Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Jîna Emînî, sembola şoreşa Jin-jiyan-azadî re (2)

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Ji Jîna Emînî, sembola şoreşa Jin-jiyan-azadî re (2)
Share on FacebookShare on Twitter

Kakşar Oremar

Rojnamevanên hatine qetil kirin

Ji sala 1979’an û şûnde, desthilata komara îslamî hate ser kar rayedarên azadiya raderbirîn an jî beyankirinê“ dane xûyakirin.

Li Rojhilata Navîn kîjan hikûmet li ser kar be an jî nû hatibe ser kar, ne girîng e; dîrok dide xûyakirin ku hinek hikûmet hene ku bi “azadiya derbirînê” re ne hevaheng in û li dijî pênûsa azadin. Hikûmet bi eşkerekirin, rexne û her tiştê ku gefan li wan dixwe re mijûl dibin. Mînaka wan dewletan Îrana serdema Pehlewî û Xûmêynî, Baasîyên cinayetkar li Iraqê, Tunês, dewleta Tirkiyê ya dagirker an di bin banê rêveberiya AKP-MHP û hwd in. Di vê navberê de nûçegehan û rojnameger ji hemû komên din zêdetir di bin gefên kuştin û girtinê de ne. Zindan ji bo hikûmetan weke amûrekî tepisandinê û belavnebûna nûçeyên rast riya herî hêsan e. Hinek desthilat vê bijberkê hildibijêrin ku rexnegirên xwe bi tevahî ji holê rabikin. Herî kêm ji 100 salên berê û şûnde di rêya agahdarkirinê de dehan rojnameger û rewşenbîrên naskirî li Îran û Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Dema ku Riza Pehlewî hate ser kar kesên yekê ku ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî hate teror kirin Mîrzadê Êşiqî Kurdistanî(1893- 1924) bû. Piştî wî jî gelek kesên weke Feroxî Yezdî(1889-1939) bû ku lêvên wî dirûtin û çend sal piştre hate girtin û di girtîgehê de hate kuştin. Kesên din jî hatine kuştin û terorkirin ku yek jî dîronivîs Ehmed Kersrewî(1890-1946) bû.

Bi hatina rejîma Xûmênî re re hêvî ew bûn ku dawî bi qetilkirina rojnamevan û rewşenbîran were, lê desthilata nu destpê erk kir, zû da diyar kirin ku li dijî ragehandina azad e.

Sibata sala 2017’an saziya ragehandina bêsinor eşkere kiribû ku 4 rojnamevan bi nasnameya “Seîd Sultanpûr”, “Rehman Hatfîmonferd”, “Simon Ferzamî” û “Elî Esxer Emîranî” di salên 1980’an de ji aliyê dagirkerên Îranê ve hatine kuştin.

Simon Ferzamî rojnamevanekî Swîsrî-Îranî bû ku piştî şoreşê li Îranê karê xwe berdewam dikir. Ew berpirsê ofîsa “Agence France-Presse” li Îranê û sernivîserê “Journal de Tehran”ê bû ku di meha Gulana a di1979`an de bi tawana sîxurî bo qaşo agahî dide DYA hat girtin û piştre jî ew îdam kirin.

Di deh salên derbasbû de, gelek rojnamevan di hundir û derveyi Îranê de hatine kuştin û revandin. Şêwazê  qetil kirin wan weke a Jîtem û Hizbulah a Tirkiyê ye ku piştî kuştinê kes nizane cenazê wan li kîderê hatiye veşartin. Kesên bêhêz jî hebûn ku ew di bin zextên giran de neçar kirin ku li dijî xwe miqûr bên. Ew dîmen di Têlevzonên  xwe de belav û bi vî awayî kesayetiya wî jî teror kirin. Wêblagnivîs Setar Bêhiştî li pey girtinê di bin şikenceyên giran û hovane da hate kuştin. Dayîka wî bû dengê mezlûmiyeta kurê xwe û wergira xelata Nobel Nergiz Mihemedî jî bû parêzera Setar, lê heya roja îro jî encamek tine.

