Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Careke din xiyanetê serê xwe li kurdan hildaye

21/09/2024
in Uncategorized
A A
 Careke din xiyanetê serê xwe li kurdan hildaye
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Weşûkanî.

Di Mîtolojiya Gilgamiş de xiyaneta Enkîdo pir zelal, di teyise ber çavan û ew xiyanet dibe sedema ku; gelê daristanê yê ku bi xwezayî, wekhevî, edalet û aşitî jiyan dikir bi temamî wenda bike û were dagirkirin. Di vê derbarê de Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, wiha şirove dike û di bêje: Bûyera xiyaneta dîrokî ya netewa Kurd, gelekî di şibe bûyera xiyaneta Enkîdo ya bi Qebîla Hombaba re ku ew jî ferdê heman; qebîleyê ye. Wek çawa Enkîdo bi qewmê xwe re xiyanetê dike û bi bajar, xwarina xweş û zewqa bi jinan re; têye xapandin û xwe û qebîla xwe difiroşe. Mirovên Kurd jî yên xiyanetkar xwe difroşin û ji bo ferdiyeta xwe û hinek derfetên bêqîmet; her tiştî difroşin û dibin nûkerên dijminan.

Ew xiyaneta ku di dîrokê de li gelê Kurd hatiye kirin, heyanî roja me ya îro jî bermayê wê hene û malbata Berzanî; hîna jî li ser wê xiyaneta xwe ya gemarî- îsrar dikin. Di serdemên berê de xiyaneta wan veşartî bû, lê di serdemên dawiyê de KDP ê(Mala Berzanî) pir vekirî  û zelal; xiyaneta xwe berdewam dikin û roj bi roj ew xiyanet, xeternak tir dibe. Berzaniyan xiyanet li gelê xwe kirin û bûyera xiyaneta wan, gelekî ji xiyaneta Enkîdo ya sosret xerabtire û qebheta herî mezin jî ewe; ku hîna jî ew xiyanet berdewam dike. Xiyanetê her derbe li serhildanên gelê Kurd, xistiye û pişta wan şikandiye: Lê teqez gerek were zanîn ku gelê Kurd, biryara berxwedanê daye û wê qedera xwe ya reş bi guhere; lê cardin jî car caran xiyanet serê xwe li gelê Kurd, hildide û tekoşîna wan li paş dixe. Kesayetên rûreş û dilgemar her di nava hewildana; ku dîroka Kurdan dubare bikin.

Dema ku mirov li bernama sîxuran temaşe dike, xwîna mirovan di kele û hêrs dibe û mirov têye rewşa ku bibêje gelo ew; mirovên sîxur û xayîn xwedî çi wijdanîne ku dibin ser ser sebeba, şehadeta milîtanên fedayî yê wek hevalê Tekîn Goyî û bi dehan hevalan? Gelo dema-ew sîxur agahiyan didin dijmin, hast û wijdanê wan yê mirovî li kuye? Teqez mirov dikere bibêje ku qet wijdan li wan tuneye û ew mirovên, bê dîn û îmanin. Şehadeta tekoşer Dijwar Mardîn û dayika welatparêz tevî kurê wê, gelekî bi êş bûye û kîn û nifreta mirovan gur dike. Ez naxwazim ku ez bêmafiyê li sewalan jî bikim û bibêjim, ew sewalin: Ji ber ku sewal jî li vê pileyê xiyanetê li nifşê xwe nakin. Di nava civakê de qala teyrikê bi navê, Kewa Gozel têye kirin ku xiyanetê li qewmê xwe dike û wan dixe xefk û dehfikan. Lê teqez mirov nikare navê xiyanetê, lê bike ji ber ku teyr ne wek mirov xwedî derfetê zeka û mejiye. Lê mirovê xiyanetkar gunehbare heta ku li jiyanê be. Bi rastî mirov hew xwe li himberî xiyanetê digire û dike ku xwe bi wan xayînan de; bi teqîne û wan bi xwe re tune bike.

Ew jina ciwan ya bi navê Şûkriya ku bi wî temenê ciwan dikeve, nava xiyanetek ewqasî kûr de mirovan matmayî dihêle û ev hemû jî teqez: Bi navê hezkirinê dest pêdike û dijminê faşîst, hestê jinan bi kartîne û li himberî; civakê wek amorek şerê taybet di şûxulîne. Jixwe jin û mêrên lawaz û nefs tenik hema wek masiyan dikevin, tora dijmin de û paşî dibin hêsîrên ku pir baş werin, bi karanîn. Dema ku mirov bibe hêsîrê- ajoyên xwe yê heywanî, teqez xelas dibe û dibe koleyê koleyan.  Ger ku em bibêjin ku sîxur û xayîn pîvanên xwezaya sewalan jî, derbas kiriye teqez wê şaş nebe û wê ne nepixandîbe jî. Ji ber ku mirovên ku hezbikin qet û qet nabim desteka dijmin û xiyanetê, lê mirovên xwedî ajoyên heywanî mirov her tiştî ji wan hêvî dike. Di nava civaka me Kurdan de nimûneyek wiha, heye ku wiha dibêje: Ez heyrana wî bim ku; dînê bi kiras nas bike.

