Leyla Waşokanî
Niha jî hêzên wek DAÎŞ, Talîban, Elnûsra, Bokoheram, Îxwan Elmûslimîn, Îmamên Îranê û herwiha yên ku ol bi kar tînin û koletiyeke mezin li ser jinê û di kesayeta jinê de li ser civakê ferz dikin. Emê ji jinên di ola Cihûtiyê de despê bikin û şirovên xwe fireh û kur bikin. Di ola cihutiyê de jin pir hatiye çewisandin, reş kirin û biçuk xistin. Hin jinên weke nimûne (Fîgor- Qerekter) jî hene ku em ji we re qala wan bikin, wek Hewa, Sara, Meryem û Hacer. Ji xwe di ola Îslamê de jî hin jinên weke Ayşe, Zûleyxa, Xedîce û Fatma jî hebûn e. Di hemû pirtûkên olî yên pîroz de jî qala wan hatiye kirin, weke pirtûka Tewratê, di wê pirtûkê de jî qala jinekê hatiye kirin, pêximber Debûra qala jina bi navê, Hulda Noatiya dike, wateya wê jî navê Hewa dayika jiyanê ye. Di wan deman de hin jinên ku bi sedema pîreboktîyê jî hatine kuştin hene. Ew jinên ku bermayên Neolotîkê bûne û ji jinên du canî re bijîjktî kirine re, gotine ku ev pîrebokin (Sehartî- Cadûtî) nêzîkatiyên wiha bûne sedem ku bi sedan jinên çîlik yan jî zerik werin şewitandin. Lê sedema bingehîn a kuştina jinan ew bû ye ku jinên zana zûlm û neheqiya kilîsê qebûl ne kirine û li dijî desthilatdariya wê serî rakirine. Dema ku em lêkolîn li ser têgeh û têgînan dikin em di kevin ferqa hişmendiya zayend perest a ku bi bandora ol û oldariyê hatiye sitrandin weke hevîrekî.
Ji xwe di hevoka ku hatiye gotin ku xweda Hewa û Adem ceza kirine û ji bihiştê derxistine de li wir em di bînin ku cezayê Hewa ji yê Adem hîn giran tire, bi sedema ku Hewa Adem sor kiriye ku ji fêkiyê dara qedexekirî xwariye yan jî xwarine. Di wan pirtûkên pîroz de wiha hatiye şirove kirin, xweda Hewa wiha ceza kiriye û gotiye ku tu salê carekê bi qolonc û êşê zarokekî bîne û mehê carekê bi qoloncan xwînê bi bîne. Xweda Adem jî ceza kiriye, lê cezayê Hewa du qatî yê Adem e. Me di hevoka ceza kirina Hewa û Adem a di Mîtolojiya Sûmeran de dît ku xwedayê nasnama xwe zilam e, di navbera Hewa û Adem de ferq û cûdatiyê dixê û heya roja me ya îro jî ew ferq û cûdatî heye. Têgeh û têgînên wê serdemê bi taybet di pirtûkên pîroz de hatine vegotin di hişên mirovan de têne tapo kirin. Em li vir qala Maryam xuşka H. Musa bikin, hatiye gotin dema ku di navbera H. Musa û birayê wî Harûn de hevpeyvînek ne baş derketiye û peyvên wan dijberî hevhatiye, Maryam di keve navbera wan de û di bêji hun birayên hevin bera nakokiyên we dernekevin. H. Musa wiha bersiv didi xwişka xwe û di bêji destê te di nava hevîr deye xwe tevli karê zilama neke. Di ola Xiritiyantîyê de jî çîroka Mariya Macdelêna heye. H. Îsa jinê ji kevir barînê rizgar dike. Rojekê di dema ku H. Îsa di ciyekî re derbas bûye de dîtiye ku jinekê ceza dikin. H. Îsa berê xwe didi koma mirovan û ji wan re wiha di bêji: `Bera kesên bê guneh keviran li wê jina gunehkar bibarîne.` Her mirovek di ber xwe de wiha îm îm dike û di bêji gunehê min jî heye û her kes kevirê xwe datîne û di meşe. H. Îsa bi vê sedemê pîroz hate dîtin û ola wî Cîhanî bû.
