Rojnameya Ronahî

Li kampeke koçberan 33 zarok mirin

Li kampeke koçberan a li bakurê rojhilatê Nîjeryayê hatibû çêkirin, di nava du hefteyan de 33 zarok ji ber mercên xirab ên jiyanî jiyana xwe ji dest dan.
Dixtorên Sînor Nenas (MSF) anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dane li kampa koçberan a li bajarê Bamayê ne. Li gorî daxuyaniya MSF, “Piraniya zarokên ku hatibûn mir pir xirabû bûn. Ji ber nebûna derman û mercên giran ên jiyanê li kampan rewşa wan hê xirabtir bûn.”
Li gorî MSF’ê, di nava 2-15’ê Tebaxê de li kampê 33 zarok mirine.
Nûnera rêxistinê ya li Prasînê Lîsa Veran got: “Ji ber mecên xirab ên jiyanê mirine.”
Bama, beriya niha bajarê duyem ê herî mezin ê eyaleta Bornoyê bû, vegerandin navenda alîkariya mirovî.
Welatiyên ji ber hovîtiya Boko Haram direvin li van kampan tên bicihkirin. MSF diyar kir ku ji meha Nîsana 2018’an û vir ve nêzî 10 hezar kes li Bamayê bicih bûne. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li gorî alîkariya têkirin, tevî her roj hejmara welatiyan zêde dibe, lê weke xwe dimîne. Kampa ku herî zêde dikare 25 hezar kesî bi cih bike, ji meha Tîrmehê ve rêjeya xwe zêdekiriye.”