Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP’ê bi bi gef û şantajan dest bi hilbajartinê kiriye

17/10/2018
in ROJEV
A A
AKP’ê bi bi gef û şantajan dest bi hilbajartinê kiriye
Share on FacebookShare on Twitter

Li Elbaka Wanê a bakurê Kuristanê HDP’ê zêdeyî 98 ji sedî yê dengan stendibû. Leşkerên Tirk avêtin ser gundên Elbakê û gef li keyayan xwarin ku divê ji gundan deng ji HDP’ê re dernekeve. Helîkopterên leşkerî jî li ser gundan digerin û hewl didin gundiyan bitirsînin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rêveberî, dadgerî, leşker û polîsan dest bi karê hilbijartinên herêmî kir. Navçeya Elbakê jî ji bo vî karê xwe weke navendekê hilbijartiye.
HDP’ê li Elbakê rekor şikandibû û 98 ji sedî yê dengan stendibû. Rejîma AKP’ê ji bo careke din li Elbakê nekeve heman rewşê, bi hemû sazî û hêzên dewletê dest bi karê hilbijartinê kir.
KARÊ JI SÊ QONAXAN PÊK TÊ
Di vê çarçoveyê de planeke ji sê qonaxan daniye pêşiya xwe:
* Destpêkê wê walîtî û qeymeqamî hewl bidin mirovên li herêmê qanih bikin.
* Leşker û cerdevan wê zextê li mirovên ku qanih nebûne bikin.
* Eger piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê bidomînin, vê carê wê dadgerî bikeve dewrê û ev kes bên destgîrkirin û girtin.
GUNDÎ HATIN DESTGÎRKIRIN
Li gundê Elbesê rêjeya dengê HDP’ê 90 ji sedî ye. Lewma AKP diavêje ser gundan û gundiyan destgîr dike. Leşkerên rejîma AKP’ê avêtin ser du gundan û hin gundî di nava hefteyekê de sê caran destgîr kirin. Gundî li gorî lîsteya ku cerdevan didin, tên destgîrkirin. Li gorî agahiyan, leşkeran di dema destgîrkirinê de ji gundiyan re gotin, ‘Ev yek hîn destpêk e’ û gef li wan xwarine. Her wiha helîkopterên leşkerî jî li ser gundan digerin.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bi bîr xist ku di her hilbijartinê de ew li Elbakê dibin partiya yekemîn a serketî û got, “keya hatine tasfiyekirin, gef tê xwarin û mirov tên destgîrkirin.” Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminatiyê li Kurdan dike, ji bo HDP bi ser nekeve çi jê bê wê bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.