Tişta ez di xwazim balê bi kişînim ser jî ewe piştî ku H. Îsa ola Xiristiyantîyê çawa ji cewhera xwe dûr ket û weke hemû olan ji hêla serdestan ve hate bikaranîn. Piştî H. Îsa ola Xirstiyantiyê ji rêderketinekê jiyan dike û nêzîkatiyên wan oldaran yên wiha şaş ji xwezaya mirovan û ajoyên wan yên zayendî re derdikeve holê û weke ku tiştekî xirab û kirêt lê hatiye temaşe kirin, rastiya mirov û bedena wî înkar kirine. Rêber Apo di derheqê ola Xiristiyantiyê de wiha şirove kiriye, bi tepisandina mirovan pirsgirêkê çareser nakin, bi nêzîkatiyên wek ku hewcenake jin bi zewice û ne jî karê xerab bike. Jinan dixin sitargehan û dibêjin em ê wan bikin (Ezîz û Ezîze- Rahîb û Rahîbe) her çiqasî wan perwerde dikin jî lê tepisandineke pir kur heye. Ji xwe jinan cuda û zilaman jî cuda perwerde dikin, perwerdeyên cur bi cur didin wan, lê hunera wan dernakeve derve û tepisandinek di jiyana wan de heye, di Manastiran de wan hêsîr dikin.
Ji xwe di wê serdemê de gelek sitargehên bi navê jinan jî hebûne, herwiha gelek tarîqat jî rola xwe leyîstine û hatiye gotin ku hin terîqatên jinan jî hebûne û hin jin derketine pêş û heyanî asta pêximberan jî bi nav û deng bûne. Lê bi sedema ku Hewa ji sêva zanebûnê xwariye û xweda wê ceza kiriye û wê ji bihiştê derxistiye, nabe ku jin bibe pêximber. Lê piştî ku Xiristiyantî ji hêla desthilatdaran ve hate bikaranîn, herî zêde jinan zerer dîtin û bi sedan jin hatin şewitandin. Bi riya dadgehên olî yên (Engîzasyonê) Xiristiyantiyê û zagonên wan ên tund li ser jinê hatin ferz kirin. Hatiye gotin ku kesê bi navê Pablus Agustunus û hin kesên din ên ku xwedî nêrînên pir kirêt bûn li dijî jinê û bûne sedema karên pir tund li dijî jinan. Herwiha di wê serdemê de pir pirtukên Încîlê hebûne lê paşê hin nêzîkatiyên wiha hatine raber kirin û hatiye gotin ku wê sererast kirin di wan de were çêkirin û çar Încîl bi mînin, Încîlên ku ew niha wan di nasin, teqez Încîlên ku mane wê yên ku bi hişmendiya wan zalaman be.
Çar pirtûkên ku hatine pejirandin ewin û yên din jî hatine red kirin. Încîlên hatine red kirin jî, ewên ku bi giranî şiroveyên wan li ser jinê bi rengekî erênî bûye û Încîlên ku nehatine pejrandin jî wiha ne, nimûne Încîla Meryem heye, Încîla Fîlîpus heye, Încîla Yuhena heye û ya Tomas jî hebûye. Di wan Încîlan de şiroveyên wiha hatine kirin (Dayik- Bav û kur) ne (Bav- Kur û Rûhê Pîroz e) bi van sedeman jî tarîqatên Genostîk, Heretîk daxwaza Xiristiyantiya berê di kirin ji ber ku Xiristiyantiya berê komînal bû ye. Dêra ku ciyê feqîr û sefîlan bûye, niha jî bûye ciyê mal û mûlk, ciyê desthilatdaran, lewra Kilîsê li dijî van herdu tarîqatan (Genostîk- Heretîk) dest bi qirkirinê kirine, herwiha jinek di nava ola Xiristiyantîyê de li ser jinan şîrove pêşxstiye û pirtukek bi navê eynika ruh nîvisandiye. Lewra wê jinê ceza kirine û şewitandine.
Jina bi navê Hîldegard, heyanî nêzî 30 salî di Dêrê de jiyan kiriye û wê jinê bi giranî li ser kozmos û girêdana wê bi xwedê re tewrî pêşxistiye. Lê bi qasî tê gotin ku, nêzîkatiyê zilamên oldar wiha bûye ku di bêjin, pêwîste jin di dêrê de bê deng bin. Ger ku jin bi xwaze tiştekî fêr bibe jî, wê xizmeta mêrê xwe bike û ji derveyî wê nabe tiştekî din bike. Lê her çendî qedexebe jî jinan di dêran de mirov bi riya perwerdê hişyar kirine û xwestine ku zanista civakî pêşbixin. Herwiha bi sedema ku jin pîrabokin (Cadûne û Seharin) an jî bi gotina ku rûhê xerab derbasî wan bûye, bi sedan jinan di şewitînin. Jinên ku hatin şewitandin jî ew jinên pîriktî kirine û bijîjk bûne yan jî yên ku lêgerînên wan ên xelasiyê hebûye.
