Volqan Elî
Xwendekarên rojavê dişopînin dizanin. Hê bûyera Narîna biçûk nû bû. Bi temamî nehatibû naskirin ku çi, çi ye? Rengê karesata wê zaroka temen biçûk lê serpêhatiya wê mezin bi temamî ronî nebibû. Em wisa dibêjin lê heqîqet tam jî ne wisa ye. Ji ber ku bi taybetî li Bakur, wekî dibêjin ‘li ber ava Dîcleyê berxikek jî wenda bibe’ dewleta Tirk jê berpirsiyar e. Hema em vê ji ber ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, em jî hewl didin îftira bavêjin sukra wî, nabêjin. Sedema vê heye. Em nûka nakevin nava sedemên dîrokî, sosyolojîk û polîtîk. Na! Yanî bûyer ji destpêkê ve ronî bû. Xwendakar ê bêjin, “ma çawa çêbû. Tevî dewleta Tirk nexwazibe jî, ji bo ku bûyerê fêm bikin ev çend hefte ne pê ketine”.
Ez bi xwe, ne di wê baweriyê de me. Jixwe hurguliyên bûyerê pir jî ne girîng in. Yanî piştî ku Narînê bi şiklê kirêt xatir ji dinyayê xwest, bû qurbaniya paşverûtiya malbat û hişmendiya qirker a dewleta dagirker ê Tirk, me karîbûya Narîna biçûk ji bo kêliyekê li jiyanê vegerandana, Narînê dê ji her kesî re bigota, “piştî ku we ez ji jiyanê qut kirim, hûn felaketa hatiye serê min ronî bikin yan nekin ji min re ne xem e”.
Rola Dagirkeriyê di vê buyerê de çi ye? Hê bûyer nû qewimî bû, ti kesî hê tiştekî zelal neanîbû ziman. Hevkarên dagirkeriyê xwe avêtin ortê. Dest biaxeftinê kirin. Malbata Ensarîoğlu ya hevkarê Erdogan digot, “ew gund û malbat tev de dostên me yên çil salî ne”. Hinekên din jî bi rêya medyaya dijîtal hewl didan ‘tiliya PKK’ê’ bixin nava xwîna Narîna biçûk. Digotin “vaye PKK’ê zarokan direvîne, mimkun e Narîn jî revandibe”. Yê sûcdar dizane ku parastina herî baş êrîş e. dagirkerî jî bi vê helwestê tevdigeriya.
Çawa ku berpirsiyarê hemû komkujiyan dewlet e, kujerê rastîn ê Narîna biçûk jî dewleta Tirk a dagirker e. Hişmendiya wê ye. Rast e ku Narîn bi tang, top û balafirên dewleta Tirk nehatiye kuştin; lê ji ber hişmendiya wî ya nêzîkbûna jiyana mirov û jinan hatiye qetlkirin. Êdî li Tirkiye her kes dizane, edalet tine, yê/a ku destê xwe bikeve xwîna jinê yan jî kesekî, dikare bê ceza yan jî bi kêm ceza xwe xelas bike. Ev hişmendî hema ji ber xwe bi civakê re çênebûye. Hê Erdogan ji beriya dehan sal ji bo Kurdên tevlî serhildanan dibû digot, “zarok be jî jin be jî em ê rehmê li kesî nekin”. Bi rastî jî wisa kirin; bi dehan zarok û jin di serhildanan de hatin qetilkirin. Zarokeke di dest de kevir hebe, wekî ku bombeyek pê re hatibe peyda kirin cezayê bi dehan sal danê.
Îro li Tirkiye eger di navbera du hevseran de dema nakokiyek derkeve û ew li gorî xwe çareseriyê nebînin, zilam dikare bi hêsanî êrîşî hevsera xwe bike. Êdî bi armanca kuştinê be yan na, pir ne girîng e. Jixwe ji ber ku dewlet hem ji aliyê hişmendî û hem jî ji aliyê madî-cezakirinê ve destekê dide kesên wisa, ku bê fikareke zêde ew dikarin her tiştî bikin. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve tê teşwîqkirin. Teşwîqa wî çi ye? Ji ber ku dizane dewleta dagirker ceza nade wî. Ev rewş, ji bêcezabûnê zêdetir hişmendiyekê bi mirovan re çêdike. Kuştina jinan, zarokan heqekî rewa ye(!) Ya girîng jî ev e; piştî ku wijdanê mirovan hate kohkirin ne hewce ye ku dewlet, zarok û jinan bikuje. Li ser navê dewletê dagirker her kes, her malbat, her bav û bira, li berambê hev dibin, gurê zaroka xwe, gurê hevsera xwe, gurê cîranên xwe û gelên derdorê. Piştî vê, rojê çendîn jin, zarok û mirov werin kuştin ne kes dibîne û ne kes dibihîze.
Vaye sedemek qetilkirina Narîna biçûk ev e. Wekî Ensarîoğlu gotibû, jixwe ew dostên çil salî yê dewleta dagirker bûn. Dibe ku di kuştina Narîna biçûk de sedema herî veşartî ya mezin jî wisa were nirxandin: Jixwe ji bo dewleta dagirker a Tirk ev stratejiyeke mezin e. Stratejiya mezin çi dike hedef, armanca wê çi ye?
Ya yekê, bi taybetî li Bakur civakê, ji nirxên wê yên exlaqî dûr bixe. Hewl bide ji bo vê, civakê bi rêxistinên kontra yên wekî-Huda Par û madeyên hişbir, ji hindur ve pûç bike. Ya duyen; şerê şoreşgerî yê ku ev pêncî sal in dimeşe civaka Kurd hişyar kiriye, cîhan jê agahdar kiriye. Divê hê zêde Narîn ji jiyanê werin qutkirin ku Kurd li xwe biheyirin, ji xwe fedî bikin û cîhan jî Kurdan wekî civakeke krîmînalîze-sûcdar nas bike. Heya ku pêşî li vê fikra wekî kabûs a dewleta dagirker ê Tirk neyê girtin, ev stratejî di mejiyê wî de neyê xeniqandin dê Narînên biçûk timî berwext xatir ji me nexwazin û biçin!