Ronaz Silêman/Qamişlo
Endama Navenda Jineolojî Nofa Elî û Jina enternasyonal ya famînîst Mariya Karlos diyar kirin ku tevahiya ol, zanist û felsefeyan jin bê maf û hêz dîtin, lê Rêber Apo ji bo jinê şoreşek li dar xist û wiha dibêje; Jin jiyane û yê jiyanê jî diafirîne jine.
Zanista jin jineolojî zanista şoreşa jinê ye. Ev şoreş xwe dispêre bingeheke zanistî. Jineolojî weke zanista civakê ku li ser bingehê modernîteya demokratîk pêş dikeve, rolek girîng di înşakirina civaka exlaqî-polîtîk û demokratîk digire ser milê xwe. Herwiha rizgarkirina hafîzeya civakî ji desthilatdarîyê û pêşxistina hişmendî, çandek demokratîk û wekhev de xwedî rolekî girîng e. Jineolojî li çiyayên Kurdistanê xwe pênase kir, li her çar aliyên Kurdistanê xwe civakî kir. li Rojhilata Navîn û Ewropa xwe gihand jinên ji welatên cuda. Lê hebûna jineolojî, li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hişt ku raste rast di pêkanîna erkên şoreşê de xwe şînber bike.
Jin nakokiyên felsefeya demokratîk û kapîtalîst dijîn
Rojane jin dijwariya nakokiya zayendê ango aloziya kûr di navbera felsefeya jiyana azad a moderniteya demokratîk û felsefeya talan û kuştin ya modernîteya kapîtalîst de dijîn. Pisgirêk û têkoşîna azadiya jinan hem xwedî taybetmendiyên gerdûnî û herêmî ye, hem jî xwedî taybetmendiyên dîrokî û jiyanî ye, çawa em dizanin ku qirkirinek li dijî jinan li waletekî gef li hebûn û rûmeta hemû jinan dixwe, destkeftiyên têkoşîna azadiyê yên li herêmekê tên bi derxistin jî dibin rênîşandaneke ji bo têkoşîna azadiya jinên li watên din ên cîhanê. Li hemberî pergala qirkirinê ya ku di asta cîhanî de jiyana jinan, xweza û civakan dixe metirsiyê, em hewcedarî çareseriyekê gerdûnî ne.
Pêwîstiya sedsala 21’an bi şoreşê hebû
Sedsala 21’an bi meşên girseyî yên jinên cîhanê ji bo azadî, aştî û demokrasiyê dest pê kir. Di aliyek de jin helwesta xwe diyarkirin ku vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan. Qirkirina jinê di tu demên dîrokê de bi qasî sedema heyî berbiçavtir û kûrtir nebûye. Girêdana nakokiyên vê serdemê bi pirsgirêka azadiya jinê re rasterast tê hîskirin û dîtin. Ji bilî vê ev rewş wekî kirîza malbat û têkiliya jin û mêr a ku bîrdoziya serdestiya mêr şekil daye xûya dike û gihiştiya asta rêjeyî şerekî. Jinên ku her roj tên kuştin, dawî ji jiyana xwe tînin, zewaca bi zorê û temen biçûk, tundî û bi dehan pirsgirêkên din… Qirkirina jin û civakê jî berê xwe daye hilweşîna avahiya exlaqî û polîtîkya civakê. Rêber Apo vê rewşê wekî rewşekî ji pirsgirêkên civakî ango girantir wekî qirkirina civakê pênase dike. Lewra ji bo pêşîgirtina vê qirkirinê pêwîstî bi şoreşê heye. Ji ber ku pêwîstiya şoreşê ji pêwîstiya guhetrtin, nepejirandin û redkirina şert û mercên heyî derdikeve.
Şoreş bi pêşengiya jinê pêş dikeve
Rewşa jin û malbatê li Kurdistanê di salên 80’ê ve hat dîtin ku li gor rastiya bingehên dîrokî û çanda berxwedana jinên li vê erdnigariyê pêwîstî bi şoreşek zanistî, fikirî û civakî heye. Û ev şoreş divê bi pêşengiya jinan pêş bikeve. Şoreşa jinê ne tenê li dijî hêzên kapîtalîst, netewe û çînên serdest e, heman demê guhertina mêrtîya serdest û koletiya jinan dike hedef.
Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya Rojhilata Navîn de bi kurtasî armancên şoreşa jinan wiha dibêje:
– Li dijî îdeolojiya cinsperest şerekî dewamî û dijber.
– Li dijî zihniyeta destavêtin û tecawizkar a 24 seatan rojên li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de xurkitina şer.
– Diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê mehkûmkirina redkirin.
– Di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş.
– Hêza jiyanê bi jinê re weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afrandina bedewî, sedqat, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev dîtin.
– Bihurandina felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re. Avakirina tekiliyên nû yên li ser esasê felsefî û zanistî di navbera jin û mêran de.
Dema em rista jineolojiyê di avakirina şoreşa jinê de diyar bikin, divê em li gor van armancan bigirin dest.
