Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan çima, şimika xwe xist nav şekala Îsraîl û Ereban

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Erdogan çima, şimika xwe xist nav şekala Îsraîl û Ereban
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Sedsala 19. ku Kongreya Yahûdiyên cîhanê kom. Di vê Kongreya navbûrî de biryar tê girtin ku ji Yahûdiyan re dewletek were avakirin. Girêdayî bi vê biryarê, gelek cih tên diyarkirin ku ji wan re bibe war. Ji van çend cih di nava sînorên împaratoriya Osmanî de bûn. Filîstîn, Îzmîr-Manîse, Selanîk… vê daxwaza xwe radigihînin Siltan Abdulhamît lê ev nayê qebûlkirin. Dema ku qebûl nake, bi rêya Îtahat ve Terrakî li dijî wî, ji beriya şerê cîhanê yê yekemîn derbe dikin. Dîsa di şerê cîhanê yê yekemîn de destpêkê Yahûdî destekê didin eniya împaratoriyên Alman-(Osmanî di vî şerî de li cem Almanyayê bû). Lê paşê desteka xwe ji Almanya dikişînin, alîkariyê didin Brîtanya. Di encamde eniya Alman şerê cîhanê wenda dike. Ne hemû sedem ev be jî, ev faktoreke girîng e. Dema eniya Alman vî şerî wenda dike, vê wekî neheqiyeke li wê hatiye kirin dibîne. Jixwe Almanyaya Hitler jî vê dike sedem di pêvajoya şerê cîhanê duyemîn de jî  bi sedhezaran Yahûdî di firinan de dişewitîne, di odeyên gazê de dixeniqîne.

Ji beriya vê di  kongreya 1892’an hin cihên kongreyê wekî welatê Yahûdiyan fikirîbû. Dema ku bi şerê rizgariyê yê Mustafa Kemal, Tirkiye girt, hêzên hegemon Tirkiyeya Mustafa Kemal bi îhtimaleke mezin ji ber vê yekê wekî Îsraîla pêşwext erê kir. Dibe ku ji ber vê yekê, hêzên hegemon dengê xwe ji bo jenosîda Ermenan nekiribûn. Di encamê de Osmaniyan milyonek û nîv însanên Ermen qetlkirin. (ev amadekariyên Îsraîleke li ser erdên Anatoliyê bû)

Vayê heman Tirkiyeya Mustafa Kemal, piştî ku ew mir, piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji welatên destpêkê bû ku Îsraîl nas kir. Ya din jî Tirkiyeya Mustafa Kemal dema ku hate ava kirin, ji ber ku li ber Sowyeta Komînîst bendeke xwezayî bû dewletên kapîtalîst ên hegemon rê da wê ku bijî.

Dema ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn Îsraîla rastîn ava bû, û ya din jî Yekîtiya Sovyatê di salên 1990’an hilweşiya; ji ber ku gefa komînîzmê ji ser emperyalîstan rabû û Îsraîl bi xwe ava bû yanî pêwîstî bi Îsraîla pêşwext a îhtimal bû li ser erdên Tirkiyeyê avabûya nema, êdî hêzên hegemonîk difikirin ku pêwîstî bi Tirkiyeya Erdogan ku li ser erdên Osmaniya Abdulhamît ava bibû, nemaya.

Taybetmendiyeke esasî ya Yahûdiyan jî ew e ku ti car tola xwe li ti kesî nahêlin. Di serdema navîn de dema ku îspanya û Fransa li wan neheqî kir, çûn Hollanda-Îngîltereyê pêşengiya kapîtalîzmê kirin. Fransa, Îtalya, Almanya ji aliyê aborî û siyasî ve di wê serdemê de di pey Holland-Brîtanyayê re xirikî. Abdulhamît Xanê Osmanî, yanê bavpîrê Erdogan, dema teklifê Yahûdiyan qebûl nekir, ji beriya şerê cîhanê yê yekemîn ji textê xwe bû. Dîsa ji ber hin hesabên wê demê, dema di vî şerî de desteka xwe ji Almanya kişandin. Ev jî bû sedem ku Almanya di şer de têk biçe.

Lê wisa xuya dike ku hesabê Yahûdiyan li gel Osmaniyan neqediyaye. Jixwe wê demê tenê bi destê Îttîhat ve Terrakî Abdullhamît ji textê wî kiribûn. Me got taybetmendiyeke Yahûdiyan e ti car ji pêkanîna armanca xwe dest bernadin, ev Osmaniyên Nû bin jî wisa ye, (Erdogan bi xwe dide pey armancên Osmanî) Di encamê de hem hesabên hêzên hegemonîk ên derveyê Îsraîl û hem jî li gorî hesabê Yahûdiyan êdî zêde pêwîstî bi Tirkiyeya Erdogan nemaye.

Ya dawî; jixwe di pirtûka pîroz a Yahûdiyan de nivîsandiye ku bihûşt di navbera çar çeman de ye. Em îro dizanin ku ji van yek Firat û ya din jî Dîcle ye. Îsraîl dewleteke teokratîk e yanî li ser esasê dînê Yahûditiyê hatiye avakirin. Çawa ku mumînê her dînê ji bo dîna xwe dixebitin, ji bo bihuşta xwe dua dikin û heta şer dikin Yahûdîtî û Îsraîl sed hezar carî zêdetir wisa ye.

Serçavên Dîcle û Firat di binê potînên leşkerên Erdogan de ye; xewnên Netanyahû pê gur geş dibin. Kurdistana qedîm wekî hezar salan bûye dîsa amadekariya şerekî xwînavî dike. Lê mixabin ne ji bo xwe…

Tenê pêşiya şerekî wisa xwînavî, dikare bi Konfederalîzma Demokratîk were girtin. Wê demê pêwîstî pê namîne ku Erdogan bide li pey Mîsaqa xwe ya Milî, bihuşta li Tewratê jî jixwe her li şûna xwe ye, Kurdistana tije xêrûbêr. Ew têra gelê Tirk, Yahûdî û Kurd, Ereban jî heye. Lê em soza Erdogan nadin ew dikare biçe Asyaya Navîn (li gorî hin gotinan ne Tirk e, Gurcî ye) yan eger  neviyên Cengîz Xan wî qebûl nekin bila berê xwe bidê Gurcistan. Êdî wê demê ew dizane biçe ku derê.

Post Views: 103
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.