“Hetanî ku li darê dunyayê bim, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe, ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne,nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye.“
(Emedê Huseynî)
Di romana Helîm Yûsiv ya di bin sersnavê (Gava Ku Masî Tî Dibin) de gelek rengê jiyanê xwe li ber çavan radixin, weke zehmetî, bindestî, sêwîtî, evîndarî, şoreşgertî…hwd.
Di vê romanê de rêbazê jiyanê ku nivîskar bi hostatî nivîsandiye, dihêle ku xwîner aliyekî jiyana xwe jî di nav rûpelên wê de bibîne.
Balkişandina li ser awayê jiyana mirovekî de, awayê jiyana miletekî tê destnîşankirin, bi taybet jiyana gelê Kurd, ku rastî neheqî û bindestiyê hatiye.
Masiyê ku her tiyê azadî, aramî û evînê ye xwîner jî bi xwe re dixe di nav wê lêgerînê de.
Di xwendina vê romanê de rêbazê nivîsê ji bo min wekî xwîner pir balkêş bû, ew jî ji aliyê ku nivîskar rêbazek bikar anîye ew jî şêwazê dana axaftina her tiştên bê giyan e, her wiha di nav de jî lawir hene, di nivîsandina vî rêbazî de derî, pirtûk, şûtik, mar, kûçik, lat…hwd diaxivin û rewşa jiyana ku Masî tê re derbas bûye û derbas dibe didin diyarkirin ku ev şêwe bo nivîsa romanekî pir bedew û balkêş e, her wiha giyan dana van tiştan mîna ku mirovek biaxive û hestên xwe bîne ser ziman gelek bandorkar e, çaxa ku nivîskar van tiştan di romanê de dide axavtin hemî jiyana Masiyên ku kêm daxivin, di riya wan re roman û jiyana Masî zelaltir dibe.
Ew Masiyê ku mîna gelek evîndaran bi dû evîna xwe de ber bi çiyan ve diçe û dibe lêgerê azadiyê, di vê rêwîtiyê de jiyan û zehmetiyên ku şervan tê re derbas dibin dide destnîşandan,birçîbûn, tîbûn, birîndarî û hevaltiya di nav dilê çiyan de ronî dike, her wiha sîxurî, xayîntî, bêqerariyê jî radixe li ber çavan.
Her wiha hin rêbazên ku di çanda kurdan de hatine meşandin ji me re dide diyarkirin wek baskên qusandî ji porê evîndara wî Berfînê ku diyarî Masî kiribû û Masî jî ew biskên ji pora evîndara xwe kiribû berbejin (nivişt) û bi xwe ve kiribû ku ev yek nîşaneya parastinê bû, ya din jî di çanda kurda de mar pîroz e, ji be vê yekê ku marek di mal anku di nav zeviyên malekê de hebûna ew mar nedibû ku bê kuştin, ji ber ku dihat wateya ku ev mar hatiye parastina vê malê dike û bi taybet marê reş.
Di vegotina romana Gava Ku Masî Tî Dibin de mirov xwe neçar dibîne ku gav bi gav pêre bimeşe, ji ber ku di her rûpelekî de mirov kelecan dibe ka wê çi çêbibe.
Di jiyana Masîyê ku tirajediya miletekî di xwe de dihewîn e, mirov wekî xwîner xwe neçar di nav rûpelên vê romanê de dibîne.
Di piraniya rêbazê nivîsandina romanên Helîm de bidawîkirina romanê bi rengekî tirajedîk tên qedandin, angu di dawiya hin romanên wî de dawî veşartî dimîne ku xwîner dide fikrandin gelo paşê çi çêbû.
Di piraniya bidawîkirina romanên Helîm de ez wekî xwîner rastî aciziyê têm ku weke me da diyarkirin her trajediya di van romanan de li pêş e û di romana Gava ku Masî tî dibin de dîsa pirsnîşan xwe li mejiyê xwîneran dipêçin û derî ji ramkirinê re vekirî dimîne.
Nirxandin; Lema Elî