Leyla Waşokanî
Di ol û baweriyên yek xwedayî de rola, jinê û ciyê wê li kuye? Dema ku em hewil didin rewşa jinê bigirin dest û bi nirxînin, herî zêde di mijara ol û baweriyê de zehmetî têye kişandin. Di civaka xwezayî de jina lêkolînvan û zana, her derketiye pêş û weke xwedawend hatiye qebûl kirin. Qebûl kirina jinê weke dayik, hekîm, lêkolînvan, pêşeng û rêveber hatiye pejrandin. Bi derbasbûna serdema koledariyê re, jin bi temamî têye xistin û şikandina zayendî têye jiyan kirin, paşî di kesayeta jinê de civak jî têye şikandin û koledariya mezin têye pêkanîn. Di ser koledariya serdema berê re 5 hezar sal derbas bûye, lê hîna hişmendiya Rahibê Sumeran, zindiye û tenê zeman û mekan hatiye guhertin. Hişmendiya Key- Xewda, Xweda, Reb, Yezdan, Yahova, Elah, Bav- Kur û Ruhê Pîroz û herwiha navên giran biha û pîroz yên bê hed û hesab ku gihaştine 99, sifatî. Ji xwe navên wekîlên xweda yên weke, Rahib, Hewarî, Mûmin, Mûrîd, Mag, Mele, Papa, Seyid, Seyda û Şêxa jî hene. Di bingeha her ol yan jî fikir û şoreşê de radîkalî heye û armancên xwe paqijin, lê bi zeman re ji rê derketinê dijîn û paşve rû dibin.
Oldar jî rewşeke wiha jiyan dikin û paşverûtiyê ferzî civakê dikin, dema ku em bîra xwe hinekî paşde di zîvirînin em di bînin ku civak di bin tehdîd û bê- ewlehiyeke mezin deye. Xeteriya mezin ya li ser civakê jî wihaye, tevgerên tundrew yên ku civakê bi riya tirsê di çewisînin, wek; di serî de DAÎŞ, Elnûsral, Elqaîda, Îxwanî Mûslîm, Cêşelhur, Boko heram û herwiha. Niha pirsek wiha têye hişê me, gelo emê civakê ji kê û ji çi bi parzin? Tişta ku me ji olên yek xwedayî fam kiriye ku hêza vîn, exlaq û aşitiyê ne, gelo tiştek ji wan ola rast maye? Ger ku ol ewqasî di destê wan tevgerên oldar û tundrew de hatiye berdan û bûye sedema ku civak di bin tehîd û xeteriyeke wiha mezin debe, wey li halê ol û perîşaniya wê be.
Tişta li vir gereke ku hemû oldarên rast û ji dil weke Helacî Mensûr li heq bi gerin û bi zanibin bêka wî mirovê mumin xwest di wê serdemê de bi civakê çi bide nas kirin. Lê mixabin Helac li wir ne hate fam kirin û di encam de bi mirina herî bi êş hate mehkum kirin. Em di serdema Helac de jiyan- nakin naxwe gerek, em bibin zimanê heqîqetê û rastiyan bi parêzin, gerek hemû oldar bi zanibin ku nêzîkatiyên ji jin re di heman demê de nêzîkatiyên ji civakê re ne. Gerek bi rûhê Îslama rast a H. Muhemed û Alî em nêzî civakê û jinê bibin, gerek em di ferqa lîstokên ku li ser ol têne kirin de bin. Pergala Cîhanê ya nû bi navê (Sermayedariya Emperyalîst) siyaseta xwe li ser ol da destpê kirin, ji ber ku civaka Rojhilata Navîn di bin bandora ol û baweriyan de ye, bi vê sedemê dest bi siyasî kirina olan kirin.
Pergala sermayedar a ku dixwaze, tehekûma xwe li ser hemû gerdûnê bide kirin, her di nava liv û tevgerê deye. Pergala desthilatdar a navendî, hemû araf û exlaq binpê kirine, tenê hukum û sermaya xwe dizanin. Weke tê zanîn di roja me ya niha de kesê ku serê xwe li himberî wan rakiriye û meydan xwendiye Rêber APO ye, bi vê sedemê, bêbextiya xwe ya navdewletî li pêş çavên hemû Cîhanê pêkanîn. Rêber APO di mijara bêbextiya navdewletî ya ku di şexsê wî de li ser gelê kurd û mirovahiyê pêkanîn de wiha di nirxîne: Ez jî weke Pirometosê ku li çiya yê Qaf, hate ceza kirin, rû bi rûyê bêbextiyeke mezin hatim û li girava zilmê dîl hatim girtin.
