Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilatdarî û Rêveberiya Demokratîk…(2)

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Desthilatdarî û Rêveberiya Demokratîk…(2)
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ramanê Rêber Apo

Sosyalîzma pêkhatî hewl da pirsgirêka desthilatdarî û dewletê bi pêkanîna desthilatdarî û dewleteke din çareser bike û ev jî sedema bingehîn a îflasa wê ye. Sosyalîzma pêkhatî qet hesab nekiribû ku desthilatdarî û dewlet sermayeya kombûyî ne, wexta fonksiyonel dibin bi sermaye û kapîtalîzmê bi encam dibin. Di warê teorîk ê vê mijarê de çavkorî bû ye. Dewletdariya netewe ya navendî ji mînakên lîberal ên klasîk qat bi qat mezintir kiriye û yeqîn kiriye ku wê bi vî awayî bigihîje kominîzmê, lê di dawiyê de bi pêkhatina herî hov a kapîtalîzmê re rûbirû bûye. Encama herî girîng a ezmûna sosyalîzma pêkhatî ew e, sosyalîzm bê demokrasî pêk nayê. Di roja me ya îro de pirsgirêkên bi navê civaka sivîl, mafên mirov û hindikayiyan, pirsgirêkên rêveberiyên xwecihî û bi tevahî pirsgirêkên neteweyî yên klasîk gelekî zêde bûne. Ji ber ku dewleta netewe ya navendî xwerêveberî û demokrasî tepisandine, pirsgirêkên behsa wan tê kirin derketine holê. Ji lewra ji bo ev pirsgirêk bêne çareserkirin divê ew zemînê tepisandin û desteserkirina mafan ê dewleta netewe ji holê bê rakirin. Hem karekterê federal ê DYE’yê, hem jî xwebipêşvebirina Yekîtiya Ewrûpayê ber bi aliyekî ve ku pê nirxên demokratîk ên hatine desteserkirin hêdî hêdî be jî ji nû ve li civaka sivîl, ferd, hindikayî û rêveberiyên xwecihî vedigerîne, nîşan didin ku ji taktîk û teoriyên sêsed salî yên dewleta netewe çerx kirine, ji wan vegeriyane. Ji ber ku pêvajoya sêsed salî bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatibe dîtin rê li ber şeran, talanan, mêtingerî, qirkirin û asîmîlasyonan vekir. Mînaka Yekîtiya Ewrûpayê bi sînor be jî gavek e ku ber bi demokrasiyê ve hatiye avêtin. Çawa ku di modela dewleta netewe de jî hat dîtin, ev modela li demokrasiyê vekirî, îhtîmaleke xurt e, bi dewlet û gelên dinyayê re were parvekirin. Lê wer xuya dike ku bi awayekî bingehîn a li parzemînên din ên dinyayê pêş bikeve, demokrasiya radîkal e. Ezmûna Emerîka Latîn, nêzîkatiyên welatên berê yên sosyalîzma pêkhatî, rastiya Hindistan û heta Efrîkayê girîngiya demokratîkbûnê her roja diçe bêhtir nîşan didin û neçar dikin ku pêşketin ber bi vî alî ve pêk bên.

Li herêm û dayika niştiman a şaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, ji her alî ve û eşkere nîşan dide ku parvekirina desthilatdarî û dewletdariya netewe bi binketine. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe disipêrin hiyarerşiyên rehên wan kûr diçin û dewletên netewe yên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Afganistanê anîne xwarê û vebirrî nîşan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in, û dîsa ji her alî ve li pêş çavan raxistiye ku ew çavkaniya şîddet, teror, şer û tevkujiyê ne. Dewleta netewe û parvekirina desthilatdariyê mîna topeşeqê [bumerangê] vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tiştek jê nayê û ev rastî jî têra xwe piştrast bûye.

