Saturday, May 31, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Çiraxên huner û wêjeya kurdî

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Ji Çiraxên huner û wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermendê afirîner Mihemed Şemdîn (Bavê Elî) Yê ku rûgeşî li ser rûyê mîlyonan çêkir. Şano neynikek e ku taybetmendiyên civakê radixe ber çavan, û ew pişkdariya avakirina hizr û ramanên kesayetên xwe dike bi xêzkirina karakter û modêlên mirovî yên ku dişibihin wan û ji wan re raman, hest û cîhanên piskolocî (derûnî) yên ku bi cîhana wan re lihevhatî peyda dike, û dibe alîkar ku hişmendî û ramana endamên wê çêbibe.

Ew wekî navgîneka şahî, kêfxweşî, dilxweşkirina mirovan û  xêzkirina rûgeşiyekî li ser rûyê kesên din tê hesibandin, ji ber ku Şano di civakê de avahiyeke yekgirtî ye û ew berdevkê civakê ye û ji bo avakirina civakê di warê çandî, siyasî û perwerdeyî de dixebite.

Tişta herî xweş di jiyanê de ew e ku  tu bibî sedema xêzkirina rûkeniyê di rûyê kesên din de, û ya jê herî xweştir ew e ku merov bişirîneke xêz bike li ser devê mirovê ku rûkenî jê derketî be, û bikaribe dilekî tijî xem şa bike û bi germahî rondikê kesê xemgîn paqij bike, û bikaribe bihezkirina xwe dilê ku bi demê re hişk bûye geş bike.

Rûkenî kîlîta (mifteya) dilan e, xweşbînî dermanê birînan e û ew di jiyana mirov de karê herî xweşe, herî nazike û herî bibandor e.

Hunermend Mihemed Şemdîn (Bavê Elî) bi xebata xwe ya hunerî ya dem dirêj, karîbû rûkeniyekê (bişirînekê) li ser rûyê bi hezaran gelê kurd li herêma Dêrikê xêz bike di şert û mercên herî dijwar de, dema ku rêjîma Sûriyê rê li ber kombûnên kurdan digirt û ahengên netewî û helkeftên niştimanî qedexe dikirin li herêmên kurdan,wî şanoyên herî xweş pêşkêşî mirovan dikir da ku mirovan dilşad bike û ku bigihêjin armancên xwe û bigihêjin xewnên xwe bi rêya naverokên skeçên xwe yên ku derbirîna evîna welat û xwefedakirina ji bo rizgariya wî welatî îfade dikirin .

Hunermendê pêkenok (komîd) Bavê Elî (Mihemed Şemdîn) di 24/11/1965’an de ji dê û bavên kurd (Sofî Izêr û Halîme) li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, di nav malbateke kurdê welatparêz a xizan de ku ji çar zarokan (yek kur û sê keç) pêk dihat, hatiye dinyayê  .

Bavê wî mirovekî oldar bû,ji herdû çavan haviz bû (kor bû), ji ber vê yekê hunermend Bavê Elî ji ber şert û mercên zehmet ên aborî û jiyanê yên ku malbata wî tê de derbas dibûn, nekarî xwendina xwe ya seretayî biqedîne, ji ber wê jî neçar ma dest ji dibistanê berde û di temenekî biçûk de di kar û barên zehmet de bixebite, ji bo peydakirina pêdiviyên malbata xwe û dabînkirina pêwistiyên wan yên rojane.

Çavê felekê birije nehişte ku bi zaroktiya xwe şabibe, her du dê û bavên wî li navenda bajarê Dêrikê yek li pey yê din di qezayên otombêlan de jiyana xwe ji destdan û piştî mirina wan di gerevîska jiyanê de sêwî û bi tenê ma.

Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo muzîka kurdî di temenekî biçûk de, di deh saliya xwe de dest pê kir û ew fêrî bikaranîna def, derbek, rîtm û casê bû,ew beşdar bû li gel gelek hunermend û stranbêjên kurd li herêma Dêrikê û gundewarê wê, wek derbikvan, daholvan û casvan di vejandina dawet û şahiyan de, li gel hunermend (Ehmed Cezîrî bavê Hozan, Azad Feqe, Ronî Cezrawî û Ferhan Ezeb) di salên heştîyan de di sedsala borî de.