Dema ku Pirometos ji xwedayên zilmê ji bo mirovahiyê- agir di dizi, paşê xweda wê ceza dikin û wî li çiya yê Qaf bi latekê ve, girêdidin. Her sibeh teyrê qertal tê cigera wî dixwe, lê dema ku dibe- êvar careke din, Pirometos cigera xwe nû dike. Rêbertiya me bi zanyarî û felsefa xwe ya bê hempa bêbextiya nav dewletî, vala derxist û birdûziya xwe li giravê hîn kurtir kir û belavî hemû Cîhanî kir. Pergala dewlet parêz bi bêbextiya xwe, nikarî pêşiya birdûziya Rêber Apo bigire. Bi rastî Rêber APO gihaşte hedef û armancê xwe, fikir û ramanên xwe li hemû mirovahiyê belav kir û ji wan re kire mal. Rêber APO oldarê herî rast û dûrûst e.
Rêbertî her ji bo mirovahiyê tekoşîn kir û di riya azadiyê de hemû jiyana xwe feda kir. Ev 25 salin di girava Îmraliyê de tekoşîna xwe kêliyekê jî îhmal ne kiriye. Weke jin em jî li ser fikir û felsefa Ocelanî tekoşîna xwe bi rêve dibin, di vir de ya giring ewe ku em di ferqa wezîfe û erka xwedebin û tekoşîna ku Rêber APO û şehîdan daye berdewam bikin û layiqî wan bibin, em deyndarên wanin. Me di serî de jî qala jin, ol û baweriyan kir, bi rastî dîroka me pir tirajîdiye û niha jî em di xwazin hin kêliyên wê dîrokê yên bi êş ji we re rave bikin. Jina ku hatiye pileya, koleya bêdeng, karkira bê heqdest, bilbila di qefesê de, yan jî xemla malê û dayika zarokan e.
Hewceye pir baş were lêkolîn kirin, hemû jin çavên xwe vekin û di birdûziya rizgariya jinê de xwe pir kur bikin û bi xwe bawerbin. Îro erkek pir giran li ser milê me ye û em dîroka xwe taze di nivisînin, Rêber APO ew erk daye me û erka me pîroze. Divê em bizanin ku zilamê hukumdar û efendiyê malê, ticarî naxwaze wê koleya bêdeng û ser nerm ji destê xwe berde. Ew jina ku bûye nesne û xelek di destê zilam de hewceye bertekê xwe raber bike û dev ji lîstika sê Meymûnan berde. Ew zilamê ku jin ji xwe re kiriye koleya bêdeng, mekîna zarok anînê, mal û mulk gelo çawa wê bi rihetî û bê têkoşîn ji destê xwe berde? Weke çawa dewlet naxwaze leşker, karkir û xizmetkarên wî ji destê wî biçin, zilam jî naxwaze jin ji destê wî biçe û di ya xwe de bi îsrare. Dema ku em li ser mijara jin û ol lêkolîn dikin em nû têdigihêjin bêka, zilamê desthilatdar çawa xwestiye jinê bi riya ol û baweriyê bêdeng bike û bi çewisîne. Hişmendiya pergala mijara gotinê, pala xwe sipartiye ola yek xwedayî û her xwe di bin perda wê hişmendiyê de vedişêre. Emê di şiroveyên xwe de qal û behsa bandora ol û baweriyê li ser jinê bikin û wê giraniya nirxandinên me li ser van mijaran bin.
Bi navê ol her jin tepisandine, pêşiya pêşketina wê girtine û di nava çar dîwaran de wê hepsî kirine. Naxwe gerek em rola paşverûtiya olan bibînin û di zanebûna hişmendiya zilamê serdest yê ku xwe di bin perdeya ol de vedişêre û em wan derxin ber çavan. Weke jin hewceye di serî de li ser mijara ol, bawerî û banodra wan li ser civakê lêkolîn bikin. Divê em bi zanibin ku devokên olî yên li ser jinê çiqasî bandora xwe di nava civakê de kirine û çawa koletiya jinê rewa dîtine. Hatiye gotin ku ola Îslamê jin ji bin erdê derxistiye û ew azad kiriye, ger ku em wiha bigirin dest em ê têkevin şaştiyên pir mezin. Her çiqasî H. Muhemed jinên ku li Wadî Elbenat bi saxî dihatin bin ax kirin, rizgar kiribin jî, lê bi temamî nikarî bû ku hişmendiya zilamê zayendeperest biguhere, yan jî dibe ku temenê H. Muhemed têrê nekirbe. Erê her çiqasî ola Îslamê jin ji bin erdê rizgar kir jî, lê careke din jin di hereman de bi koledariyeke hîn girantir re rû bi rû hiştine. Ji xwe piştî wefata H. Muhemed ola Îslamê bi xelîfeyên Abasiyan re ol ji rê derxistin û kirin a zilamên serdest û fewdal.