Volqan Elî
Di sedsala 8‘emîn de şaristaniya Îslamê, di bin navê dewleta Emewî de xwe rêxistin kiribû. Heta Bakurê Afrîka xistibû destê xwe. Dema ku belavbûna vê şaristaniyê gihaşt heta bi astekê , êdî berê xwe da parzemîna Ewrûpayê. Fermandarê artêşên Emewî yê ku di tengava Cebelî Tariq (jixwe navê vê tengavê piştî wî bûye ‘Cebelî Tariq’) re derbas bûbû, Tariq Bîn Ziyad bi xwe Amazî ye. Wekî tê zanîn piştî ku artêşên Emewiyan derbasî Ewrûpa-Îspanyayê bûn, Endulusa bi Emewiyan ve girêdayî ava kirin. Dema ku Ebasiyan dawî li dewleta Emewî anîn, Endulus wekî erdnîgariyeke cuda hebûna xwe domandiye. Dîsa di heman serdemê de civaka Amazî li Mexribê, dewletek ku navenda wê Merekeş e çêdikin. Ev, li her du aliyên tengava Cebelî Tariq xwe bi rêxistin dike; di parastina Endulusê de bi roleke girîng radibe. Hin rewşenbîr vê rola gelê Amazî (di şaristaniya Endulusê de rola Amaziyan, dewleta Miratib û hwd) di parastin û pêşxistina çanda îslamê de, bi rewşa Selehadînê Eyûbî yê Kurd re didin ber hev. Ji ber ku di dîrokek cuda de (sedsala 12’emîn) de, Selehadînî Eyubî jî êrîşên Seferên Xaçiyan ên li ser Rojhilata Navîn têk dibe.
Wekî Tariq Bîn Ziyad ku fermandarê wê demê ye û artêşên Îslamê bi saxlemî gihandiye erdên Ewrûpa, bi xwe Amazî bûye, gelek leşker, hunermend, zeneatkar û cotkarên şaristaniya Endulus a Emewiyan jî Amazî bûne. Avabûna Endulus, di çêbûna şaristaniya Ewrûpaya îro û çanda gerdunî de tê zanîn. Ji ber ku mijara me ne bi taybetî dîrok û çanda Endulus e, ne hewce ye em mijarê zêde dirêj bikin. Lê em dixwazin pir sînordar be jî balê bikişînin ser çanda Endulusê. Di sedsala 11’emîn de hêzên hegemonîk ên wê serdemê yên Ewrûpî, piştî şerên dûr û dirêj şaristaniya Endulusê hildiweşînin. Gelê Misilman ê Endulusê di qetlîamê re derbas dikin. Yên mayî mişaxtî dikin. Îro hê jî li Îspanyayê mizgeft, kumbet, turbe, û bermahiyên dîrokî ku ji aliyê gelên Ereb, Amazî hwd ve hatine çêkirin li ser piyan mane. Dema Endulus tê hilweşandin, li bajarê Granada di kutupxaneyekê de milyoneke pirtûk hebûye. Wan pirtûkan tînin, li meydana bajêr a bi navê Babûr dişewitînin.
Ji vê karasata dîrokê tenê beşeke pir biçûk a pirtûkan xelas dibe. Di vê derbarê de fîzîknasê Fransî Pierre Curie di destpêka sedsala 20. de wisa dibêje; “Ji Endulusa Misilman ji me re 30 hezar pirtûk maye; me karîbû atomê parçe bikin. Eger bi qasî nêviyê wan mayiba me yê karîba ji mêj ve di navbera galaksiyan de rêwîtî bikin”. Dîsa di van pirtûkan de agahiyên li ser astronomiyê, çîrok, kronolojiya qralan, qural û qeîdeyên bazirganiyê û kirîn û firotinê hebûye. Li Endulusê asta perwerdeyê ewqas li pêş bûye ku piraniya gelê wê xwende bûye. Wê demê li Ewrûpayê tenê çend kesên li derdora qral û prensan xwendin û nivîsandinê dizanin. Ev mîrasa zanistî û çandî paşê li Ewrûpayê ji bo ku tevgera ronesans, reform û ronahîbûnê (ji sedsala 15.-16.-17’emîn pê de) bi pêş bikeve, bi roleke girîng rabûye. Asta zanist, huner û felsefîk a îro li cîhanê heye, bi vê pêngava dîrokî re rasterast girêdayî ye. Dema em vê rastiyê bînin bîra xwe, rola vî gelî di çanda cîhanî de hema ji ber xwe ve tê fêmkirin.
Ev nayê maneya her tiştê baş ê Endulisê, Amaziyan afirandiye. Jixwe hêza sereke ku Endulusê ava dike, motîve dike ol û manewiyata Îslamê ye (her çendî Emewiyan cewhera paqij ya Îslamê ji bo dagirkeriya xwe, ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianî jî). Endulusa Emewî jî wekî împaratoriya merkezî ya Emewî, her tiştê Îslamê xistibû xizmeta qral û siltanên xwe; ji xwe re digot “ez dewleteke Îslamê me û ji min pê ve ti kes ne li ser rêya Xwedê ye” (hemû hêzên dagirker dişibin hev, îro jî dagirkeriya Tirk wisa dibêje) Aliyekî şaristaniya Endulusê ev bû, lê piraniya leşker, cotkar, hunermend, zanyar û gelê Endulêsê Amazî bû. Lewra dema ku erdnîgariya Amazî (Bakurê Afrîka, Endulusa wê demê) lê dijîn, li ber çavan tê girtin, rola dîrokî (ji bo şaristaniya Ewrûpa û cîhanê) ya gelê Amazî ti delîl û îsbatan naxwaze