Leyla Waşûkanî
Di serdema şaristaniya sermayedar de pirsgirêkên jin û civakê hîn zêdetir bûn, jina ku berê xwedawend bû îro jî nayê naskirin û hatiye rewşeke xetimandinê. Pergalê hemû giraniya xwe, daye ser teknîkê û dixwaze ku civakê ji heqîqeta wê qut bike û mirovan weke robotan bi kar bîne. Ji xwe bi kîn û nefreteke mezin bi ser jinê de diçin û dixwazin ku di kesayeta jinê de heqîqeta destpêka civaka xwezayî, wenda bikin. Heqîqeta pergala jin- dayika, neolotîkê û pêşengiya ji wê serdemê re, kuleke mezin di dilê mêrê şaman de hiştiye û bi wê kerb û kînê bi ser jinê de diçe û tola xwe digire. Berhema dayika xwedawend, ji hêla mêrê serwer ve hatiye, talan kirin û paşî jî keda wê hatiye înkar kirin û mehkûmê koletiyê hatiye hiştin. Jin bi bêbextiyeke reş re, hatiye xistin û vîna wê hatiye şikandin, her çiqasî li berxweda be jî, di encam de hatiye zeft kirin. Di wê serdemê de jinê, wenda kir û bi demê re hîn bêtir hate tepisandin û bi qedera xwe razî bû. Tevî rewşa jinê ya perîşan û koletiya giran jî, pergala mêrê serwer, sebir û hedara xwe tunebû, tirsa pergalê ji jinê mezine.
Dîroka kevnar a jinê nehatiye nivîsandin
Dema ku em li dîroka kevnar, a ku nehatiye nivîsadin temaşe dikin hêza jina xwedawend a biheybet dibînin. Dayika xwedawend û bibereket rêveberiya serdema newlotîkê û bi ked û xuliqdariya xwe nav û muhra xwe li serdemê da. Mêrê serwer ji wê heqîqetê tirsiya û xwest ku jinê bi riya tund û tujiyê biçewisîne û têxe zefta xwe. Mêr bi van rêbazan, xwest ku çavê jinê bitirsîne û wê di nava çar dîwaran de bike hêsîrê xwe û xizmetkara malê. Pergala desthilatdara cîhanê, bi hişmendiya xwe ya sûdmend, li ser jin û civakê şerê taybet dimeşîne, bi riya şerê xwe yê qirêj, exlaqê jin û civakê yê resen wenda dike û dibêje dawiya dîrokê hatiye. Hedef û armanca pergalê ku civaka siyasî û exlaqî lawaz bixe û çanda mirovahiyê tune bike, herî zêde jî êrîşên xwe li ser jinê disepîne. Bi navê azadiya ferd, bê exlaqiyê ferz dike û bi wî awayî jinê dike navenda şer û êrîşên xwe. Jinê dikin xatûna (Kiraliça Meta) madiyetê, ji xwe jinan di mijara raklam û cins (Seksê de bi kartînin) pergal rola jinê û bandora wê pir baş, dizanin. Di heman demê de lawaziyên mêr jî pir baş dizanin û xwe li ser lawaziyên wan didin jiyan kirin. Ger ku jin û civak hatibe pileya ku pergala serdest xwe li ser, lawaziyên wan bide jiyan kirin way li halê wan. Dema ku mirov li ser vê mijarê lêhûrbûn dike, mirov ji xwe nefret dike, gelo çima civaka me, gihaştiye rewşeke wiha ku pergala mêrê tundrew, ferdperest û xasok ewqasî di karî xwe li ser lawaziyên me bide jiyan kirin. Cehaleta mirovahiyê ku heye, çawa dibe sedema kolekirina jin û civakê, bi rastî rewşa heyî mirovan dide lêhûrbûn kirin. Emê niha ji xwe pirs bikin, gelo em çiqasî, dîroka xwe ya mirovahiyê dizanin? Gelo em wek jin çiqasî dîroka xwe ya resen dizanin? Naxwe lawaziyên me, pirin û yên bingehîn jî ku em ji heqîqetê dûrin, Rêber Apo qala şervantiya heqîqetê kiriye. Rêbertî wiha dihizire û dibêje, PKK bûyîn ewe ku ti lêgerînvanê heqîqetê be. Dema ku em di heqîqetê de kûr bibin, wê demê jî emê nasbikin, çima pergal ewqasî bi tundî bi ser jinê de diçe. Li her deverê jin di hedef û armanca pergala serwer deye, pergal pir baş dizane ku, jin xwedî û parastvanê pergala kevnar û resen a newlotîkê ye. Jin bi pêşengiya Rêber Apo, dijberiya pergala serdest û tundrew dike, Rêbertî di vê mijarê de wiha şîrove dike, ger li ku ketîbûn kûrbe li wir jî rabûn jî mezine û bi hêze. Şoreşa jinê berhema keda Rêberê gelê kurd, Rêber Apo ye, bi fikr û ramanên Rêbertî, jin şiyar bûn û dest bi têkoşînê kirin. Piştî ku jin bi xwe bawer bû, hêz girt li ser lingê xwe sekinî ji hişmendiya mêrê serwer re meydan xwend.
