Navenda Nûçeyan
Li ser qetilkirina siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Mûsa Anter ango Apê Mûsa re 32 sal derbas dibin. Mûsa Anter rewşenbîrê ku dewlet ji pênûsa wî, heta ji fîtika wî ditirsiya.
Îro 32 sal li ser qetilkirina siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Mûsa Anter ango Apê Mûsa re derbas dibin.
Mûsa Anter kî ye?
Mûsa Anter bi nasnav Apê Mûsa nivîskar û rojnamevanekî Kurd bû. Apê Mûsa di sala 1920’an de li gundê Zivingê yê bi ser Stilîlê ya ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye.
Apê Mûsa, hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda dike û li ber destên dayika xwe Fesla Anter mezin dibe ku di salên 1930-1940’an de muxtara gund û muxtara pêşîn a jin a Bakurê Kurdistanê bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û amadeyî li Adenê diqedîne.
Piştî xwendina amadeyî ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stenbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd nas dike. Mûsa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diberde û qeyda xwe li beşê Hiqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û hem ji aliyê madî ve, hem ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin, xewgiha Dicle vekirin. Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî 1942(kovar) ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944’an de bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin. Apê Mûsa di sala 1948’an de xewgiha Firatê vedike û dest bi derxistina rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê ‘Ilerî Yurd’ ango Welatê Pêşketî dest bi derxistina rojnameyekê din dike. Mûsa Anter piştî derxistina van rojnameyan ji ber nivîsên xwe ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ji bo demekê tê gitin.
Di girtîgehê de pirtûka ‘Birîna Reş’ nivîsand
Apê Mûsa di salên 1950’î de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir û hewl da êş û azarên gelê Kurd di rûpelan de biweşîne û bi cîhanê bide nasîn, çendîn caran hate girtin, îşkence û gef lê hate xwarin, lê dev ji têkoşîna xwe ya rewşenbîrî berneda.
Di sala 1959’an de ji ber doza 49’an careke din tê girtin û tevî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne, lê zindanê nikarî wî ji têkoşîna wî dûr bixe. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê ‘Birîna Reş’ di girtîgehê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga Kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.
Di destpêka salên 60’î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971’an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976’an de vedigere gundê xwe, heta 1989’an li gund dijî.
Piştî 89’an vedigere Stenbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEP’ê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.
Dewlet ji fîtika Apê Mûsa jî ditirsiya
Mûsa Anter, piştî sala 1971’an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewambarkirin. Di yek ji darizandina Apê Mûsa Anter de dadger gelek zextan li Mûsa Anter dike ku îspat bike ku ew xelet e û divê ji dîtinên xwe yên li ser Kurdan û Tirkiyeyê poşman bibe û jê re wiha dibêje: “Mûsa Beg tu li gayê hov siwarbibû.” Apê Mûsa berê xwe dide dadger û wiha dibêje: “Ezbenî, ev Tirkiyeya ku tu behsa wê dikî, wek zarokekî felcî ye ku nabîne, nabihîze û biaxive. Werin em Tirkiyeyeke nû ava bikin ku em tê de hemû mirov in, lê her yek ji me wek xwe mirov be, ez Kurd û hûn jî Tirk.” Tiştekî ecêb e ku dewlet ji dengê fîtika Apê Mûsa jî ditirsiya û heta bi îdiaya “strîna bi Kurdî” carekê tê girtin û li ser vê hincetê derdixin pêş dadger. Dewleta Tirk bi qetilkrina Apê Mûsa xwest dengê Kurdan bifetisîne. Di sala 1992’an de dewleta Tirk bi serokatiya Serokwezîra wê demê Tansu Çiler li Bakurê Kurdistanê li dijî welatparêz, nivîskar û kesayetên navdar ên Kurd dest bi kampanyayeke xeternak kir.
Di encamê de nêzîkî 17 hezar kesayetiyên Kurd ji aliyê koma bi navê Hizbullah û dezgeha sîxuriya Tirkiyê ve hatin qetilkirin û hejmarek ji wan jî hîna winda ne.
Roja 20’ê Îlona sala 1992’an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad, ji aliyê JÎTEM’ê ve bi gulebaranê hate qetilkirin û tevlî karwanê şehîdên çapemeniyê dibe.
Dewleta Tirk bi qetilkirina Apê Mûsa hewl da ku rojnamegeriya Kurdî û fikra azadiya Kurd û Kurdewariyê bêdeng bike û bitepisîne, lê têkoşîna dirêj a Musa Anter bi hezaran xwendekarên Kurd ku heta niha jî navê Apê Mûsa di dilê wan de ne, li pey xwe hişt.
Mûsa Anter li ser berga pirtûka xwe ya ‘Hatiralarim’ ango Bîranînên Min de wiha dibêje: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiye yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.”
Doza kuştina wî li dadgehên Tirkiyê vekirî ma, lê di 21’ê Îlona 2022’an de li Enqereyê di 12’emîn rûniştina Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de heyeta dadgehê bi hinceta ku 30 sal derbas bûne biryara betalkirin û girtinê da. Doza der barê qetilkiirina wî de ji ber demboriyê betal bû.
Xelatên Rojnamevaniyê
Li Tirkiyê ji 1993’an şûnda Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993’an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994’an de Ozgur Ulke, 1995’an de Yenî Polîtîka, 1996’an de Demokrasî, 1997 û 1998’an de Ulkede Gundem, 2000’an de Yenî Gundem û sala 2001’an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.
Hinek ji berhemên Apê Mûsa wihane:
Birîna Reş – 1959
Kimil – 1962
Ferhenga Kurdî – Stembol, 1967
Hatiralarim, cîld 1 – Stembol, 1991
Hatiralarim, cîld 2 – Stembol, 1992
Çinara Min – Stembol, Weşanên Avesta