Can Yûsif
Hunermend Hojîn Hêriz Xwedana dengek zelal û rûkeniyek şêrîn. Muzîk zimanekî bê gotin e, rasterast bi dilan re diaxive bê ku li ser ramanekî bisekine û bi jenên dil re dibe yek û bi hestan re digihêje hev, muzîk zimanê kûrahiyê ye, zimanê bedewî û evînê ye, zimanê cîhanê ye ku her kes jê fêm dike, her kes pê şa dibe û di guhê mirovahiyê de yekgirtî ye.
Hunermenda Kurd Hojîn ji hunera Kurdî û mûzîka Kurdî hez kir, xwest bi hunera xwe, bi têkoşîn û dengê xwe yê xweş dengê qêrîna dayik û zarokên gelê xwe bigihîne cîhanê.
Hunermend, mamosta û pêşkêşvanê televîzyonê Hojîn Hêriz di roja 20/1/1995’an de li gundê Xenamiyê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê yê li Rojavayê Kurdistanê, di malbateke welatparêz û hunerî de ku bi ruhê berxwedaniya netewî û hesreta azadiyê tejî hatiye dinya yê, ji du dê û bavên Kurd (Şêxmûs û Emşa), Bavê wê, Şêxmûs Hêriz, hunermend û stranbêjekî navdare, wî jêhatîbûna keça xwe hîn di temenekî biçûk de dît û piştgiriya wê kir û ji ber vê yekê jî ji biçûkatiya xwe ve tevlî xebatên hunerî dibe.
Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe xwendiye û ji ber evîn û hezkirina xwe ya ji bo stranbêjî û muzîka kurdî û tevlîbûna çalakiyên hunerî û çandî, xwendina xwe ya amedeyî neqedandiye, wê dest bi xwendina hunera dengbêjiyê û notasyona mûzîkê kir û tevlî dibistanên fêrbûna zimanê kurdî bû, ji bilî pêkanîna çalakiyên hunerî û çandî.
Meyla wê ya hunerî di neh saliya xwe de destpêkiriye, ew ji aliyê bavê xwe Şêxmûs ve hat keşfkirin, ku wê demê ew hunermendekî navdar bû, ew li dibistana stranbêjiyê ya bavê xwe jiya ye û şagirtî jê re kiriye û di wî warî de wî piştgiriya wê kiriye, di wê demê de wî li cem wê dengekî xurt û xweş tê de dîtiye .Wê bi beşdarbûna çend stranan li gel bavê xwe dest bi stranbêjiyê kiriye, û di sala 2008’an de bi Koma Hunerî ya Zîlan dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û heta destpêka şoreşa Rojava û di gelek şahiyên neteweyî de stran gotine û herwiha pêşkêşvaniya şahiyên pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên neteweyî ên din jî kiriye. Piştre di dema şoreşê de wê di nava Tevgera Çand û Hunera Demokratîk de kar û xebatên xwe yên hunerî berdewam kiriye û xwe fêrî zimanê dayikê kiriye û di sala 2015’an de bawernameya mamostetiya zimanê Kurdî ji peymangeha Şehîd Roza cûdî wergirtiye. Di van salên dawî de armanca wê ya bingehîn ew bû ku berhemên xebatên xwe yên hunerî yê taybet biafirîne ji bo xizmeta şoreşê û gelê xwe .Xebata wê ne tenê di warê hunerî de bû, di qadên rêxistinî, meclis, komîn û ciwanan de jî kar û xebat kiriye û tevlî gelek korsên perwerde yên sîyasî,çandî û hunerî bûye ji bilî wan jî pêşkêşvaniya bernameyên televîzyonî û şahiyên neteweyî kiriye.
Hojîn Hêriz hunermend û stranbêja Kurd stêrka wê li asmanê hunerî li ser asta Rojava û hemû Kurdistanê dibiriqe, şarezayiya wê ya dengbêjiyê di temenekî biçûk de derketiye holê û bi rêya xwendin û perwerdehiyê dixebitî ji bo wê xurt bike, û Serkeftinên wê berdewam bûn û stranên wê di nav girseyên gel de navdar bûn .
Ew bi stranên xwe yên şoreşgerî, welatparêzî û romantîk navdar bû û xwedî hesteke bilind bû ku stranên wê zû bi zû diketin dilê hezkirên wê de.
Hunermend Hojîn Hêriz piştî weşandina çendîn stran û vîdyo klîpên xwe yên şoreşgerî di nava şoreşê de navdar bû, wek:
1- Strana “Hesekê” ya li ser berxwedana lehengên YPG’ê li dijî DAIŞ’ê
2-Strana “Şehîd Sîal” li ser şehadeta xwişka xwe Sîal di nava refên YPJ’ê de.
3-Strana “Walato” li ser evîna welat.
4- Strana “Şehîd” li ser nirx û mezinahiya şehîdan
5- Strana “Em jinên Kurd in” li ser rola jinên Kurd di şoreşa Rojava de
6- Strana “Serê Kaniyê ” li ser berxwedana gelê Serê Kaniyê
7-Strana “Dilê Sêwî” straneke evînî û romantîk e
8-Strana “Gerîla” li ser berxwedana baz û şêrên çiyayên Kurdistanê.
9- Strana “Rojava” li ser berxwedana Rojava ya li hemberî dijminan e