Rojnameya Ronahî

Deste, 1’ê Mijdarê dest bi xebatê dikin

Meclisa Rêveber a Desteyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna  xwe ya yekemîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa lidarxist. Hevserokên Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweser Ebid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid û Hevserokên  9 desteyên girêdayî wê beşdarî civînê bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku deste di 1’ê Mijdarê de dest bi xebatê bikin.

Desteyên Rêverberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê 1‘ê Mijdarê dest bi kar bikin.
Meclisa Rêveber a Desteyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî li dar xist.
Hevserokên Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid û hevserokên 9 desteyên girêdayî wê beşdarî civînê bûn.Beşdaran rewşa siyasî ya herêmê, pêşketinên leşkerî û her wiha girîngiya desteyên Rêveberiya Xweser di rêvebirina karûbarên rêveberiyê li herêmên Bakurê Sûriyê gotûbêj kirin. Piştre mekanîzmaya meşandina xebatên desetyan nîqaş kirin.
Beşdaran li hev kirin ku heftê carekê roja pêncşemê civîna asayî yên desteyan werin lidarxistin.
Her wiha girîngiya koordîneyê di navbera deste û her 7 komîteyên girêdayî wê hate destnîşankirin.
Di dawiya civînê de beşdaran roja 1’ê Mijdarê, weke roja destpêkirina dewama fermî ya desteyan diyar kirin.