Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rêxistinbûna gelê herêmê rewşa çandiniyê û aboriya civakî tê pêşxistin

22/09/2024
in Uncategorized
A A
Bi rêxistinbûna gelê herêmê rewşa çandiniyê û aboriya civakî tê pêşxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî lidarxistina civîna salekê ya Komîteya Çandiniyê li Kantona Efrîn û Şehbayê, tevî êrişên rojane  xebatên çandiniyê bi awayekî serkeftî birêveçûn. Hevserokê Komîteya Çandiniyê  Ferhad Dede diyar kir ku hemû berhemên tên bidesxistin dikevin xizmeta gel û aboriya civakî ya herêmê de.

Zana  Roj/ Şehba

Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser gelê Efrînê yê ku li Şehba bi cih bûne berdewam e. Tevî ku êrîş di asta herî jor de ne jî, lê gel di nava berxwedanî û pêşxistinê de ye. Şehba herêmeke bi çandiniyê tê naskirin, ku piraniya piştpêrastkirina wê li ser çandinî û darên zeytûn û fistiqa ye. Bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina herêmê û bi derbasbûna gelê Efrînê piştî dagirkirina Efrînê ji herêmê re, xebatê çandiniyê bi awayekî ku bikeve xizmeta gelê herêmê hatin aktîvkirin. Komîteya Çandiniya ya girêdayî Desteya Aborî li Kantona Efrîn û Şehbayê beriya demekê civîna xwe ya salê lidar xistin û nîqaşên xebatê şandiniyê û pirojeyên demên pêş bi berfirehî tê de hatin nîqaş kirin. têkildarî vê yekê Hevserokê Komîteya Çandiniyê Ferhad Dede ji rojnameya me re axivî.

`Çandiniya sala 2023- 2024 bi serkeftî hate derbaskirin`

Ferhad di destpêkê de bal kişand ser di mewsima derbasbûyî de xebat li ser bingeha pilansaziyên ku danîne hatin meşandin û wiha got: “Bê guman ger behsa xebatê çandiniyê yên salekê bikin bê guman wê aliyên wê neyînî û erênî jî hebin. Di destpêka sala çandiniyê de pilansaziyên berfireh hatin danîn û li ser wan xebat hate meşandin. hin ji wan ev bûn; ceh 108 hêktar, gendim 76 hêktar, nîsk 14 hêktar, hebreşik 7 hêktar û kemûn 7 hêktar hatin çandin. li ser van cureyan xebatê çandiniyê di sala derbasbûyî de hate meşandin. li gorî rewşa herêmê helbet pilansaziyên ku nehatine pêkanîn hebûn, yek ji wan me xwestibû ku em genimê avî biçînin lê pêk nehat ev yek jî vedigere rewşa herêmê û astengiyên ku dorpêç bi xwe re ava dike, ji ber avdan hemû bi sotemeniyê û jenetoran tê kirin.

Di asta giştî de weke nirxandina sala çandiyê ya 2023- 2024 bi awayekî serkeftî hate derbaskirin, cureyên ku me anîne ziman hemû bi rengê bejî hatin çandin û berhmdana wê li gorî pêwîstiya herêmê hate rakirin”.

Kêmasiyên ku di sala derbasbûyî de hatine rûdan

Ferhad zehmetiyên ku rastî wan hatine anîn ziman û wiha got: “Herêma Şehabyê weke ku her kes dizane rojane siyasetên dijmin li ser wê tên gerandin, di aliyekî de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya ku bûye sedema şewitînên mezin ji berhemên ku gel ji xwe re çandine, her wiha dorpêça Hikumeta Şamê ya ku astengdarê raseterast ji hemû berhemdarên ku di herêmê de divê bêne derketin re, di aliyê çandina cureyên avî de em kêm man ji ber avdan bi hebûna sotemeniyî tê kirin, lê rewşa herêmê berçav bû. Lê tişta ku bi me re bûye alîkar ew jî barana zêde ya ku sala derbasbûyî de bariye, bi sedem ku çandiniya avî ser bikeve û neşewite. Her wiha di aliyê din de çandiniya Kemûnan bi me re bi ser neket ew jî di aliyê zanistî de hate destgirtin ku rewşa hawayê û germahiya ku di 2 rojan de ji 23 yan gihîşt 42 yan ev bû sedem ku mewsim bê şewtandin”.

Xebatên koparatîv ji bo pêşxistina aboriya civakî

Her wiha Ferhad destnîşan kirk u pirojeyên koparatîv ji gel re hatin pêşxistin ku gel xwe bi xwe fînase bike û wiha pê de şû: “Yek ji pilansaziyên sala derbasbûyî me derxisti bû ew jî pêşkêşkirina pirojeyên kopatatîv ji tavahî gelê herêmê û koçberên Efrînê re bû. Ev yek bi tensîq bi deste û aliyên têkildar re hate orgenîze kirin, di encamp de hejmara erdên ku di destê komîteya çandiniyê de dewrî gel bêne kirin, ji bo vê xebatê komîteyeke taybet hate avakirin û xebatê xwe dan meşandin. Bê guman pirojeyên koparatîv ji gel re di asta herî jor de bû alîkar û weke gaveke pêşketî di aboriya civakî ya gelê herêmê de hate dîtin. Hejmareke mezin ji malbata tê de kar kirin, nêzî 1000 kes tê de sûd wergirtin. Li ser vê bingehê îsal jî ev xebat hate pêşxistin ku gel jê sûdê werbigire. Bi giştî 2700 hêktar ji bo pirojeyên koparatîv hatine veqetandin jê 400 hêktar sewildarî ye da ku xwediyên pez jî sûdê bibînin, her wiha bi rengê koparatîv hejmareke mezin ji darên zeytûn û fistiqan dewrî gel hatin kirin.

