Dîlan Mulhim/Qamişlo
Helbestvanê kurd Ebdulrihman Mihemed, wekî gelek helbestvan û nivîskarên kurd yên navdar, di jiyana xwe de gelek êş û azar dîtin, lê bi dildariya helbest û pênûsa xwe tevahiya zehmetî derbas kirin û berhemên giranbuha pêşkêş kirin.
Ebdruhman Mihemed di sala 1965’an de li gundê Elawî yê girêdayî bajarê Hesekê ji dayîk bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gund qedandiye, piştire ji bo berdewamiya xwendina xwe, berê xwe da bajarê Qamişlo û qonaxa navîn ji xwendina xwe li Qamişlo di 1985’an de bidawî kiriye. Herwiha piştî nêzî bidawîbûna xwendina wî ya qonaxa navîn, careke din vedigere gundê Elawî. Piştre di sala 1992’an de careke din vedigere bajarê Qamişlo û jiyana xwe ji wê demê û heya niha li Qamişlo berdewam dike. Ebdulrihman di van salên dûr û dirêj de gelek kar û xebat dane meşandin, di deman niha de jî li kêleka xebatên xwe yên nivîsê, karê rojnemegeriyê jî dike, herwiha di Yektiya Rewşenbîran ya kantona Cezîrê de jî cihê xwe digre.
Ebdulrehman Rojnameya Ronahî û Yekîtiya Rewşenbîran mîna ronahiya xwe dibîne
Ebdulrehman Mihemed weke her nivîskar û helbestvanekî kurd gelek êş û azar li pêşberî jiyana xwe dît. Ew jî ji wan nivîskarên ku jiyana xwe bi xizanî derbas kiriye, pariyê nanê xwe bi zorê peyda dikir. Herwiha dibistana ku Ebdulrihman xwendina xwe ya seretayî lê xwendiye 3 km dûrî gundê wî Elawiyê bû, lewra çûn û hatina dibistanê ji bû wî gelekî zor bû, bi taybet di demsala zivistanê de û gundewarên derdora gundê wî hemû pêkhateyên ereb bûn. Ebdulrehman da ku xwendina xwe berdewam bike, tevî birayê xwe, berê xwe dan bajarê Qamişlo û 6 salan li Qamişlo di xaniyê kirê de jiyan kirin, helbet ev jî zehmetiyek bû ku kesek bê dê û bav, bi tena xwe bi temenekî 12 salî li bajarekî mezin bijî. Ebdulrehiman di xwendin û nava hevalên xwe de kesekî serkeftî û jîr bû, di heman demê de meraq û hizkirina wî ji xwendin û nîvisandinê re hebû, lewra di 1999’an de dest bi nivîsandina helbest û xwendina pirtûkan kir, lê di destpêkê de mîna her nivîskarekî, wî nivîsên xwe bê wate ditîn, lê dema ku bi derdora xwe re parve dikir her kes bi wan nivîsan kêfxweş dibûn, ev yek jî kelecan û moralekî berdewamiyê li cem wî dida avakirin, bi nivîsandina helbest û pirtûkan jî mamosteyên wî bi wî re dibûn alîkar. Bi derbasbûna demê re, Mihemed di sala 1999’an de tevlî pêşbirkekê li bajarê Qamişlo bû û di pêşbirkê de asta duyemîn bi dest xist, ev jî kêfxweşiyeke mezin di dilê wî de da avakirin. Ebdulrihman li kêleka pêşbirkan jî, bi vexwendin tevlî gelek festîvalan bûye. Mihemed di salên 2012 û 2013’an de Rojnameya Ronahî naskir û di sala 2014’an de tevlî karê rojnemegeriyê ê di Rojnameya Ronahî bû, di vî karî de nivîsa xwe deha bêtir xurt kir, lewra Rojnameya Ronahî û Yekîtiya Rewşenbîran ji Ebdulrihman re mîna riya ronahiyê bû. Mihemed nivîsên xwe di ware dîrok, kevneşopî, çîrok û helbestan de, dinivîse.
Berhemên Ebdrûhman Mihemed
Ebdulrehman Mihemed 4 berhemên xwe bi zimanê erebî çap kirine, rêzdariya wî ji zimanê erebî re heye, lê li kêleka zimanê erebî jî dixwazên wî hebûn ku wan berhemên xwe bi zimanê kurdî jî binivîse û çap bike, lê ji ber nebûna derfetan ev yek pêk nehat. Ji ber di dema ku hînî zimanê erebî dibû, zimanê dayikê ku zimanê kurdiye, ji aliyê Rejîma Baas qedexe bû. Di heman demê de 4 pirtûk jî nivîsandine, 2 jê helbestin navên wan jî helbestan Evîna Menûha û ya din Wedai El-Nasik Elexîr, herwiha herdu pirtûkên din jî kurteçîrokin ew jî berî 5 salan hatine çapkirin. Ebdulrehman ji her 4 pirtûkên xwe, herî zêde kêfa wî ji pirtûka Wedah li Nas Elexîra ye, ji ber ku di vê pirtûkê de li ser kurtejiyan, rol û bandora 94 kesyetên kurd e, ev kesayet jî bandora wan li ser gelê Kurdistanê heye û di pêşgotina pirtûkê de wiha nivîsiye “wefedariyekê ji van kesanên kurd re.
‘Em hene û em li virin’
Ebdulrehman Mihemed di dema nivîsê de, êş û azarê miletê xwe hîzdikir, di heman demê de li ser gelê kurd û Kurdistanê jî nivîsandiye. Herwiha di helbest, çîrok û pirtûkên xwe de li ser êş, koçberî, kevneşopî, hezkirin û welatê xwe nivîsandiye. Di helbestê de nekarîbû her tiştî binivîse, lê di çîrokê de dinvîsandin, navê wan çîrokan jî “Bîranînên Kesekî” ev çîroka wî ya sereke bû û li ser wê di mehrecana Osman Sebrî de xelata duyemîn wergirt, naveroka vê çîrokê jî li ser koçberiya gelê wî piştî şoreşa Rojava bû, 2 çîrokên din jî li ser berxwedana li Kobanê û bi taybetî li ser lehengiya jinê di warê berxwedanê de bûn, herwiha li ser zarokatiyê û çanda berê jî nivîsandiye. Ebdulrehman ji bilî nivîsandina helbest, pirtûk û çîrokan, gotaran jî bi zimanê erebî dinivîsîne. Bi riya van nameyan ji cîhanê re dide eşkerekirin ku ‘em hene û em li virin’