Di van şert û mercan de hêza çareserker a demokrasiya radîkal û konfederalîzma demokratîk derdikeve holê. Li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê avêt û jê re bû dergûş, vê carê jî şeveqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jê re dibe dergûş. Di xwezayê de rêzik û pîvanek heye: Her tişt li ser koka xwe ji nû ve hêşîn dibe. Wer xuya dike ku demokrasî jî wê li ser rehên xwe yên digihîjin şoreşa neolîtîkê bi temamî û bi awayekî serketî wê ji nû ve hêşîn bibe. Ev dergûşa ku hê jî derban ji şaristaniyên hegemonîk ên navendî hemûyan dixwe, pêkan e ku zarokê demokrasiyê xwedî û mezin bike. Ev çiya û erdên ji mêj ve hêza xwerêvebirinê, qabîliyeta civakbûna polîtîk û exlaqî ji dest dane, heye ku careke din, ji derketina ‘Kurtî’yan a dergûşê û meşa wan re şahidiyê bikin. Li çanda Rojhilata Navîn her tişt mîsala kûpên bi ser hev ve kirî ne. Heqîqeta civakî ya li qadekê serketina xwe piştrastkirî, xwedî wê xisletê ye ku bi lez li qadên din belav dibe. Îslam di nava demeke kin a bi qasî sîh salî de bû sîstemeke dinyayê. Pirsgirêkeke piçûk a mîna Filistînê bi salan e ku fena tevahiya herêmê kiribe êsîrê xwe. Demokrasiya rastî ya bi şeveqa Kurdistanê re di dergûşa şaristaniyê de mezinbûyî êdî dikare gav biavêje û xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û îfadeya sîstematîk a van diyardeyan tevan modernîteya demokratîk, weke alternatîfeke li dijî modernîteya kapîtalîst dest pê kiriye bi rolekê radibe. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a bi gelek dersên ibretwarî îflasa xwe her roja derbas dibe piştrast dike, modernîteya demokratîk mîna roja hiltê ye.

Di têkiliyên desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de pirsgirêka bingehîn a divê mirov ji hev derxe ew e, divê cudahiyên di navbera xwe de çawa biparêzin û bi rêkûpêk bikin ango wê pirsgirêka aştiya civakî çawa çareser bikin. Em ji mînakên dîrokî û rojane dibînin ku kengî hewl didin hevdu bi temamî tesfiye bikin, desthilatdariya dewletê vediguhere cinawirê (Levîathan) civakî û pêvajoya kaotîk kûrtir û domdar dibe. Her ceribandina çareseriyê ya di vê çarçoveyê de hê bêhtir bêhnê li civakê diçikîne û wê diqedîne. Ji çaresernebûnê mirovatiyeke bûye mîna moriyan a di bin îdareya mutleq a dewletê û qalibên zêdexwarin-bikaranînê de asêmayî paşve dimîne. Ev rastî bi êrişên topyekûn a modernîteya kapîtalîst li dijî civakê pêk hatiye. Şoreşgertiya nikarî ji utopîkbûn û desthilatperestiyê bibihure, bi van qelsiyên xwe bûye sedem modernîteya kapîtalîst bêhtir bi hêz bibe.

Xweseriya demokratîk a hêza çareseriyê ye, bi du cure rêbazan dikare bi van avahiyên dêwane re serî derxe. Rêbazên şoreşger û reformker. Rêbaza şoreşger a bi tevahî xirakirina avahiyên modernîteya kapîtalîst, nexasim desthilatdariya dewlete netewe dike armanc, ji ezmûnên wê yên dîrokî jî diyar bûye ku desthilatdariya dewleta netewe bi hêztir kiriye û bi ser neketiye ku avahiyên wekhevî, azadî û demokratîk ên civakê ava bike. Demokrasiya reformker jî di nava modernîteya serdest de heliyaye, nikarîbûye xwe ji vê aqûbetê rizgar bike. Encama em ji vê bigirin ev e, çi rêbaz were bikaranîn bila were bikaranîn, ya esas ew e, divê mirov alternatîfên entelektuelî û sazîyî yên sîstema modernîteya demokratîk pêşde bibe di rojevê de bihêle û bi cih bîne. Divê mirov karibe texmîn bike ku herdu sîstemên modernîteyê, dibe ku bi sedsalan li cem hev bimînin, û li gorî vê, mirov hem di binyeya dewleta netewe ya taybet de, hem jî di nava sîstema jor-netewan a gerdûnî de çareseriyên destûrî yên demokratîk pêş bixe û bi îhtîmaleke xurt, pêkan e ku ji têkilî û nakokiyên di navbera xwe de bibihurin. Pêşketineke bi vî rengî dikare rabihuriya neyênî bigihîne paşeroja erênî.

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.