Cîger Dilşad
Min xwest ji nav refê peyvên rengorengo
Siwarbim li baskên peyveke pîroz
Û bifirim ezmanê welatê rojê
Da ku bireqisîn im zarokê hundirê xwe
Bi çivîk û stêrkan re
Lê dizên wateyê û heqîqetê
Ji zû ve peritandibûn rastiya hemû peyvan
Herikandibûn xwîna wan a kesk
Bê adanî mabûn
Ew êdî tenê peyvekê xwe melisandibû li ber dîwêr
Dîwarekî ji hevketî û dike hawar
Bêhna dîrokê û evînên nîvco hatine hiştin, jê difûrî!
Nizanim
Ew dîwarê ziyaretgeha feqiyê teyran bû
An yê Ehmedê Xan ê bû
Belkî dîwarê dibistana sor û gora Melayê Cizîrî bû ew
Dibe ku dîwarê birca belek, an gora Mem û Zîn be.
Belkî dîwarê ku bûye şahîdê darvekirina Şêx Saîd û seyid riza
An jî şemitandina kursiyê ji bin lingê lawan li ber çavê bavan be!
Belkî dîwarê ku şahîdî ji agirê newroza Mazlûman re kiribe
An ji çar lawên agir û rojê re
Dibe ku ji helandina gewdeya Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî’yan re
Na, bi gumaneke mezin ew dîwarê ku
Egîd’an li ser nivîsîbû “ bijî kurdistan’a azad!”
Lê şehitandina kevirên wî raber dikir ku
Ew dîwarê dojeha îmralî ye
Ya ku ji berxwedan û sebra kurê uveyşê re bûye şahîd
Erê, tenê peyvek mabû li ber dîwarekî şehitî!
Peyvek diperpitî di bin siha dîwêr de
Evîndarê Kurdistan im!
Min dîtibû ew peyva baskên wê
Mîna baskê kenê zarokên welatê min şikestîbûn
Ji wê rojê ve
Ez bûm cebirkerê baskên şikestî
Û dicebirîn im baskên peyva xwe
Evîndarê Kurdistan im…