Şoreşa jinê mizgîniya avakirina civakeke demokratîk e
Rixmê hemû êrişên li ser jinan, bi pêşgtiya jinan helwesteke radîkal li dijî sîstema heyî û hişmendiya mêrsalarî heye. Lewra şoreşa jinê, di şert û mecên şerê cîhanî yê sêyem de ku her roj berfireh dibe, dikare mizgîniya avakirina civakek demokratîk li Rojhilata Navîn bide. li kêleka ezmûn û destkeftiyên pir mezin divê em ji metirsîyê di kêmîna her şoreşê deye hişyar bin. Hewldanên sîstema kampîtalîsmê ew e ku hemû tevgerên îdeolojîk, siyasî û civakî yên dijber û alternatîv di nav pergala xwe de bihelîne û wan liberalize bike. Ji ber vê parastina nirx û destkeftiyên şoreşê bi qasî şoreşê bi xwe xwedî girîngiye û herî zêde dive jin xwedî li nirxê şoreşê derbikeve.
Derbarê girîngiya şoreşa zanista jin “Jineolojî” endama Navenda Jineolojî Nofa Elî û Jina entirnasyonal ya famînîst Mariya Karlos ji rojnameya me re axivîn.
Nofa Elî diyar kir ku zanista jin ‘Jineolojî’ cara yekem di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye derxistin û wiha got: “Jineolojî yek ji zanist an nerînên Rêber Apo ku di derbarê civakê de daye. Û cara yekem di sala 2008’an de, di pirtûka Sisyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo de hate pêşniyarkirin. Mirov bi kûrahiyekê li vê zanistê dinere. Rêber Apo dibêje wekî hemû zanistan, di zanistên civakî de jî vegotinên zilamtiyê mohra xwe lê dane, çawa ku rastî û heqîqeta çîn, desthilatdarî, zayendparestî, kuştin û hovitî hatiye veşartin, sitatûya rastiyê jinê jî 40 caran veşartî maye, lewra da xuyarkirin ku di dewsa famînîzmê de, zanista jineolojî were li dar xistin.”
‘Me şoreşê bi jinê dest pê kir û em ê bi jinê jî serbikevin’
Nofa Elî anî ziman ku Rêber Apo jiyan pêşkêşî jinê kiriye û wiha got: “Em nikarin bêjin ku Rêber Apo tenê zanistek pêşkêşî jinê kir, lê jiyan da jinê. Ji ber heta roja me ya îro jî, di hemû zanistan de jin tuneye. Mînak felsefe dibêje; jin zilamê kême, zanist dibêje; jin aqilê wê ji yê zilam kêmtire, ol dibêje; jin ji parsûyê mêr hatiye afrandin, ev nerînên cuda cuda di derbarê jinê de hatine pêşxistin û bi hezarê salan li derdorê jiyana jinê hatine meşandin. Lê Rêber Apo li dijî vê yekê derkert û got “Jin jiyan û yê ku jiyanê diafirîne, xweşdike û xwedî zaniste jine, ji bo wê jineolojî pêşkêşî jinê kir û gelek nerînan di derbarê jinê de dibêje; Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî perwerde dike, hem jina azad civaka azad e, civaka jinên wê ne azad bin, ew civak nikare azad be, ji ber azadiya civakê bi azadiya jinê ye. Nerînên Rêber Apo ji bo jinê gelekî giranbûhane. Rêber Apo ji tişta herî biçûk heya herî mezin jin daye pêş, gelek şoreş li cîhanê pêk hatin, lê jin her dem li jêr bû, lê Rêber Apo got; Heger me şoreş di jinê de winda kiriye emê ji jinê dest pê bikin û bi jinê biserkevin.”
‘Şoreşa jinê derfeta ji jina azdîxwaz re afrandin’
Mariya Karlos di heman çarçoveyê de diyar kir ku ev nêzî salekê ye ew hatiye Rojava û wiha got: “Ez li Rojava di nava kar û xebatên cuda de kar dikim. Beriya ku ez bêm Rojava min şoreşa Rojava û fikir û felsefeya Rêber Apo kêmekî nas dikir, di heman demê de mîn hîs kiribû ku jinên kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, lê ne bi kûrahî min ev yek nas kiribû. Lewra min xwest ez ji nêz ve weke jineke elternatîf vê yekê baş nas bikim. Lê dema ku ez hatim derfet hebû ji bo naskirina şoreşa jinê. Ev şoreş di rastiya xwe de, çareseriye ji bo pirsgirêkên jinên cîhanî. Ji ber ev şoreşekî mirovahiyê ye, him têkoşînekî ji bo mefê jinê ye. Û di van 12’e salên şoreşê de gelek guhertinên mezin ji hêla jinê ve, ne di hêla şeklî lê di seranser de pêk hatin. Ji ber jin beriya şoreşê ji bo pespektîva jiyana xwe tenê di hundirê çar dîwaran de bû, lê piştî şoreşê û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo derfeta ji bo jineke cuda hat afrandin. Bi taybetî zanista jin jineolojî ji bû min gelekî girîn û bi wateye, ji ber sîstema lîbiral û kapîtalîst dibêje; jin dikare azad be, ger ew wekî zilam be, lê di zanista jin jineolojî de min nas kir ku ji bo jiyaneke azad û wekhev pêwîste em têbikoşin.”