Ayşa Silêman/ Qamişlo
Jina bi navê Wedha Hisên ku piştî dagirkirina Serêkaniyê di cotmeha 2019’an de neçarî koçberiyê bûye û 5 salin li kampa Telai dimîne, diyar kir ku ew ê herdem bi hêviya vegera li ser axa xwe jiyan bikin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî Serêkaniyê û Girê Sipî kirin û ew dagir kirin. Piştî dagirkirinê bi 100 hezaran welatî neçarî koçberiyê bûn û li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn.
Ji ber koçberiyê bi hezaran malbat reweşke zeheme di kampan de jiyan dikin, yek ji wan malbatan jî, malbata Wedha Hisên e.
Jina bi navê Wetha Hisên temenê wê 60 saliye xelkê Serê Kaniyê ye û ev nêzî 5 salan e ew û malbata xwe li kempa Telai ya girêdayî bajarê Hesekê bicih bûne. Ji ber zewaca wê ji lawê apê wê 4 lawên wê ker û lal hatine dinê, niha jî lawekî wê ji aliyê Hikumeta Iraqê ve hatiye girtin û tu agahiya wan ji rewşa wî nîne. Herdem jî daxwazê Wedha û malbata wê vegera Serêkaniyê ye.
Di derbarê salvegera dagirkirina Serêkaniyê û zehmetiyên koçberên wê jina bi navê Wedha Hisên ji Rojnameya me re axivî.
Êşa dûrbûna ji cih û war girane
Wedha Hisên derbarê serpêhatiya gel di roja yekem ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di 9’ê Cotmeha 2019’an bû, herwiha destpêkirina pêvajoya giran ya koîberiyê wiha got: “Şeva yekê ji koçberbûna me em li çolê raketin, êdî biryar hat ku em derbasî dibistanan bibin, nêzî salekê em di dibistanan de man, ev nêzî 5 salane ku em di kempa Telai ya girêdayî bajarê Hesekê bi cih bûn. Bûyera herî bi êş ew bû ku em ji warê xwe derketin û li çolan man, zarokên me bircî û bê cil bûn, ew dîmen ji ber çavên me naçin. Di kempê de her meh çarekî mûnet didin me, di dema derbasbûyî de her meh du caran dihate belavkirin, lê niha kêm bûye, tevî ku em 8 kesin jî ji bo me kême, lê em neçarin, debara xwe bi vê yekê bikin û vê rewşê derbas bikin. Astengiya herî mezin em têre derbas dibin hatina demsala zivistanê ye, ji ber ku hemû konên me hewcedarî nûkirinê ne û dema baran tê hemû baran derbasî hundir dibe, sala borî jî herdû konên me li ber lehiya avê çûn. Em ê hertim li ber xwe bidin û tucarî serî li hemberî dagirkeriyê netewînin, heya dilopek xwîn di canê me de heye em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û wê her tim hêviya me ya vegerê hebe.”