Rojnameya Ronahî

PKK ji bo şikandina tecrîdê wê dest bi kampanyayê bike

Komîteya Navendî ya PKK’ê di hefteya destpêkê ya meha Cotmehê de civîna xwe ya asayî li dar xist û li ser erk û wezîfeyên xwe yên sala 41. plansaziyek amade kir. Komîteya Navendî ya PKK’ê piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo bidawîkirina êşkence û tecrîda li Îmraliyê biryar girtine ku wê kampanyayekê bimeşînin.

Komîteya Navendî ya PKK’ê di hefteya destpêkê ya meha Cotmehê de civîna xwe ya asayî li dar xist. Komîteya Navendî hemû pirsgirêk nirxand û li ser erk û wezîfeyên xwe yên sala 41. plansaziyek amade kir.

Piştî civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

“Civîna Komîteya Navendî ya asayî ya salane ya partiya me destpêka meha Cotmehê bi serketî hatiye lidarxistin. Di civîna me de berxwedana qehremaniyê ya sala 40’emîn a partiya me ku bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê tê kirin, di şexsê şehîda me ya mezin Delal Amed de hemû şehîdên me yên qehreman hatine silavkirin. Di civîna me de hemû pirsgirêk û wezîfeyên di rojeva têkoşîna me ya azadiyê de hatine nirxandin û wezîfeyên sala 41’emîn a PKK’ê hatine diyarkirin. Ligel ku êrîşên faşîst û qirker ên dijmin didomîn jî, li ser bingeha biryar û encamên civîna me ya Komîteya Navendî, tevgera me û gelê me xwe ji têkoşîna sala 41’emîn re amade kiriye û teqez ew ê bi ser bikevin.

Civîna me ya Komîteya Navendî têkoşîna qehremanî ya di sala çilemîn a PKK’ê de li ser bingeha xeta partiyê ji hemû aliyan ve nirxandiye. Hemû aliyên pêvajoya nû ya Serfiraziya Reqayê ya Hêzên Sûriyê nirxandiye. Di civînê de dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Efrînê û êrîşên wê yên li dijî Lêlkan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Bakurê Kurdistanê, encamên berxwedana li dijî van êrîşan hatine nirxandin û girîngiya wê ya ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn jî hatiye diyarkirin. Di civînê de bal hatiye kişandin ku vê berxwedana dîrokî ya partiya me û gelê me wê ji bo jiyana azad heta dawiyê were israrkirin û teqez serketin ew ê ya hêzên me be.

Di civîna me de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn diqewime û têkoşîna li Kurdistanê hatiye nirxandin û bal hatiye kişandin ku êdî pergal û saziyên Şerê Cîhanê yê Duyemîn têk çûne. Di civîna me de hatiye bibîrxistin, ev hêzên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rê ve dibin nikarin pergaleke wisa ava bikin ku şer bi dawî bibe û pergaleke nû ava bikin, pêre jî ew ê şer kûrtir bibe û ev ew ê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê derfetên mezin pêşkêş bike.

Di civîna me de tespît hatine kirin ku berxwedana PKK’ê ya çil salan li Herêma Ereban û di asta global de jî di siyaset û feraseta hêzên ku gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk înkar dikin jî guhertinek pêk aniye, lê dewleta Tirk û dewleta Îranê hê jî siyaseta xwe ya înkarkirinê didomînin. Di civîna me ya Komîteya Navendî de hatiye diyarkirin ku li hemberî Îranê divê bi hevseng û baldarî were tevgerîn û li hemberî faşîzma dewleta Tirk jî divê şerê gel ê şoreşgerî were xurtkirin û faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin.

KAMPANYA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ

Komîteya me ya navendî êşkenceya li ser Rêber Apo nirxandiye û diyar kiriye ku ji bo bidawîkirina êşkence û tecrîda li Îmraliyê, têkoşîna ji bo afirandina şertên azad ên ji bo Rêber Apo li her qada têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bike navend û biryar daye ku li ser armanca’‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ kampanyayekê bimeşîne.

Li ser vî esasî kadroyên partiya me di serî de, bang li hemû hêzên gerîla, rêxistinên me yên ciwan û jinan, hêzên siyasetê yên demokratîk dike ku bila xwedî li kampanyayê derkevin û li ser esasê çalakiyên dewlemend têxin meriyetê.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ

Civîna Komîteya me ya navendî li ser van armancan bang li hemû gelên me û hêzên şoreşger û demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê dike ku berxwedana hevpar a li dijî faşîzmê li hemû eniyan xurt bike û vê pêvajoyê bike berxwedana li dijî faşîzmê û faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne.

GELÊN BAKURÊ SÛRIYÊ

Bang li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wê yên azadiyê dike, bi serfirazkirina Berxwedana Serdemê dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê bişkînin û Efrînê azad bikin. Li ser bingeha rasteqiniya şerê gel bi avakirina pergala xwe ya demokratîk li dijî her cure êrîşan ji bo berevaniya li Şoreşa Azadiyê hazir bin û li ser vê bingehê bi rengê çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GEL Û HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên azadiyê dike ku nokeriya hevkar zêdetir teşîr bikin û li dijî dagirkeriya faşîst a TC’ê bi geşkirina berxwedana azadiyê zêdetir berevaniyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rengekî çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GELÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî dike ku rêxistiniya xwe bikin, faşîzmê têk bibin û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bigihije şertên jiyan û xebata azad destekê bidin kampanyayê.

GELÊ LI DERVEYÎ WELAT

Bang li gelê me yê Ewropayê û li derveyî welêt dike ku xwedî li têkoşîna şikandina faşîzmê û jiyan û xebata azad a  Rêber Abdullah Ocalan derkevin û bi çalakiyên rengîn têbikoşin.”