Leyla Waşûkanî
Hişmendiya mêrê serwer pergala, xwe di her qelîştokekê jiyanê de veşartiye û îro jî xwe di hişê her ferdekî civakê de bi cih kiriye. Di serî de mêr û paşî jin, zarok û her, wiha nifş bi nifş wê çandê ji hevdû fêr dibin û jiyana xwe wiha berdewam dikin. Zarokê kur ji bavê xwe fêr dibe û zaroka keç jî, ji dayika xwe fêr dibe û karîkatoriya, jin- mêr wiha berdewam, dibe. Bi demê re civak jî wê çanda serdestiyê ji xwe re, wek qederekê dibînin û dişopîne. Di serî de mêr xwe, wek pergal, serwer dike û paşî, jin û civak jî bi wê nexweşiyê, bandor dibin. Ew pirsgirêka hişmendî, bi demê re pileya xwe bilind dibe û digihêje pileya kaosê û ferd- civak di nava wê kaosê de têne tepisandin û dikevin rewşeke pir xerab ku şêşwaz dimînin. Ferdê ku hatiye çewisandin û bûye koleyê moderin, wiha lê hatiye ku nikare li ser lingê xwe raweste. Ji xwe ji guherîn û veguerînê, bawer jî nake û koletiyê, qedera xwe dibîne. Ferdê ku serî hatiye tewandin, vîna xwe jî şikestiye û gihaştiye rewşeke, miriyê li ser lingan ê jar û perîşan. Ew ferd ji xwe bêbawer dibe û gazincan dike, di heman demê de zeka û insyatîfa xwe jî lawaz dibe û bi demê re taybetmendiyê xwe yê aktîfbûnê wenda dike. Ew ferdê bê çare koletiyê, qedera xwe dibîne û pê jî razî dibe, bê ferq û cûdahî, çi jin be yan jî mêr be, ger ku mirov ji hêla fîzîkî de kolebe, bi fikir û ramanê xwe, dikare, xwe rizgar bike, lê ger ku mirov ji hêla vîn û mejî de, kolebe pir zehmete ku mirov were rizgar kirin. Wek tê zanîn civaka, kurd ji hemû hêlên xwe ve hatiye kole kirin û ev jî dibe sedem ku ji xwe bê bawer be û yê ku ji xwe bê, bawer be teqeze ku wê ji hemû cîhanê jî bê bawer bibe. Tişta herî zehmet jî ewe ku mirov ji her tiştî bê bawer bibe, ne xasim jî ku ji xwe bê bawer bibe. Xeleka yekem ya pergala civakê, malbat bi xwe ye û dema ku ez li ser mijara malbatê lêkolîn dikim, matmayî dimînin. Sedema xwe jî ewe ku pergalê, destdirêjî saziya malbatê kiriye û ji xwe re kiriye perestgeha dewletê. Pergala mêrê serwer, di nava malbatê de şaneyên xwe yên mêrane çêkirine û malbat kirine dewleta biçûk.
Malbat di rewşeke pir zor û zehmet de dijî
Dewlet ferdê nêr ê mezinê malê dike sîxurê xwe û li ser jin, dayik û zarokê malê, dike hukumdar. Çawa dewlet desthilatdariya xwe li ser civakê ferz dike, bi heman rengî mêr jî li ser jin û malbatê hukmê xwe ferz dike. Careke din rola ferdan dubare dibe, zarokê kur teqlîda bavê xwe dike û dibe serwer, zaroka keç jî teqlîda diya xwe dike û dibe, koleyek ser û pişt xwar. Dema ku em li ser zanista civakê lêkolîn dikin, em dibînin ku hîna jî civak û ferd baş nehatine tehîlkirin û zanyarên, heyî yên pergalê jî nebes mane û pirî caran jî bûne sedem ku pergal, mijokdariya xwe li ser civakê hîn xurtir bikin. Pergala xwedî hişmendiya zayendperest hemû zanist xistine bin baskên xwe û ji wan sûd wergirtiye. Dema ku em dixwazin, lêkolînekê li ser jin û malbatê bikin, em dibînin ku di rewşeke pir, zor û zehmet de dijîn. Pergala baviksalar xwe, di her damarên jiyanê de bi cih kiriye û rêbazên xwe yên tund û tujiyê bi rengekî pergalîk li ser jin, malbat, civak û xwezayê bi kar aniye. Di serdema pergala sermayedar de pileya xwe kuştina, jin û ciwanan pir bilind bûye, ji xwe bê exlaqî û dest dirêjiya li ser jin û zarokan pir zêde bûye. Ji xwe xweza hilweşîneke, mezin jiyan dike û ew jî bertekên xwe li himberî bê wijdaniya mirovan, raber dike. Bi qasî ku xweza ji mirov re, dayike û hebûne, her wiha di encama bê pîvaniya mirovan de werdigere felaket û tofanan, mîna tofana Nûh Pêxember ku ew jî bi sedema ferdperestiya, mirovan û hişmendiya wan a desthilatdar û talanê. Mezinên me hevokek wan, ya wiha heye: Dibêjin ku mirov çi biçîne, wê heman tiştî jî berhev bike. Rêber Apo di vê mijarê de, wiha dinirxîne û dibêje, hemû zindî li pey azadiyê ne, xweza bi xwe jî li pey azadiyê ye û li himberî nêzîkatiyên mirovan ên texrîbkar, bertekê xwe raber dike. Emê di vê derbarê de çend nimûneyan jî bidin diyar kirin, bi rastî erdhejên ku di salên dawiyê de çêdibin, wiha xweber nînin. Ji xwe baranên di demsala havînê de û wergerîna wê ya lehiyan, bi serê xwe ne xwezayî ne. Ev bûyer hemû ders û îbretin ku xweza bi me dide, nîşandan ji bo ku em ferdperestiya xwe ya reş bibînin. Gerek civak û ferdê xwe li himberî van rewşan şiyar bin û tekoşîna wan ji bo parastina Ekolojiyê be. Ger ku em xwe têxin, şûna xwezayê û bihizirin, em ê ji mirovbûna xwe nifretê bikin, xwezaya ku me di himêza xwe de xwedî dike û ji me re mesken û baregehe, lê dema ku em li nêzîkatiyên, xwe yên ji xwezayê re temaşe dikin em ji berxweve şerm dikin, bi taybet nêzîkatiyên pergala mêrê ferdperest û sûdmend. Mêrê ferdperest û desthilat ê xwedî hişmendiya talancî û şerker ku ewqasî çek pêşxistine û gihandine pileya çekê Nûkler (Kîmyawî) ji bo ku hakimiyeta xwe li ser cîhanê çêbike. Tevî hemû karesat û xerabkariya, berhema hişmendiya mêrpereste, lê cardin jî pergal bi sînor nabe û dest ji desthilatdariya xwe bernade û hewldana xwe, ewe ku bibe serdarê cêhanê. Pergala ku bi sedema hişmendiya xwe ya hukumdar, xweza talan kiriye di serî de bi riya komplo jinê zeft dike û paşê di şexsê jinê de civakê kole dike û paşê beleya xwe ya reş li xwezayê dide. Mêrê serwer bi rêbazên kolekirinê, jin û civakê diçewisîne û bêhnê li wan diçikîne. Bi navê mêrê jinê û bavê zarokan, hukmê xwe li ser wan ferz dike.