Pergal di ferqa tekoşîna jinê de ye
Tekoşîna jinê pergala desthilatdar, xistiye nava bêaramiyeke mezin, pergala serwer şaşwaz maye û tola xwe ji Rêber Apo radike. Pergal di ferqa têkoşîna, jinê de ye û dizane ku, çavkaniya hêza jinê bîrdûziya Rêber Abdulah Ocalan e, tund û tujiya wan ya li himberî, Rêber Apo sedema, xwe jî paradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Serkeftina Rêber Apo ya bingehîn jî ewe ku, di Kurdistanê de li ser pirsgirêka kesayet sekinî û bi îsrareke mezin kesayet ava kir. Rêber Apo bi sal, meh û rojan li ser kesayeta, şoreşger rawestiya û perwerde kir, ji bo ku kesayetên, fermandar û zana bide ava kirin. Pergala navendî û serwer, tevî hevkarên xwe, yên Tirk bi hemû hovîtiya xwe, zext û zorî da ser Rêberê gelê Kurd û xwestin ku wî radest bigirin. Lê mixabin hemûyan jî nekarîn, Rêber Apo bandor bikin û ji rê derxînin. Li himberî hemû rêbazên wan ên derveyî pîvanên mirovî Rêbertî pes nekir û fikr û ramanên xwe li hemû cîhanê belav kir û kir mîrateyeke giranbiha ji mirovahiyê re.
Jin di civakê de hatiye tecrîd kirin
Hemû pirtûk, şîrove û 5 paraznameyên, Rêber Apo yên manîfestoya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, hatin diyarî kirin ji mirovahiya azadîxwaz re û bûn şewq û ronahî ji bo serkeftinê. Ji bo ku em pirojeya Rêbertî jiyanî bikin, hin erkên bingehîn hene, ku xwe li ser me ferz dikin. Ew erk di serî de, erkên jinên têkoşerin, gerek têkoşerên azadiyê lêkolînvanên heqîqetê bin û dîroka xwe ya, resen baş bixwînin û bidestê xwe, bidin xêzkirin. Dîroka me nehatiye, nivîsandin û li benda nivîsê ye, gerek em xwe berdin, kuncikên dîrokê û li heqîqeta xwe, ya wendayî bigerin û derxînin ronahiyê. Lê beriya ku em jin erkên xwe, pêkbînin gerek em, pêdiviyên xwe wek ferd, pêkbînin. Pêdiviyên me jî wihane, 5 hezar salin ku jin di bin darê zorê de ye û koletiyeke giran, li ser hatiye ferz kirin. Jin ji civakê hatibûye tecrîd kirin û rû bi rûyê her cûre tund û tujiyê mabû. Jina ku di navbera çar dîwaran de hatiye mehbûs kirin, cahil hiştin û tenê wek mal û mûlk lê hatibûye nerîn (Tişt- Nesne) teqez wê di têkoşînê de gelek zor û zehmetiyan jiyan bike. Civaka xwedî hişmendiya zayendeperest, jin çewisandiye û kiriye, rewşeke ku nayê naskirin. Bi wan sedema jin koletiyeke giran, jiyan dike û ji xwe bê bawere, pasîf, bê çare û bûye gepek (Lûqmek rihet) ji mêrê xasok û derew kire. Mêrê fêlbaz bi siyaseta, xwe ya xapandinê û navê, hezkirin û evîndariyê jinê, dixapîne û ji xwe re dike kole. Jina ku hêsîrê mêrekî û çend zarokan bûye, tenê dikare hişê hestiyar bikarbîne û qalibê mejiyê wê bi qasî çar dîwaran tevdigere. Bi sedema van pirsgirêkan, hişê jinê yê zanistî pêşneketiye û di nava qalibekî teng de maye, lê zanistê jî daye îsbat kirin ku zekaya jinê ji ya mêr bihêztire.