Rojnamevanên navdar a bi navê Halê Sehabî di şîna babê xwe de hate kuştin. Ruhilah Zem bi rêbazê xapandinê  anîn Parîsê  bi piştgiriya hêzên dagirker yên tarî ê Iraqî hat girtin û piştra  girtin û li Tehranê îdamkirin. Ew xebatkar û avakera ajansa Amednews bû ku xwedî rolekî mezin di agehdarkirina civakê de hebû û bi belgeyên zindî sirrên veşartî yên rayedarên komara îslamî eşkere dikirin û milyonan şopînerên wî hebûn. Mesûd Mulewî yek ji kesên jîr di karê ragehandinê de bû ku bi armanca eşkerekirina navê kesên ku di fesada aborî a Îranê de xwedî rolekî mezinin, ji Îranê reviya û xwe gehande Stenbolê.

Sedema qetil kirina wî ev bû ku temênê wî 33 salî bû ew belgeyên dewletê yê destê wî de , di kanala xwe a telgramê de belav kiribûn. Dema ku ew hat Tirkiyê, di Nîsana 2017’an de kanala Telegramê ya bi navê “Black Box-Sindoqa Reş” vekir. Wî xwe wek “dengê gelê Îranê” û “medyaya eşkerekirina gendelî, tawanên veşartî û pişt perdeya rejîma Komara Îslamî” danasin. Bi vî awayî gelek belge, agahî, vîdeo û dengên derbarê dezgehên dadwerî, wezareta ragihandinê û rêxistina îstixbarata Sûpay Pasdaran belav kirin ku bertekeke mezin di civak û ragehandina cihanê de hebû.

Ev berê di nava pergala desthilatdar de xebitîbû û li kêleka Refsencanî û Xatemî jî wêneyên wî hene. Vîdeoyên Mulewî hene û nîşan dide ku ew çend car di radyo û televizyona Komara Îslamî ya Îranê de wek “bavê zanista nû û hişa destçêkirî ya cîhanê” hatiye binavkirin.

“Riza Hodasabir” lêkolîner, çalakvanê olî-mezhebî ku karê rojnamevaniyê jî dikir, di roja 10’emîn a gireva birçîbûnê de dema nexweşxanê vedigerandin girtîgeha Êvîn, jiyana xwe ji dest da.

Demên piştre 6 rojnamevanên din hatine qetil kirin navê wan wiha bûn: Kuroş Aryameniş, Îbrahîm Zalzade, Zehra Kazimî ku hemwelatiya Kanada bû, Omîd Riza Mîrsiyafî, Yeqûb Mêhnihad û Elîriza Êftixarî.

Encam

Di vê nivîsê de min tenê xwest li ser kar û xebata rojnamevan û wan rewşenbîran bisekinim ku di serdema desthilata komara îslamî a Îranê de hatine girtin û kuştin an jî teror kirin. Dewleta Îranê heta li welatên Ewropa jî rojnamevanên Îranî û Kurd tehdîd dike, carna jî wan dikuje. Bo zanîna we xwendevanên hêja heya niha çendîn caran ez weke rojnamevanekî Kurd ji aliyê dewleta Îran û Tirkiyê ve gefên mirinê li min hatine xwarin. Bila ew zanyarî jî bo dîrokê li vira bê tomar kirin.

Karê ragehandinê û çapemenîyê, rêxistinên siyasî û hikûmeteke demokratîk bilindtir dike lê sîstemên dîktator ji pênûsa azad ditirsin. Rêya herî kûrt jî, li dijî pênûsa azad jî dîktator di kuştin û giritinê de dibînin. Rêbazên ku tenê rûreşiyê ji wan re dike mîratekî bêmirin. Ji hêla din jî bi ked, xizmet û xwîna hemû şehîdên vê dozê re him rûpelekî nû di xebata jinan de vebû, him ne wîrekiyek mezin ket dilê hemû çînên civakê û him jî meşrûyeta komara îdamê di çavê hemû dewletên cihanê de kete bin sifrê.

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.