Rojnameya Ronahî

Meclisa Jinên Sûriyê biryarên girîng girt

Di duyemîn civîna Meclisa Jinên Sûriyê de berdevkên bajêran hatin hilbijartin.
Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê civîna xwe ya asayî ya duyemîn li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk a navçeya Eyn Îsa li dar xist.
Bi dehan jinên ji herêmên cuda yên Sûriyê (Şam, Laziqiyê, Tertûs, Banyas, Qelemon, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Idlibê), berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat û Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsif beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rapora salane ya xebatên meclisê hatin xwendin, beşdaran jî derbarê raporê de nêrînên xwe anîn ziman. Di nîqaşan de girîngiya çalak kirina rola jin li hemû herêmên Bakurê Sûriyê hate ziman.
Di civînê de hin biryarên ku hatin girtin wiha ne:
-Perwerdekirin û çalak kirina hemû endamên meclîsê.
-Avakirina buroya teybet ji bo lêkolînên jinan.
-Avakirina komîteyên şaxan û xurtkirina komîteya doplomasî.
-Pêşxistina ragihandinê.
-Lidarxistina civînên desteyê bi awayekî asayî.
-Kampanyayeke li dijî tundiyên li ser jinan li ser asta Sûriyê were destpêkirin.
-Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de komxebateke jinan li ser asta Sûriyê were lidarxistin.
Di dawiyê de Heyfa Mehmûd, Îlham Mutlî û Wela El-Nacî wekî berdevkên meclisê li herêmên rojhilat Tebqa, Reqa û Dêrazor hatin hilbijartin.