Zilam ji, jina zana ditirse
Hişmendiya mêr û civaka zayendeperest, hişê jinê xistiye nava qalibeke pir teng û sînerjiya wê tepisandiye û nahêle ku pêş bikeve, ji xwe mêr ji jina zana ditirse û nikare li ser, wê hukum bike. Pirî caran jin bi sedema pirsgirêkên, pir biçûk jî rû bi, rûyê mirinê hatiye, mêr bi navê manûs paqij kirinê dikuje û ti kes jî pirs nake, mesele çiye. Jin rastî her cûre heqaret, kuştin, tecawiz, lêdan û tecrîdê, jî hatiye û dema ku wan nêzîkatiyan qebûl, nake jî xwe ceza dike û xwe dikuje. Di her pirsgirêka di navbera jin û mêr de çêbibe, li gorî hişmendiya civaka zayendeperest, teqez jin gunehbar dibe. Bi pîvanên fewdaltiyê, yên ku li ser jinê têne ferz kirin, koletiyeke mezin dertê holê, ji xwe pîvana serke jî gerek jin, mêrê xwe razî bike û ji gotina wî dernekeve, bêdeng be û ser tewandî be. Rêber Apo ji bo şikandina jinê wiha şîrove dike: Şikandina jinê ya yekem di şerê di navbera xweda û xwedawendan de derketiye pêş û dema ku di Mîtolojiya Enûma Elîş de Mardok dayika xwe xwedawend Tiyamat di kuje û dike du parçe. Li wir şikandina jinê, ya yekem hatiye jiyan kirin û şikandina duyem jî di serdema fewdaltiyê de ye. Di dema şerê xilafetiyê de niqaş di navbera Eyşe û Alî de derdikeve û xelîfe wê bi navê jintiyê bêdeng dikin pir hêrs dibe û di bêje. Ya rebî li şûna ku te min jinek anîba te kevirek anîba, li wir diyar dibe ku, jin çiqasî tengasiyê ji ber zayenda xwe dikişîne û ferq û cûdatiya cinsan çiqasî kûre. Ji xwe şikandina zayendî ya siyemîn jî wê beraley mêr be, yanî wê di mêr de şikandin were jiyan kirin. Li gor nêrîna min ku gerek ev mijar pir baş were têgihiştin: şikandina ku Rêbertî qala wê dike, hişmendiya desthilatdariya mûtleq ya mêr e. Silta mûtleq û taybetmendiyên ku, ji wê hişmendiyê girtiye, ji bo ku terazo wek hev bibe û wekhevî, edalet, aşitî were jiyan kirin. Di mijara hişmendiya mêrane ya 5 hezar sal de gerek em xwe ne xapînin, hîna jî ew hişmendî zindiye û xwe diparêze. Pirî caran hatiye pirs kirin, çima jinê pergala xwe ne parast û hilweşiya, li gorî nêrîna min ku gerek em bi mentiq li meselê temaşe bikin. Jina ku çavê wê hatiye tirsandin, serê xwe ditewîne û koletiyê wek qeder ji xwe re dibîne: Li gorî zagonên civaka zayendeperest, jin girêdayî bav, bira û hevjînê xwe dibe, ger ku bixwaze xwe ji wan rizagar bike, jî naçare ku xwe tune bike, bi gelek sedemên din jî jin teslîm dibe û serê xwe ditewîne