Ger ku jinek zana be yan jî bijîjk be, hema dibêjin ev pîreboke, rûhê xerab derbasî bedena wê bûye û hevala şeytane, pêwîste were şewitandin. Zilamên oldar bi navê xweda van huneran kirine û gotine ku jinên pir dipeyivin û digerin ew jî pîrebokin. Wiha gotine ji bo ku jinan bi tirsînin û wan di malan de bikin hêsîr û kole. Rêber Apo di vê mijarê de wiha şirove kiriye, dema ku pergala sermayedar derket holê, sê hêz ji holê rakir, yek jê hêza jinan bû, hêza ku bermahiya şoreşa Neolotîkê û çanda wê ya dawiyê bû. Duyemîn jî kuştinên li ser tevgera Heretîk û ya siyemîn jî ew bû ku êrîş birin ser sîmyageran û wan tepisandin. Ew hersê hêzên bingehîn ên ku şiroveyên ol û civaka komînal dikirin, lewra bi ser wan de girtin û wan tune kirin.
Ew zanista ku bi azadî tevdigeriya û hîna ne bibû mal û mûlkê dêrê û dewletê bisedema ku ne bibû mal û mûlkê wan, padîşahê, padîşahan, kuştina jinan di bin navê pîrebokiyê de kir ferman û wan tepisand. Ev huner hemû bi navê Dêrê dan kirin lê di bingeh de bifermana padîşah û bidestê dadgeha (Engîzasyonê) hate pêkanîn, Engîzasyon jî dadgeha olî bûye. Ola Îslamê jî li ser baweriya yek xweda derketiye holê, di dîroka Îslamê de li ser mijara hin jinan wiha şirove hatiye kirin. Hatiye gotin ku li welatê Yemenê bajarekî bi navê hadramûtê hebûye û diyare ku li wî bajarî hêza jinê hîn li pêşbûye û li hemberî ola Îslamiyetê derketine û dema ku H. Muhammed wefat kiriye, jinan li wir cejin kirine û destên xwe hine kirine. Kêfxweşî û şahî li darxistine, lê belê paşî parastvanên Îslamî diçin û destên wan jinan hemûyan jê dikin. Ji xwe di dîroka Îslamê de wan jinan wiha bi nav dikin, jinên fahîşe yên hadramûtê. Dîsa jinek bi navê (Secah) hebûye û ew jin xwe weke peyxember bi nav kiriye û gotiye ku peyxembertî ne tenê karê mêra ye.
Dîsa hin jinên berxwedêr hene ku navê wan di dîroka Îslamê de derbas dibe, wek jina bi navê Xedîce ya ku hevjîna H. Muhemed bûye. Ew bi xwe jineke bazirgan bûye û piştî wefata hevjînê xwe yê yekem, bazirganiya xwe berdewam kiriye û dema ku H. Muhemed jê re bazirganiyê dike tevî ku bi temenê xwe jê biçûktire lê careke din jî ew teklîfa wî û zewacê dike. Tevî rewşa qebîlê û eşîrê ya wê serdemê çiqasî zor bûye lê careke din jî ew bi xwe, teklîfa zewacê ji H. Muhemed re dike. Li wir hêza wê weke jin diyar dike bêka çiqasî bandora xwe hebûye. Di heman demê de jina bi nav û deng Ayşe jî hebûye, piştî wefata Xedîce H. Muhemed evîndarê wê dibe û hîna 9 salî ye pêre di zewice. Di çîroka Ayşê de jî hevokek wiha bi nav û deng heyebûye û Rêber Apo ji bo wê hevokê wiha di nirxîne: Rêbertî li ser gotina Ayşe keça Ebû Bekir û hevjîna H. Muhemed û evîndara wî, wiha şirove dike, Ayşe ji ber ku pir zorahî ji destê zilaman û desthilatdariya wan dîtiye wiha dewa kiriye û gotiye, ya rebî li şûna ku te min jinek anîba dinyayê te kevirek anîba. Diyare ku Ayşe çiqasî tengav bûye, ji ber ku cenazê H. Muhemed hîna li erdê bûye Îmam li ser xelîfetiyê şer dikin.
