Welatiyên Qamişlo Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser rêya Rêber Apo bimeşin û ji bo azadiya wî têkoşînê bikin.
Bi boneya salvegera 20’emîn a Komploya Navetewîya 9’ê Cotmehê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistaên çalakî dewam dikin. Di salvegera komployê de nerazîbûna gel li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan zêde dibe. Bi boneya salgera komploya 9’ê Cotmehê welatiyên Qamişlo nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi têkoşînê ew ê tecrîda li ser Rêber Ocalan bişkînin.
WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE
Rêvebira Kongra Star a taxa Xerbî Firyal Mehmûd Umer komlo şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji dema avabûna xwe de heta roja îro dijmintiya Kurdan dike û wiha got: “Rêber Apo jî mîna serokê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela wê rojekê ji zîndanê derkeve û bibe rêberê hemû gelên bindest.” Fîryal Mehmûd Umer diyar kir ku weke jinên endamên Kongreya Star ewê ji bo azadiya Rêber Ocalan bê navber têkoşîna xwe bidomînin.
RÊBER APO KURD JI MIRINÊ ŞIYAR KIR
Jina bi navê Wecîha Ebdilhemîd jî komplo şermezar kir û anî ziman ku komlogeran xwestin bi dîl girtina rêber Apo îradeya gelê Kurd bişkînin û wiha axivî: “Gelê Kurd bi hezaran sale ji destên dijminan zilm û zorê dibîne. Bi dîl girtina Rêber Apo jî xwestin gelê Kurd careke din qir bikin û bê îrade bihêlin. Ji ber ku Rêber Apo gelê Kurd ji xewa mirinê ya bi hezaran salan şiyar kiribû. Niha Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de ye lê li ser fikrên wî têkoşîna gelê Kurd ya azadiyê ya jinan dewam dike. Gelê Kurd û jin wê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava têkoşînê de bin.”
EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN
Welatiyê bi navê Xadir Yusiv Berhik jî diyar ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got, “Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû gelê Kurd û gelên bindest hat kirin. Em ê heta dawiyê li ser rêya Serok Apo têkoşînê bikin û rêber Apo azad bikin.”…Emgîhan HESÊ






