de berztir bike. Baweriya me heye wê gelê me bi berxwedana xwe Efrînê ji van neyar û dijminan paqij bike.
LI SER TIXÛBÊN TAXÊ TÊK ÇÛN
Mehmûd Ehmed Mustefa Hevserokê Komîna Şehîd Ferhad ku ji Kobanê ye û nişteciyê taxa Şex Meqsûd e ji rojnameya me re got: Gelê Şêx Meqsûd bi bêderfetî li hemberî êrîşeke pir mezin a çeteyên dewleta Tirk li ber xwe da. Gelê taxê bi hevgirtina xwe ya civakî û xwedîderketina li hev biser ket. Dayîk, bav, bira û xwişkên me hemû li taxê sefer bûn. Çeteyan nola Tirkiyê digotin; em ê di çend saetan de taxê dagir bikin. lê berxwedaniya me ew azweriyên wan bi cih neanîn û ew li ser tixûbên taxê têk birin.
DIFNÊ FAŞÎZMÊ
KIRIN AXÊ
Mehmûd di dewama nirxandina xwe de ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Gelê Efrînê li hemberî hovtirîn dewleta bi koka xwe teror e 58 rojan li ber xwe da. Tevî bêderfetiyan jî gelê Efrînê difnê faşîzma Trik kire axê. Dibe ku îro Efrîn hatibe dagirkirin, lê ev nayê wê maneyê ku Tirkiyê bi ser ketiye. Berovajî; gelê Efrînê bi ser ket. Ji ber ku li hemberî mezintirîn hêza NATO û ya cîhanê bi îmkanên xweser, tenê bi piştgiriya gelê xwe du mehan li ber xwe daye. Ev talanî û kiryarên dermirovî ku niha li Efrînê dewleta Tirk dike derûniya wê a têkçûyî isbat dike.
Mehmûd Ehmed Mustefa di dawiyê de ev tişt got: Em bawerin wê gelê me yê ku li Şehbayê di mewziyên duyemîn qonxa Berxwedana Serdemê de cih girtiye, bi sekna xwe ya li kêleka şervanên azadiyê re, Efrînê rizgar bike. Hêza me heye em faşîzma Tirk têk bibin. Çawa ku gelên Şêx Meqsûd bi sekna xwe ya bi vîn bi ser ket, wê Efrîn û gelên wê bi îradeya xwe ya ji pola bi ser keve.