Gelek jin hebûne ku di serdema Îslamê de rola xwe di şer de jî leyîstine. Di nava tevgera tesewifî de jî jinan ciyê xwe girtine û sedsalên (8-12) di nava Îslamiyan de derî li nîqaşên li ser ol pir zêde hatiye vekirin, bi taybetî jî di mijara felsefê de. Nimûne weke felsefe ya Îbnî Elerebî, li wir jinek hebûye ku di pêleyeke pir li pêş de ye û bi xwe jî dibêje ku di nêrîna min de xwedê di suretek jinê de ye. Gotiye ku mamosteya min jineke navê wê Fatma Qortûba ye lewra heya dawiya temenê xwe xizmeta Fatma kiriye. Jinek din bi navê Rabîya hebûye û nêrîna wê ya li ser eşqa îlahî kur bûye, hatiye gotin ku ji Rabîya re gotine tu ne peyxemberî, çima ewqasî xwe didê pêş. Rabîya li wir bersiva wan wiha daye û gotiye ku raste heya niha jin ne bûne peyxember lê belê jinan jî qasî mêran komkujî, şer, talan û xerabî ne kirine. Hinek jinên din jî hene yên wek Gulbihar, Ûm Elfûqara, Ûm Muhemed Elgeylanî, Fatma ya Nîşabûr, Meryem Basrî, Şuane, Lubabe, di sedsala (8-9) de van jina hemûyan jî rola xwe leyistine. Herwiha di sed sala 13 de jinek lêkolînvan hebûye ku navê wê nayê zanîn, di derbarê perwerda jinan de kedek mezin daye ji bo ku ji jinan re nêzî 100 navendên perwerdê vekiriye û wê bi xwe bi rêve biriye.
Jinên ku di nav şer de jî cihê xwe girtine hene, weke şerê xendeqê, herwiha jinên ku pirtûk nîvisandine jî hene lê belê ji hêla zilaman ve hatine tepisandin. Her dem jinên ku li berxwe dane ji hêla zilaman ve hatine tepisandin û bêdeng kirin. Ji xwe bi hêzbûna jinan ji hêla zilaman ve her hatiye berevajî kirin, da ku her dem jin bi xerabî bê nîşandan, weke nimûne dibêjin ku di qewlê pêximber yê Quranê de wiha hatiye gotin ku wê dojeh bi jinan tijî bibe ji ber ku jin fitne, fesadî û derwan dikin. Ew kesê ku ev hedîsê Quranê berevajî kiriye, gotine ew kes bûye ku di dema serdema peyxember Muhamed de karê dizî û derewan kiriye, lewma ew hedîs nayê pejirandin. Osman Binû Efan ew bi xwe jî di bêje ku dema Quran hatiye nîvisandin mijara recimkirina jinan hatiye ji bîrkirin, lewma pêwîste em vê mijarê jî di pirtûka Qûranê de bi nîvisînin.
Ji xwe piştî wefata H. Muhemed hedîsên wî ji hêla Osman Bin Efan ve hatine kom kirin û nivisandin, Piştî Ebû Bekir Elsedîq ê ku xelîfê yekem bûye û xezûrê Muhemed bûye, piştî Ebû Bekir jî Osman bûye Xelîfê duyem. Tişta ku weke encam em derxînin, kelam û hedîsê H. Muhemed ku li gorî xelîfeyan hatine nivisandin û gotin. Li vir gûmanê me heye ku xelîfan ji pêximber fam ne kiribin û li gorî xwe mesele şirove kiribin. Hatiye gotin ku Halacî Mansûr xwişkek xwe hebûye û piştî kuştina wî, xwişka wî bajar bi bajar geriya ye û fikrên wî belav kiriye. Herwiha piştî kuştina Hesen û Huseyîn xuşka wan di bêje ku ew herdu birayê min çawa hatine kuştin, ezê li ser kuştina wan ji hemû dunya yê re vebêjim.
Herwiha li Rojhilata Navîn çanda xwedawndiyê bi bandore û bi pêşengiya jina bi navê Fatma careke din bandora xwe nû dike. Lê belê piştî ku di nava Îslamiyetê de desthilatdarî bi hêz dibe hêdî ciyê jinê di nav de namîne lewra H. Eyşê dibêje ku xwezî ez kevirek bihatama dunya yê ne jinek bama. Rêbertî nerînên xwe ji bo H. Muhemed wiha hene: “H. Muhemed ji bo jinan azadî ava ne kiriye lê belê jinên ku di rewşên xirab de bûn, xwestiye wan jinan bi parêze.” Ji ber wê pir jin li ba xwe dihewand, lewra di nava Îslamiyan de zewaca pir jinan serbeste. Ji xwe di mijara Hereman de jî şaştiyên pir mezin derketin û xelîfên Abasiyan pir li ser wan xalan teserûf kirin. Ya giring ewe ku em şopdarên rastiya bin û bi fikir û felsefa Rêber APO jiyan bikin û têkoşîneke birdûzî li himberî hemû hişmendiyên zayendeperest, berxwe bidin û serkeftî bin.