Rojnameya Ronahî

Çareseriya pirsgirêkan bi azadiya Ocalan pêkan e

Mihemed Ocalan, , biryara dawî ya DMME’yê ya derbarê Ocalan û tecrîdkirina wî de axivî û got: “Çi dikin bila bikin, carekê gelên Rojhilata Navîn û rêberê xwe bûne yek. Çawa 9’ê Cotmehê û komployên navnetewî hatin pûçkirin, wê polîtîkayên tecrîdkirinê jî bên pûçkirin.”

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.  Mihemed  Ocalan, birayê  Rêber Ocalan, diyar kir tecrîd berdewama komploya 9’ê Cotmehê ye.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan bi bîr xist ku piştî Ocalan ji Sûriyê derket cîhanê hemû deriyên xwe girtin. Ocalan diyar kir ku welatên Ewropayê ji bo kurd bên esîrkirin bi komploya 9’ê Cotmehê hevkarî kirin. Ocalan, anî ziman ku bi vê komployê xwestin di şexsê Ocalan de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd biqedînin û gelekî bi temamî tune bikin.

MÎNAKA KOMPLOYÊ TUNE YE

Mihemed Ocalan, bi bîr xist ku DYA û Ewropa ji bo Ocalan ji Sûriyê bê derxistin bazariyeke qirêj kirin. Ocalan diyar kir ku li cîhanê mînakeke bi vî rengî tune ye û tu rêber bi muameleyek wisa re rûberû nemaye. Mihemed Ocalan got: “Ewropayê qanûnên xwe bin pê kirin û îmze danî bin komployeke wiha.”

Mihemed Ocalan bal kişand ser şert û mercên dema Ocalan ji Sûriyê hat derxistin jî û got: “Di salên 90’î de li hemû cîhanê qewmînên cidî rû didan. Ji gelek deverên cîhanê ber bi Ewropayê koçberî çê dibûn. Ewropaya ku îdia dike wê hembêza xwe ji herkesî re vekiriye, lê cih neda Rêberê Gelê Kurd. Ev ji bo Ewropayê cihê şermeke mezin e. Me ev yek qebûl nekir û em ê nekin jî. Ewropaya ku pesnê xwe dide û dibêje ez dergûşa demokrasiyê me, lê bi helwesta xwe ya ji bo gelê kurd û rêberê wê derket holê ku tu ferqa wê û Tirkiyê ji hev tune ye.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana 2008’an ku der barê îşkence û muameleya li hemberî Ocalan de hat kirin de biryar dabû û gotibû “delîl kêm in.” Mihemed Ocalan bal kişand ser vê biryarê jî û got: “DMME bi vê biryarê nîşan da ku hîn jî komplo didome. Her wiha ev biryara DMME’yê li cîhanê asta hiqûqê nîşan dide. Hiqûqa DMME û CPT’yê li Îmraliyê pêk nayê. Biryara DMME’yê ne hiqûqî ye, siyasî ye. 3 sal in hevdîtin pêk nayên. Çima DMME naxwaze vê yekê bibîne?”

Mihemed Ocalan destnîşan kir ku Ocalan bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin û got: “Kesekî ku bi milyonan kes wî wekî îradeya xwe dibînin bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ev polîtîka berdewama komploya 9’ê Cotmehê ye. Çi dikin bila bikin, carekê gelên Rojhilata Navîn û rêberê xwe bûne yek. Çawa 9’ê Cotmehê û komploya navnetewî hatin pûçkirin, wê polîtîkayên tecrîdkirinê jî bên pûçkirin.”

Mihemed  Ocalan, anî ziman ku zêdetirî 3 sal in agahî ji Ocalan nayên girtin û ev yek rê li ber endîşeyan vedike. Ocalan, ji bo vê yekê bang li gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, hêzên çepgir, sosyalîst û demokrasiyê û saziyên navnetewî kir û got: “Serok Apo dixwaze li Rojhilata Navîna aşitî çêbibe. Kes nikare rê li ber vê yekê bigire. Divê demildest dawî li tecrîdkirina Serok bê. Pirgirêka kurd û Rojhilata Navîn ancax bi azadiya Serok pêkan e.”…MA