Aliyên ku em bi gel re bûne alîkar erd hatin dayîn, her wiha tûvikên ku xwestine biçînin ji genim, ceh, nîsk, nok, kemûn û hebreşik hatin top kirin û li malbata hatin belavkirin. Di aliyê semad de me hinek zehmetî dît ew jî me ji derva kirî û bi nirxê hatiye kirîn hate firotan û bi dên jî hate dayîn heyanê dawiya mewsimê her wiha ev yek ji bo tûvikan jî derbasdar bû. Xebatê koparatîv bi hemdemiya dorpêç û rewşa aborî ya gel û herêmê re jêdera debarkirinê û pêşxistina kar bû, malbatên ku ji çandiniyê hez dikin û dizanin her wiha ji malbatên ku tu jêdereke aborî pê dabara xwe bikin nîne re bû cihê alîkariyê û gel ev yek bi awayekî erênî qebûl kiriye, li ser vê bingehê di demên pêş de wê ev xebat zengîntir bibe”.

Bi nirxekî wekhev sotemenî hate belavkirin

Ferhad di berdewamiya nirxandina xebatê çandiniyê de wiha axivî: “Li gorî şert û mercên heyî em di aliyê belavkirina sotemeniyê de li ser cotkaran heyanî astekê em bûne alîkar. Di dema patozan de mazot li ser xwediyên wan patozan û cotkaran bi nirxên guncav hate belavkirin, bê guman armanca me ji vê yekê ew bû ku sotemenî ji aliyên derve neyê kirîn û bi nirxên buha li gel xwediyê zeviyan neyê firotan. her wiha ev yek bi tensêq bi aliyên têkildar weke yekîtiya cotkaran û TEV- DEM re hate çêkirin. Ev hemû hewikdan hatin û tên kirin da ku em rewşa çandiniyê li herêmê pêşbixin û bi gel re bibin alîkar”.

Berhemên derdikevin dikevin xizmeta gel û aboriya herêmê de

Ferhad da zanîn ku berhemên derdikevin di herêmê de dimînin û wiha got: “Li gorî pilansaziyên ku derxisti bûn 17 hêktar ji erdên di destê çandiniyê de pîvaz hatin çandin, di van 17 hêktaran de zêdetirî 6 mehane rojane nêzî 80 kedkar tê de kar dike û sûdê dibîne. Niha ev berhemên ku em radikin di herêmê de tê belav kirin, da ku ticarên ji derve derbasî vir nebin û em van berhemên ku bi keda gel hatine rakirin di sûkên herêmê de bi nirxên gûncav bifroşin. di heman demê de berhemên ku ji tûvikên hatine şandin, bi taybet genim di herêmê de dimîne bi taybet ev genimê ku dibe ard li ser firingehên herêmê tên belavkirin. li ser van pîvan û nirxan hemû berhemên ku di herêmê de têne têne çandin û bidestxistin dikevin xizmeta gel û aboriya civakî ya herêmê”.

Têkildarî erdên nêzî xetên sînorên dagirkeirya Tirkiyê de Ferhad wiha axivî: “Li seranserî herêmê erd li ser gel hatin belavkirin. Ji ber taybetmendiya herêmê û nêzîkbûna xetên dagirkeriyê ji erdan re, hejmarek ji erdên ku nêzî sînor zirarên şewatê dîtin. Bi taybet di encama topbarana dagirkeriya Tirkiyê de li xetên gundewarên şêrawa, navçeya Ehers û fafînê de şewat hatin rûdan”.

Bi pilansaziyên zengîntir wê sala nû ya çandiniyê bê destpêkirin

Ferhad di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di dawiya sala çandiniyê de civînek berfireh ji bo nirxandina rewşa çandiniyê û pêşxistina pilansaziyên demên pêş hate lidar xistin û wiha got: “Di civîna ku hatiye lidar xistin de gelek nirxandinên berfireh ji bo sala derbasbûyî hatin kirin, her wiha bi biryar û encamnameke xurt derket holê. Yek ji gavên sereke yên ku emê bavêjin ew jî ji nû ve aktîvkirina bîrên ku di encama erdhejê de hatine sekinandin, ev yek jî bi desteya şeredariyê re hate tensîqkirin, armanca me derxistina avê û pirojeyên avî pêş bixînin. Helbet pirojeyên avî mesrefa wê jî zêde ye, di vê çarçoveyê de me altirnatîva enerjiya tavê pişniyar kir. her wiha ji bo xebatên koparatîv bu derbasbûna du salan li ser van pirojeyan re, em bi pilansaziyên nû ku çawa daha zêdetir vê yekê pêşbixînin û bixin xizmeta gel derketin. her wiha bidara gel me ji 6 salan de em wiya diçînin êdî hêdî hêdî kêm dibe, di vê warî de emê tûvikên nû derbasî herêmê bikin; ev yek jî di asta giştî de bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tê nîqaşkirin. Bê guman di giştî de armanca me em çawa aboriya civakî û herêmê di aliyê çandiniyê de pêş bixînin e.

Post Views: 148
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.