Saturday, May 31, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‏‏‏ ‘Rewşenbîrên kurd xwedî mîras û ezmûnên giranbiha ne’

29/09/2024
in Uncategorized
A A
‏‏‏ ‘Rewşenbîrên kurd xwedî mîras û ezmûnên giranbiha ne’

çand û ziman - 1

Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo 

Rewşenbîr Zerdeştê Kal diyar kir ku berhemên ku rewşenbîr li Ewripayê diafirînin ew jî ne kêmî yên ku li welatên din, tên afrandin lê belê astengî pir in. Zerdeştê Kal da zanîn ku armanca rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên kurd ya serke ew e di riya nivîs an stranbêjiyê yan şano yan jî şêwekariyê re, bibin mîna vedengekê ji welatê xwe re.

Asta xebata rewşenbîrî li Ewripayê, pê re jî pirtûk û nivîs, hem jî berhemên nivîskar, rewşenbîr û wêjevan bi giştî li derveyî welat girîng in ji bo gelê kurd, lewma jî hêja ye ku mirov li ser raweste. Di derbarê heman mijarê de rewşenbîr Zerdeştê Kal bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyîvîn wiha bû:

-Piştî ku şerê sûriyê rû da, gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ji tevahiya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê koçberî derveyî welat, bi taybet Ewripayê bûn, HRRK’ê ji bo van rewşenbîran tê çi wateyê û çiqas hewldan hene ku sîwaneke rewşenbîrî ava bike?

Helbet HRRK’ê berî vê krîza Sûriya yê hatiye avakirin û bi taybetî piştî serhildana 2004’an ya ku ji bajarê Qamşilo dest pê kir gelek nivîskar û rewşnbîr di wê demê de li Ewripayê dijiyan xwedan hev ta ku stûneke rewşnbîrî li Ewripayê damzirînin û rastî ev yek jî hate serî û ev xewn bû rastî ta ku wê demê bibin vedenga welat li Ewripayê. Bi damezrandina HRRK’ê re gelek armanc û hêvî hatin pêkanîn û ji wê demê ta vê demê herdem hewldana HRRK’ê ew e ku çanda kurdî bîne pêş. Xebata rewşenbîrî li Ewripayê bi kombûnên dihatin kirin, her wiha festîvalên bi salan li dar dixistin. HRRK’ê wek ku tê nasîn sîwana hemû rewşenbîr û zanyarên kurd li Ewripayê ye û her kes dikare cihê xwe tê de bibîne. Ji ber ku armanca sereke ew e ku tenê ji bo çanda kurdî kar û xebat dike. Ji çi hêlê de be bila bibe û her kes bi hemû rengên xwe himbêz dike. Ev tê wê wateyê ku mirovên rewşenbîr bi kêfxweşî û bêsînor dikarin bibin sîwana çanda kurdî, pê re jî kar û xebatê bike. Herdem hewldan jî hîn hene ku rewşenbîrên kurdan yên ku li Ewripayê dijîn bi ser hev de bîne bi rêka kar û xebatên  xwe yên serbixwe ku giyanê çanda kurdî li nava kurdên diyasporayê, biçîne û herdem jî ev armanc li pêş e. Ji xwe piştî konfransa çaremîn ya ku di 10’ê Tebaxa derbasbûyî li bajarê Boxum li dar ket em hîn jî xwe dibînin xwediyê vî erkî ta ku em hîn berdewam bikin.

‏Berhemên ku rewşenbîrên kurd li Ewrpayê diafrînin di çi astê de ne û astengiyên ku derdikevin pêşiya nivîsînê û xebata rewşenbîrî çi ne?

Rastî berhemên ku rewşenbîr li Ewripayê diafirînin ew jî ne kêmî yên ku li welat tên afrandin lê belê astengî pir in. Helbet mirov dema ku ne li ser xaka xwe be wê kêmanî di pêdiviyan de hebe û bi taybetî jî erdnîgarî bandora xwe ya serke dilîze. Ji ber ku her mirov hestên xwe ji xak û xwezaya xwe werdigire  dema ku ev yek jî tune be helbet wê dûrbûn bendora xwe di vê yekê de bilîze. Lê ji bilî vê yekê kar û xebat di warê rewşenbîrî ta asteke baş tê kirin.

Çi cudayî di navbera hestên rewşenbîrên ku li derveyî welatê xwe dijîn û yên ku li ser axa welat dijîn de heye?

Helebt wê cudahî hebe kêm zêde, ji ber mirovên ku li derve kar û xebatê dikin derbasî nava seqayekî din bûne. Bawer in ku em tenê li ser êş û azaran rawestin, wê hindekî zêdetir be. Her wiha jî em bi xwe hemû hestên xwe ji welat werdigirin. Em bi xwe li xerîbiyê bi tîna welat û hezkirina welat berdewam dikin ji ber ku welat ji bo me bingeha hest û ramanan e. Hewildanên me jî yên serke ew e ku em bibin mîna vedengekê ji welêt re, bi hemû rengên xwe çi di riya nivîs an stranbêjiyê yan şano yan jî şêwekariyê re.

Gelo di dema heyî de gencîneya pirtûkxaneya kurdî çiqasî dagirtiye û çi girîngî bi berfirehkirina xebata rewşenbîrî heye?

Pirtûkxaneya kurdî ta asteke baş têr mişt û dagirtiye û di xebata nivîsê de em weke kurd jî ne kêmî rewşenbîrên welatên dîtir in û di nava me kurdan de gelek nivîskarên berhemdar hene ku bi salan têkoşînê dikin ta ku sal bi sal ev pirtûkxana kurdî kêmî ti tiştî nebe. Di nava me de gelek nivîskar hene ku bi demê re jî dijîn û ev ya herî giringe ta ku em vî nifşê nû bi ser xwendinê de bikşînin pêwîste em bi demê re jî bijîn û helbet hewldan jî ji bo vê yekê hene

Da ku ziman, çand û wêjeya kurdî pêş bikeve li Ewripayê, her wiha dengvedanek ji bo kurdî çêbibe pêwîste çi were kirin?  

Helbet di destpêkê de divê kar û xebatên rewşenbîrî yên hevbeş di asta herî jor de be. Ji ber ku rewşenbîrek bi tena serê xwe nikare bi hemû kar û xebatan rabe. Pêwîstî bi hevkariyê heye ku hemû kes bi curên xwe yên cuda bi ser hev de bînin. Nivîskar, şanoger, stranbêj, muzîkjen û hemû rêxistinên candî yekdestiyekê çêbikin. Ta ku em bibin dengvedanek rasteqînî ku xwedî li welat û çanda xwe derdikeve.

Post Views: 103
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.