Ji xwe dema ku mirovê dîn bê kiras be, wê her kes zanibe ku dîne û ev hevok jî wateya xwe wiha ye: Heger ku sixur û xayînên Kurdan li ser, Kurdîniyê siyaset bikin û xwe wek pêşeng bidin, diyar kirin teqez wê mirovên nezan şaşwaz bibin û rastî û şaştiyan, ji hev cûda nekin û mehkûmê xiyanetê bibin. Lê kesê ku xwe zana bike û li ser fikir û ramanên, Rêber Apo xwe perwerde bike; wê xwedî zanebûnek mezin be û çalakiya xwe jî wê mezin be. Mirovê Kurdê bi şeref hatiye rewşa ku hew, sîxuriyê û xiyanetê tehemûl dike û ketiye ferqa, xiyaneta dîrokî ya PDK ê (Mala Berzanî) û hinavê wan xwîn vedirişe. Di vê mijarê de mirov dikare bibêje ku, kêr gihaştiye hestu û sebir xelas bûye. PDK ê yanî Partiya Demokratî Kurdistan ku teqez; gerek navê wê were guhertin, ji ber ku layiqî wî nave mezin û bedew nine. Gerek were zanîn ku qet û qet navê Demokrasî û navê Kurdistan heq, ne kirine û gerek ji wan re; were gotin mala xiyanetkaran; yan jî xwe firoşan.

Temaşe bikin bêka çiqasî xiyaneta mala Berzanî, susret û kirête ku mirov ji ber şerm dike. Tevî ku mil bi mil bi dewleta faşîsta Tirk re, şer dike jî bê şerm û fedî qala Kurdînî û welatparêziyê dike û xwe di hetikînin. Xiyanetkarên Berzanî xiyaneta xwe nû dikin û ala faşîstên Tirk, li ser serê qela Hewlêrê bilind kirin. Niha jî mala Berzanî rêbazekî nû bi kar tînin, ku ew rêbaz jî xaka Başûr têperandin û berê xwe dane warê şoreşê, Rojavayê welat û lîstoka xiyanetê û sîxuriyê li ser; kesên ku lawaz û nefs biçûk bi kar tînin û dikin sîxur û li dijî; berhema şoreşa ku bi wîna hezarên şehîdan û keda gel hatiye qezenc kirin. Xiyanet karên rûreş bi navê parastinê, dibin sedema kuştina bi dehan, mirovên bê sûc û guneh.

Di mijara Kurdîniyê de mirov dikare wiha bibêje, teqez gerek em ji her kesîre nebêjin Kurd; ji ber ku Kurdên xwe firoş jî hene. Teqez her kesekî ku kokena xwe Kurd be, mirov nikare jêre bibêje Kurd û tenê û tenê mirov,  ji kesayetên berxwedêr û tekoşer- re bibêje Kurd. Îro ji bo mirovên Kurd roja xîretêye, roja namûs û şerefê ye; naxwe wê çawa ji mirovên xiyanetkar û xwe firoşan re, were gotin Kurd: Bi rastî wan kesên bênamûs û şeref heq ne kirine ku, mirov ji wan re bibêje Kurd. Deka werin ji xwe re temaşe bikin bêka, wê çawa ji wan kesên, sîxur û xayîn re were gotin Kurd? Ma gelo wê nebe neheqî ji qehreman û lehengan re; ku bêne berhev. Teqez wê ji malbatên şehîdan re, bibe neheqiyek pir mezin.

Gerek civak xwe di vê mijarê de ne xapînin û ji wan re, nebêjin Kurd ji ber ku wateya gotina Kurd gelekî giran û bi qîmete û ew jî tekoşîn û berxwedane. Dema ku min  bernamê  wan sîxur û xayînan tamaşe kir ez gelekî hêrs bûm û niha jî ez gelekî bi hêrsim û min hew, xwe digirt ku ez ji wan re dijûn û nifiran nekim. Ez pirs dikim gelo kîjan mirov heyanî niha, sîxurî û xayînan- nasnake û bi welatparêziyê re berhev dike? Lê kesên lawaz û nefsa wan biçûk xwe kûrehmeqî, dikin û dibêjin ku em hemû Kurdin û mala Berzanî û ENKS jî Kurdin. Bi rastî ev dibe xefletek pir mezin û wek, em hemû jî di zanin ku xeflet û xiyanet teqez herdû birane.

Gerek zarok û ciwan bi taybet jî yên jin, nekevin xifleta dijmin, ji ber ku, dijmin wan ji xwe re dike zemînekî herî baş û bi kartîne. Gerek bi taybet li ser perwerda zarok û ciwanan were sekinandin, ji bo ku  nifşê nû pêşbikeve û pêşengtiya civaka demokratîk bike. Teqez gerek zemînê xiyanetê û sîxuriyê were zûha kirin û hezkirina welat, di dilê mirovan de, were kur kirin.

Post Views: 115
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.