Piştî  ku Koma Cûdî hate damezrandin, di sala 1989’an de tevlî wî dibe, di destpêkê de wek ritimvan û derbikvan, û paşê di sala 1990’an de di Koma Cûdî de di beşa Şanoyê dest bi karê xwe yê hunerî  dike,di heman salê de, di pîrozbahiya Newrozê de çend rol di şanoyê de lîstin û paşê ew beşdarî gelek çalakiyên neteweyî, şahiyên niştimanî, û cejnên Newrozan bû ye, weke hunermendekî şanoger ê komedî yê profesyonel, heta roja me ya îroyîn jî bêwestan xebatên xwe didomîne.

Wî gelek skeç û şano pêşkêş kirin û di wan de rolên sereke lîstin û bi liv û tevgerên xwe yên hunerî yên afirîner, bi dîmenên xwe yên komedî yên balkêş û rabûna wî ya bilehîstina rolên jinan ên diyar û afrîner  karîbû rûkenîyekî  li ser rûyê bi hezaran zarok û mezinên herêma Dêrikê çê bike. Piraniya metinên skeç û şanoyên wî ji aliyê şanoger Sekvan Torî û nivîskar Diljan Cûdî “Bavê Ceger ” ve hatine nivîsandin û derhêner kirin.

Komek ji hunermendên şano û lîstikvaniya bajarê Dêrikê bi wî re beşdar bûne, wek (Sekvan Torî, Ebûdê, Kadar, Ednan Domo, Esed Şawîş, Husên Sebrî, nemir Mihemed Hac Casim, Husên Taher, Necîm, Nûrî Birîndar, rehmetî Bavê Delîl, Fatima Ezedîn, Rehmetî Sîham, Nisrîn Çeto, Xurbet, Cîhan Çiyayî…)

Di nav şano û skeçên wî yên herî navdar de ev in:

1- Şanoya efserê Tirk yê tirsonek

2-Skêça Seyda.

3-Skêça Diktor

4- Şanoya Qorocî

5-Şanoya Pingavên Dîrokê

6-Skêça Dayîkê

7- Şanoya berxwedana Mazlûm Dogan

8- Skêça Nûçe

9-Şanoya Mamoste.

Wî gelek skeçên komedî wek du kes an jê bi tena serê xwe pêşkêş kirine û di nav wan de yên herî navdar ev in:

1-Demûşo

2-Hunermend

3-Qîyqanê

4- Mirîşka Xecê

5-Yara mena lêv pitik

6-Dayê naçime gunda

7-Zimanê Kurdî

8- Newroz

9-Korona.

10- Cejna evînê.

Li Lubnan, Heleb, Efrîn û Mizgeftûkê wî şano û lîstikvanî pêşkêş kiriye.

Di vê dawiyê de çend beş ji şanoya Suadê ku ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wî hatiye kirin, di gelek malper û torên civakî de hatiye belavkirin, dilxweşî û razîbûna temaşevanên Kurd wergirtiye.

Ew bi skeçên xwe beşdarî gelek cejnên neteweyî û pîrozbahiyên herêmî bû ye, wek:

1-Derçûkirina dewreyên Yekîneyên Parastina Gel

2- Vekirina navend û dezgehên rêveberiya xweser

3-Pîrozkirina roja karkeran

4-Pîrozbahiyên Roja Zimanê Kurdî

5-Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxa bi rûmet.

Di van demên dawî de şanogerê komêdî Îsmaîl û hunermendê nemir Zîdan Şêx Qasim bi wî re di çend skeçan de beşdar bûne wek (Xwezgînî – Newroz).

Hunermendê şanoger Bavê Elî zêdetirî sî û pênc salên jiyana xwe di xizmeta mîrat û şanoya kurdî de derbas kir û tevî nexweşiya şekir û kêmbûna dîtina çav, hîna jî hunera xwe ya herî bedew a şanoyê pêşkêş dike da ku ken li ser rûyê gelê xwe xêz bike.

Sih û pênc sal afirînerî û serkeftin û hezkirina hemû gelê Kurd yê li herêma Dêrikê yê wî nas dike jê re çê dibe. Tevî ku di şert û mercên herî dijwar de ji gelê xwe yê Kurd re, ji doz û tevgera xwe re xizmetên gewre pêşkêşî kirine, ji hêla ti aliyên peywendîdar ve tu girîngî û teqdîr ne girtiye û îro ji her demî zêdetir pêwîstiya wî lênihêrîna tenduristî û baldariyê he ye û ew êmaneteke di stûyê me hemûyan de. Ji wî re tendurustî, serkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.