Hemza Sêvo/ Qamişlo
Helbestvan Bawercan Arî, ji asîmanê wêjeya kurdî stêrke geş e. Ew ji salên 2000’î ve di berhemdayîna helbesta kurdî bi terzê nûjen û kilasîk de helbestan dinivîsîne. Her wiha nêzî hezar helbestên Arî hene û hîna jî pênûs, hest û xeyalên wî ranewestiyane.
Helbestvan ew kesên xwedî hestên nizm in, gotinê wan bi awaz in û ramanên wan kûr in. Lê belê her helbestvanek xwedî rêbaz, jîrbûn û asteke wêjeyî ya cuda ye. Ji van helbestvanan jî helbestvanê kurd Bawercan Arî ye.
Jiyana wî
Navê wî Ebdilezîz Hecî Elî ye, navê civakî Ezîz e û navê hunerî Bawercan Arî ye. Ew di sala 1961’ê de li gundê Silinder yê girêdayî Amûdê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Axirzeman yê nêzî gundê xwe diqedîne. Piştre diçe Amûdê û xwendina navîn li wir didomîne. Her wiha Ezîz Elî bi malbatî diçe bajarê Hesekê û li wir bi cih dibe. Ezîz Elî xwendina xwe ya amadeyî li Hesekê diqedîne û ji ber ku beşa ola islamî jê re derdikeve, riya xwendinê radiwestîne. Jê bi şûn ve êdî dirawstgeha tirênê ya Hesekê de kar dike û nêzî 30 salan tê de xebitiye. Piştre di destpêka salên 1980’î de dest bi xebata siyasî dike. Di sala 2000’an jî dest bi nivîsîna helbestê kiriye. Di sala 2023’an de ew ji bajarê Hesekê piştî ber bi gundê xwe ve vedigere. Di heman demê de ji sala 2019’an ve ew endamê Mecilsa Gelan a Rêveberiya Xweser e. Her wiha di sala 2022’an de tevlî xebata ragihandinê dibe û weke pêşkêşvan di Ronahî TV de salekê kar dike.
Xebata siyasî, civakî û rewşenbîrî
Di heman demê de ew di sala 1981’ê de tevlî partiyeke komînîst dibe, 6 salan xebata siyasî dike û di encamê de xebata siyasî ya wê partiyê radiweste. Sedema rawestandina xebata partiya komînîst ew bû ku Ezîz anî ser ziman ku wê partiyê ti xebateke berbiçav ji bo doza gelê kurd û Kurdistanê nedikir. Piştî lêgerînekê ya bi armanca azadiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, di sal 1988’an de Ezîz Elî tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Ji wê demê heya sala 2000’î ew li Rojavayê Kurdistanê, di nav ERNK’ê(Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê) de xebtiye. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re êdî hîn bêhtir rê li pêşiya xebata siyas, çandî û civakî vebû û xwe berda kûrahiya tevgera şoreşgerî û civakî. Hêjayî gotinê ye ku ew di sala 2012’an de tevlî koma Laleş ya hunerî ya bajarê Hesekê bûye û tê de zêdeyî 3 şanoyan bi komê re pêşkêş kirine. Piştre Ezîz di Akademiya Civaka Demokratîk de dibe weke perwerdekarê siyasî, civakî û hem jî rêveber. Wî li kantona Cizîrê ji sala 2013’an heta sala 2023’an civak perwerde kiriye. Di encama vê xebata di nav Akademiya Civakî de bi rêheval û hejmarek rewşenbîran, rewşenbîrên kurd li hev kom kirin û Yekîtiya Rewşenbîran damezrandin. Ezîz jî tevlî Yekîtiya Rewşenbîran bû û heya niha endamê wê ye.
Kengî arazoyên nivîsîna helbestê li cem Bawercan Arî destpê kir
Ji destpêka temenê zaroktiyê ve Bawercan Arî ji helbesta kurdî ya kevnar hez kiriye. Di rabirdûyê de çavê wî li deryaya helbesta kurdî bû, lewma hertim li mirovekî digeriya ku helbestên kilasîk jê re bibêje. Ji ber ku bavê wî helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Seydayê Tîrêj û hwd… bi awaz digotin, Bawercan jî bi hest û canê xwe bi wan helbestan ve dihat girêdan. Di heman demê de jî ew li ser deng û awazên stranên Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîd Yûsif û hwd… mezin bûye. Lewma jî hezkirineke mezin ji bo helbestê li cem Bawercan Arî ava dibe. Di sala 2000’î de jî dest bi melevaniya li nav deriyaya helbestê dike. Wî bi tîpê sormancî ango tîpê erebî dest bi hûnandina raman û hestên xwe kir. Sedem ji vê yekê, ji ber ku tevahiya helbestvanên kilasîk yên weke Cizîrî, xanî û hwd… yên ku ketibû bin bandora wan bi tîpên erebî helbest dinivîsandin. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, Bawrercan xwe fêrî Kurdiya latînî dike û hemû helbestên ku bi tîpên erebî nivîsandine, veguherandine kurdiya latînî.
Helbest li cem Bawercan Arî û berhemên wî
Nivîsîna helbestê riya herî bijartî ye ji bo Bawercan Arî, hemû derbirînên veşartî, tîbûna can tev dikevin erkê pênûsa wî. Lewma jî dema ku hest li Arî kom dibin radhêje lênûs û pênûsê. Di destpêka ku wî rahişt pênûsê, wî jixweberiyekê dest pê kir, ne di hizr û ramana wî de bû ku bibe helbestvan. Lê hin bi hin bi aliyê helbestê ve hate kişandin, êdî wî bi dilekî şewat raman, hest, girî, êşa hundirê xwe, ya civak û welatê xwe kirin mijara nivîsîna helbestê. Lewma jî heta niha nêzî hezar helbestên bi mijarên cihêreng, bi terzê helbestnivîsîna kilasîk û nûjen ên wî hene. Her wha hin hunermendên kurd û komên hunerî nêzî 10 helbestên wî kirine stran. Ji navdartirîn helbestên wî yên ku bûne stran; stran a ku Hunergeha Welat bi navê Em Herin Gund çêkir. Ev berhem dengvedanek li ser asta Kurdistanê veda. Sedem jê ew bû ku helbestvan Bawercan Arî tê de jiyana xweş ya gundan vegotiye. Helbestvan Bawecan Arî xwedî hestekî naz û xeyalekî berfirehe, li gorî ji me re da eşkerekirin, nêzî 10 dîwanan ji helbestên wî derdikevin. Lê ji ber rewşa wî ya aborî û kêmderfetî, Bawercan Arî nikare dîwanan çap bike. Tevî wiha jî heya roja îro ew bi temenê xwe yê 53 salî, hîna helbestan dinivîsîne, ne hest, ne raman, ne aso û ne jî pênûsa wî rawestiyaye.