Rojnameya Ronahî

Em ê ji bo Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin

Behaa Hec Izet diyar kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêber Ocalan hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Endamê Paritya Çepgir a Kurd a Sûriyê Behaa Hec Izet nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk a bi tecrîdê hewl dide pêşiya fikrên Ocalan bigre ku li Rojhilata Navîn belav nebe.
Hec Îzzet diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan biratiya gelan û jiyana hevbeş li Sûriyê û Rojhilata Navîn ava dibe.
Hec Izet diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê wê neghije armancên xwe û got, “gelê Kurd xwedî îrade ye û dest ji têkoşîna xwe û Ocalan bernade. Kurd wê heta dawiyê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê dewam bikin.
Endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Behaa Hec Izet di dawiya axaftina xwe diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd rewa ye, Ocalan rêberê Gelê Kurd e û ew ê heta dawiyê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bikin… ANHA