Ayşa Silêman/ Qamişlo
Dayîka şehîdan Zelîxa Mihemed diyar kir ku ev 5 salin dewleta Tirk a dagirker Serê Kaniyê dagirkiriye lê em ê heya dawiya jiyana xwe li ber xwe bidin û tucarî serî li hemberî dagirkeriyê natewînin, heya dilopek xwîn di canê me de heye em ê têkoşînê bikin û vegerin cih û warê xwe û xaka pîroz ji dagirkeriyê re nehêlin.
Zelîxa Mihemed temenê wê 60 saliye xelkê Serê Kaniyê ye lê di Kampa Telai ya girêdayî bajarê Hesekê de ew û zarokên xwe bicih dibin. Piştî ku dewleta Tirk Serê Kaniyê dagirkir, ew neçar bû ku dev ji bajarê xwe berdan û berê xwe bidin cihekî bi ewlehî û ev nêzî 6 sala ye di kampê de jiyan dikin. Zelîxa Mihemed him bi Saziya malbatên şehîdan re û bi hêza cewherî re dibe alîkar. Tevî mezinbûna temenê wê jî, lê çi erk were ser milê wê dike, ew ji malbateke ku 23 Şehîd dane û tucarî qebûl nake ku di mal de rûne û wê hertim li ser piya be û li ser şopa şehîdan be.
Di derbarê salvegera dagirkeriya Serê Kaniyê û êşa derketina gel ji warên wan dayîka Şehîdan Zelîxa Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Çîroka destpêkirina şerê Serê Kaniyê
Zelîxa Mihemed diyar kir ku destpêka şerê Serê Kaniyê ji piçûkan heya mezinan şer li dijî çeteyên bi navê Artîşa Azad û çeteyên bi navê Cebhet EL Nusra dikirin û tu kes ji mala xwe derneket û gel karî wan têk bibe û wiha got: “Dema dewleta Tirk bi balafiran dest bi êrîşan kir êdî çara nema em koçber bûn, dema em koçber bûn me berê xwe da Til Temer û li wir bi cih bûn û ev nêzî 6 sale em li kampa Telai bi cih bûne. Lawekî min li Serê Kaniyê şehîd ketiye û lawê min yê din jî li Holê fermendarê tugayî bû, lê ev 6 salê wî ye windayî ye tu agahiyên me jê nîne, hesreta min ew e ku agahîyekî li ser lawê xwe nasbikim, her wiha du lawên min jî birîndar bûne. Bûyera herî bi êş ku me cih û warê xwe ji çeteyan re hişt, ez ji malbata 23 şehîda me û ne poşmanim ku malbata min canê xwe fedayê vê axa pîroz kiriye, heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê vegerin li warê xwe û tu carî em serê xwe natewînin ji dagirkeran re, em neviyên xwe jî ji bo parastina vê civakê û axê xwedî dikin.”
Astengiyên ku rastî wan tên di kampê de
Dayîka Şehîdan Zelîxa Mihemed axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Astengiya ku em rastî wê tên di milê demsala zivistanê de ye ji ber ku jiyana konan debar pêre nabe, zarokên me ji ber sir û seqemê gelek nexweş dikevin. Hêviya min serkeftina hêza me ye û vegera me ya li warê meye. Dewleta dagirker bang dike bi dînê islamê lê rojane sûcên dijmirovî dike zirarê dide herderî heya xwezayê jî, bi dehan zarok di bin malan de man û fetisîn, ev hemû gunehin û wê rojek bê wê kurd bighin mafê xwe û bi ser jî bikevin. Erdoxan ji bêhêzbûna xwe û şikandina wî ya li hember kurdan tu çare di destê wî de nemaya, tecrîdê giran dike li ser Rêber Apo, lê ne em û ne neviyên me doza Rêber Apo bernadin, lê hîn jî em deyndarê Rêber Apo ne û ez ji bo Rêber Apo ez xwe û zarokên xwe jî feda bkim hên jî kême, bi saya wî îro em azad bûn, heger Rêber Apo nebûya em ê heya niha bindestbana.”