Can Yusif
Stêrka Kurda ya diçirise Firîşta Efrîn Xwedana dengê xweş û zelal û gewriya zêrîn û hestê bilind û hebûnek ronak. Ferîşta Efrîn ne tenê hunermendek e, lê ew balyoza çand û dîroka xwe ye, di her tiştê ku pêşkêş dike de ruhê Efrînî û cudahiya hunerî diyar dike.
Firîşta Efrînî di 7/8/2006’an de li bajarê Efrîna birîndar ji dayîk û bavekî kurd, bavê wê derhêner, muzîkjen û helbestvanê navdar “Zekeriya Daûd” û dayîka wê jî stranbêja navdar ” Yara Hebîb ” hatiye dinyayê.
Dibistana seretayî li dibistana şehîd Cemal (berê- Silêman Helebî) li taxa Eşrefiyê li bajarê Efrînê xwend û piştî dagirkirina Efrînê malbata wê bi darê zorê ji bajarê Efrîna delal koçber bû û li bajarê Amûdê bi cih bûn, çend mehan dibistana amadeyî li wir xwend, paşî çûye bajarê Qamişloyê û xwendina xwe ya amadeyî û lîse li dibistanên Qamişlo qedandiye.
Ew di nava malbateke hunermend û welatparêz de mezin bû ye, ku ji huner, stran û muzîkê hez dikir. Ji ber vê jî ew bûye çirûskeke hunerî ya bêbersiv dibiriqîne.
Firîşte ji zarokatiya xwe ve di nava atmosfera huner û stranbêjiya Kurdî de jiyaye û di pênc saliya xwe de li gel dê û bavê xwe bi stranbêjiyê dest bi karê xwe yê hunerî kiriye, li kêleka xwendina xwe, wê meyl û xwesteka xwe ya hunerî jî bi kar di anî heta ku bû pîşeya wê, nemaze piştî ku di sala 2016’an de strana xwe ya yekem bi navê “Buhare” ji gotinên bavê xwe çêkir .
Ji vê dê û pê de, hêdî wê hîn kûrtir û kûrtir di meyl û pîşeya xwe de dest pê kir û xwe fêrî lêdana gîtarê kir, paşê fêrî notên muzîkê û amûrên muzîkê bû.
Di sala 2017’an de dest bi beşdarbûna şahî û semînerên stranbêjiya hunerî, û tevlîbûna şevbuhêrkên çandî û hevpeyvînên televîzyonî û medyayê kir.
Di sala 2019’an de yekem berhema wê ya hunerî derket, ku vîdiyo kilîpek ji bo strana “Efrîna Min” derxist , dengvedanek di medyayê de çêkir û di nav gel de deng veda, ji ber ku êş û azarên Efrînê, koçberî, hesret û bêrîkirina axa welat nîşan dida.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û dagirkirina wê û şert û mercên şer û xwendinê, Firîştê di navbera salên (2019-2021) de ji stran û mûzîkê dûr ket, ew salên pir bi êş û dijwar bûn li ba wê, ji ber ku hesreta Efrîn di dilê wê de bû kulek bê derman .
Piştî sala 2021’an dîsa dest bi karê xwe yê hunerî kir û kilîba xwe ya duyemîn bi navê (Nameya Penabaran) dest pê kir, dest bi beşdarbûna şevbuhêrk û çalakiyên hunerî kir,
Xwe bi xwe pêşxist
û jêhatiya xwe her ku diçû xurtir dikir di warê hunerî û stranbêjiyê de û di sala 2023’an de Koma Rojwar ava dikin û di sala 2023’an de li bajarê Qamişlo tevlî koma hunerî ya Yekparê dibe.
Hewldanên wê yên pêşketin û afirîneriyê li vir bi dawî nebûn û heta vê kêliyê bi gotina xwe ya navdar “perwerdekirin hostatiyê çê dike” dest bi perwede, stranbêjî û hilberîna stranan dike.
Firîşte di deng û hewesa xwe de şopên kûr ên Efrînê hildigire, di heman demê de têgehek hunerî ya bêhempa lê zêde dike ku wê di nav hunermendan de diyar dike.
Ew ne tenê stêrkeke dibiriqîne, lê ew sembola huner û afrîneriya ku ji eslê wê yê kevnar û mîrata çandî ya dewlemend derdikeve. Ji karê wê yê hunerî re serkeftin û afrîneriya zêdetir dixwazim. Ji hunermenda çalak Firîşte re serkeftin, afrînerî û geşbûna zêdetir dixwazim.